logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Behlûl Zelal: Divê nivîskar ji civakê ne dûr be

Nivîskar Behlûl Zelal* bi bersivên xwe beşdarî nîqaşa pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî dibe. Vane bersivên Zelal:

  • Dîrok: 20/05/2008
  • Beş: NÎQAŞ

Nivîskar Behlûl Zelal* bi bersivên xwe beşdarî nîqaşa pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî dibe. Vane bersivên Zelal:

 

- Tu berhema/ên xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?

Bersiv: Ez berhemên xwe di şert û mercên rojane, di nav herikbariya jiyana xwe de diafirînim.

- Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?

Bersiv: Ji ber ku ez wekî kesekî amator bi karê nivîs û wêjeyê re têkildar im, ez li ser karê nivîsê bi qasî ku dixwazim hûr û kûr nabim. Kar û barê pûşeya min a sereke ku ez debara xwe û malbata xwe pê dikim, li gorî dilê min dem, moral û hêz nade min.

- Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?

Bersiv: Na. Astengiyên li ber çapê, bi taybetî çapa berhemên kurdî ji hêla her kesî ve tê zanîn. Pirsgirêkên firotin û belavkirinê.

- Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?

Bersiv: Peymaneke li gorî adetê, wekî formalîte.

- Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?

Bersiv: Weşanger ji bo çapê fînansorek xwest ku ji aliyê aborî ve destekê bide lêçûnên çapê. Du sed heb pirtûkê min yên çapkirî dan min.

- Te heqê telîfê stend an na?

Bersiv: Li gorî peymanê ku di dema hatî diyarkirin de pirtûk bê firotin sedî deh maf ê min e. Lê wekî ku li jor jî min got, du sed heb pirtûk dan min.

- Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?

Bersiv: Li gorî şert û mercên weşanxaneyê, erê. Li bajar û pirtûkfiroşên ku peymandiya weşanxanê hebû hate belavkirin. Piştî redekteya berhemê qediya, ji min re şiyand û dîtinin min girtin.

- Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)

Bersiv: bi qasî ku ez dizanim û min dît, li cem hemû pirtûkfiroşan heye û li hemû bajarên ku divê hebe peyda dibe.

- Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?,

Bersiv: Di warê reklam û danesînê de kêmasî hene. Lê ev tenê ne kêmasiya weşanxaneyê ne. Bi qasî ku ez dizanim di rojnameya Azadiya Welat de wekî nûçeyekê derket. Di vî warî de kêmasiyek pêk hat.

- Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?

Bersiv: Piştî panelekê ku em beşdar bûbûn (li Rihayê) min pirtûkên xwe îmze kirin. Di Newroza 2008’an de jî, Komeleya Nivîskarên Kurd, ji bo hemû nivîskaran roja îmzeyê li dar xist. Ez tevî vê xebatê jî bûm.

- Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na?  Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?

Bersiv: Her çiqas hin zanîn û kirinên wan di der heqê rastnivîs û rêzimaniyê de ne wekî bawerî û zanînên min be jî, li gorî baweriya xwe bi zîzî tevdigerin.

- Tu bawer dikî sedema kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?

Bersiv: Ku mirov sedemên kêmfirotina pirtûkên kurdî rêz bike, kêmasiya weşangeran li cihê dawiyê ye. Erê kêmasiyên weşanger û weşanxaneyan jî hene lê sedema sereke ne ev e.

- Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kê bike? Çawa bike?!!!

Bersiv: Bersiva dawî, pêşî bêdim: Xîret. Lê ji bo ku xîret pêk were jî divê hin tiştên din jî hebin. Hişmendî . Zanîn. Rêbaz û kirinên rasteqîn. Bi helwesteke jêneger ku ji bo hişmendiya netewî/şoreşgerî hewldan hebe. Hişmendiya girîngiya xwendin û nivîsandina kurdî bê vegotin, fêhmkirin, pejirandin… danesîn, derfetên aborî û derûnî û hewd. Birik, bibawerî… yeka din a girîng, bi baweriya min a herî girîng ev e ku kurdî, nivîskariya kurdî, berhemên kurdî bibin kaneya debarê. Mirov bi rehetî karibin ji vî karî nanê xwe bixwin. Ku kurdî jî bibe kaneya debara jiyanê astengiyên din nikarin xwe li ber geşdanê bigrin.

- Par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?

