Diyarname
YeÅŸil Sol Parti (Partiya Çepa Kesk) bi diruÅŸma "Di sedsala nû de welateke demokratîk" 2'yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist. Di kongreyê de Çigdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ji bo Hevberdevkê partiyê hatin hilbijartin.
Kongreya wê li salona TMMOB'a Enqereyê li dar ket. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl wekî mêvan beÅŸdar bûn û axivîn. Ji wan Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir wiba got, "Li hemberî faÅŸîzmê di çarçoçoveya azadiyê de em silavan li konreya YeÅŸil Sol Partî dikin."
Hevseroka HDK'ê Esengul Demir jî got ku kongre nîÅŸan dide ku YeÅŸil Sol mezin dibe, her ku mezin bibe dê HDK xurtir bibe.
PiÅŸtî hilbijartinê Hevberdevka YeÅŸil Sol Partî Çigdem Kiliçgun Uçar ji bo sipasiyê axivî û got, "Daxwaza hemû civakê guherîn e. Di ve çarçoveyê de ligel Îtîfaka Ked û Azadiyê, HDP û YeÅŸîl Sol Partî jî ji bo me her yek deriyek in."