Diyarname
Festîvala Fîlmên Jinan Filmmor îsal 20’emîn car li dar dikeve. Festîval 5’ê vê mehê dê dest pê bike û heta 18’ê meha pêşiya me bidome. Ji bo temaşekirina online yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin.
20’emî Festîvala Fîlmên Jinan Fîlmmor amade ye. Îsal fîlm û çalakiyên wê wekî gotûbêj, forûm online têne pêşkêş kirin û bê pere ne. Filmmorê di pêşkêşiya xwe de gotiye ku ew sînemaya jinên bê war, li ser xaniyan, li kuçeyan, yên li ser rêyên şer ber xwe didin, sînemaya jinên hilberînê dikin tînin pêş ekranê.
Îsal di bin beşên Sînemaya Jinan, Sînemaya Serbaniyan, Jin Zendegî Ozgurluk, Dikare pêşî li kuştinên jinan bê girtin, Bêcih û bêwar, Parola: Aştî, Bîra Femînîst de fîlm têne pêşkêş kirin. Îsal ji 23 welatan 38 fîlmên jinan di nav bernameyê de hene. Yek ji wan jî belgefîlmê derhêner û şaredar Sabite Kaya (Ekinci) ê bi navê “Bedensiz Ruhlar” e. Fîlmmorê bi ser hesabê xwe yê twitterê re bi druşma “Azadî ji bo Sabite Kaya” danasîna fîlmê wê kiriye.
Ji bo temaşekirina fîlman endamtiya malpera festîvalê www.filmmoronline.org divê ku bê pere ye. Yên bixwazin li fîlman temaşe bikin li ser malperê re dikarin navê xwe qeyd bikin.