Diyarname
Li Amedê çend saziyên kurdan MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Kovara Destar û Enstîtuya Kurdî ya Amedê di salvegera mirina Cegerxwîn bi civînek ew bibîr anî.
Helbestvanê mezin Cegerxwîn roja 22’yê kewçêra 1984’an ji hezkiriyên xwe xatir xwest. Ev bû 38 sal. Cegerxwînê ku di nav helbesta kurdî de qonaxek muhîm e. Heta niha li ser wî gelek berhem hatin çêkirin, gelek kesan li ser berhemên wî nivîsandin. Û li gelek parçe û bajaran ew her sal tê bibîranîn. Li Bakur îsal şeva bibîranînê li Amedê bû. Saziyên kurdan ên li Amedê li ser ziman û wêjeyê xebatê dikin ji bo 38’emîn xatirxwestina wî şevek li dar xistin. Şeva bîranînê li Salona Dewetê ya Ayaz Elegance ya li navçeya Peyasa Amedê hat lidarxistin.
Ligel nûnerên saziyan şexsiyetên siyasî wekî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn, mebûsên HDP’ê Remziye Tosûn, Îmam Taçcier û Omer Ocalan, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî amade bûn.
Di bîranînê de sînevîzyona ku li ser jiyana Cegerxwîn hatibû amadekirin hat nîşandan, helbestên Cegerxwîn hatin xwendin. Piştre plaket dan kesên di warê ziman de xebat kirine. Midûrê Karên Nivîsaran ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş (Ji 16'ê pûşperê ve ligel hevalên xwe girtiye) bi plaketê hat xelatkirin. Li ser navê Ertaş, Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen plaketa wî girt. Dîsa Emîne Şenyaşara ku di Nobeta Edelatê de ye jî hat xelat kirin. Her wiha ji ber hişmediya ku wî di warê kurdî de pêş xistiye mebûsê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî bi plaketek hat xelatkirin.
Piştî plaketan axaftin hatin kirin. Mebûsê HDP’ê Ocalan di axaftina xwe de wiha got: “Ev 40 sal in zarokên kurd ji bo zimanê xwe bedêl didin. Divê em siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin û pêş ve bibin. Ji bo kurdan xala yekemîn ev e. Îro jî ji bo vê bedêl tê dayîn. Bi çekên qedexekirî êrîşê dibin ser zarokên kurdan. Divê em bi her awayî bixwînin, binivîsin û biaxivin."