Diyarname
Ji bo Serokomarê Iraqê îro li Meclisa Iraqê dengdan hebû. Di dora yekemîn de berendamê serokomarî Latif Reşid ku PDK’ê jî piştgirî dida wî 157 deng girtin, Berhem Salih ku YNK’ê wekî berendam nîşan dabû 99 deng girtin. Loma jî dengdan derbasî dora diduyan bû. Di dora 2’yan de Latif bi 162 dengan bû Serokomarê Iraqê.
Letîf Reşîd kî ye?
Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd di sala 1944’an de li Silêmanî hatiye dinê. Di sala 1968’an de li Zanîngeha Manchesterê doktoraya xwe temam kiriye. Di sala 1986’an de bûye Nûnerê YNK’ê yê Brîtanyayê. Ji wê demê ev û ev demek diêj e ew di nav YNK’ê de bû. Li aliyê din di sala 2004’an de li Iraqê ew bû Wezîrê Çavkaniyên Avê. Di sala 2010'an de di asta bilind de karê şêwirmendiya Serokomarê Iraqê girt ser milên xwe. Reşîd ligel Celal Talabanî gelek kar kiribû, loma jî bi fikir û kirinên xwe wekî kesekî nêzî Celal Talabanî tê nasîn.
***
Heta niha çi qewimî, va ye nûçe:
- Ji bo Serokomariya Iraqê du YNK'yî berendam in


