Diyarname
Fûara pirtûkan ASTEC ku li ser pirtûkên alî û bi beşdariya weşanxaneyên ku pirtûkên olî weşanê dikin li dar dikeve îsal 9'emîn car deriyên xwe vedike. Di fûara ku weşanxaneyên oldar ên tirk beşdar dibin de, weşanxaneya kurd Nûbihar ku ew jî li ser xeta olî weşanê dike jî beşdarî fûarê dibe.
Nûbihar par jî beşdarî vê fûara ku li Almanyayê li dar dikeve dibe bûbû û îsal jî standê vedike û di heman demê de dê paneleke jî li dar bixe.
Fûara ASTEC'ê îsal roja 23'yê vê mehê dest pê dike û heta serê salê li dar e.
Nûbihar bi sernavê "Du navên sembol ji edebiyata kurdî: Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî" li dar dixe Selman Dilovan û Jan Dost dê wekî axifger beşdar bibin û Reşat Cûdî jî dê panelê bi rê ve bibe. Panela Nûbiharê roja 26.12.2011'an, saet 14.00'an de dê lidar bikeve.
Her wiha piştî panelê nivîskar Selman Dilovan, Jan Dost,
Abdullah Încekan û Reşat Cudî ku pirtûkên wan ji Nûbiharê derketine dê pirtûkên xwe îmze bikin.
Ji bo kesên eleqedar navnîşan:
Landschaftspark Nord
Emscherstr. 71
47137 Duisburg