Bersiv: Bi qasî deh heb. Piretûkên ku ez bi weşana wan hesiyam û bala min kişandin min kirîn.

- Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?

Bersiv: Berî pêvajoya 20 salên dawî, di warê nivîskariyê kurdî de valahiyeke dîrokî û derûnî hebû. Ligel têkoşîna civakî/siyasî di vî warî de jî pêşketinên hêja pêk hatin. Di vê qadê de jî nola ku hesreta salan xwe bide der, derfetên xwendin û nivîsandina kurdî jî bi dest ketin, lewma nivîskarî jî bi carekê teqiya. Her çiqas ku di warê xwendinê de jî valahiyeke pir mezin hebe jî, xwendin li gorî vê kirûyê bi pêş de neçû. Ev ji firotina pirtûkan û ji pirsgirêkên ku xwe didine der diyar e jixwe. Ev yek ji bo zimanekî rewşeke xerab û xetereye. Ji bo xwendinê hewldan pir kêm in.


- Bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne? (Yanî ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)

Bersiv: Hişmendiya zanava netewî û şoreşgerî ye. Bi vê re nedîtina dahatûyê ye. Dîsa bi vê re girêdayî bêxîretî ye.


- Digel ku çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkûn e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be gelo dê nikare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…

Bersiv: Rast e, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan birêxistbûn û organîzasyon pêdiviyeke jêneger e. Ji bo vê yekê jî yekîtiyeke gelemperî jî divê ku nivîskar bikaribin bi hev re li kêşeyên xwe xwedî derkevin. Çareseriyên biserketî derxînin holê. Ji xwe rist û peywireke rewşenbîrî ya nivîskaran jî heye ku divê li gorê vê yekê jî tevbigerin. Helwesta xwe deynin û di nav hewldanan de bin.


- Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehêlin li benda şaredariyan! Helbet dikarin ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de)  Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?

Bersiv: Ev yek jî bi yekbûn û birêxistbûna nivîskaran ve girêdayî ye. Ji xwe ev kar karê nivîskaran e. Bi her awayî wisa ye. Wekî ku we jî got, hêzên din dikarin destekê bidin, alîkariya aborî û hwd bikin lê hêmanê sereke di van xebatan de divê nivîskar, rewşenbîr û rêxistinên wan bin.

- Wekî din hebin gotinên te fermo!....

Bersiv: Li vir bi taybetî mirov divê li ser rewşa nivîskar û rewşenbîran hinekî hûr kûr bibe. Wekî di pirs û bersivan de jî hate vegotin pirsgirêkên nivîskariya kurdî, pir in û bi hin pirsgirêkên din re girêdayî ne. Ne hewce ye mirov zêde vebêje û hin tiştan dubare bike lê çareserî hinekî bi çareseriya maf û daxwazên kurd ên siyasî ye. Ku ev çareser bû dê gelek problem jî bi vê yekê re çareser bibe. Bi hindikayî be jî ev wisa ye. Lê di roja îroyîn de, gelo nivîskar û kesên ku rist û peywira rewşenbîrî li ser wan e, yan ew xwe wisan dibînin di vî warî de çi qasî karê xwe dikin? Bi baweriya min ev yek şayanî nîqaşê ye. Heta vê kêliyê gelek xebat û çalakî ji bo azadiya zimanê kurdî, ji bo bidestxistina mafê kurdan hatine lidarxistin. Wekî dersdayina zimanê kurdî ku bi dizî li komele û malan dihatin dayîn. Wekî çalakiyên ku ji bo mafê zimanê dayikê, daxwaznameyên ku dane desthilatdarên dûgelê. Wekî dozên ku bi mebesta navguherandinê hatin vekirin. Mirov dikare hinekî din mînakan zêde bike lê ez bawerim mijar tê fêmkirin. Di vê pêvajoyê de piraniya nivîskaran gavek neavêt. Neketin nav hewldanekê. Mixabin bi rista nivîskarî û rewşenbîrî tev negeriyan. Ev kêmasiyeke etîkî, zanyarî û dîrokî ji bo nivîskar û rewşenbîran e. Di jiyana rojane de jî divê nivîskar ji civakê ne dûr be. Nivîskar nefsbiçûk be, ne qure be. Bi jiyana xwe, bi tevger û helwesta xwe bi gel re be. Ez wisa diramim.

Ez di wê baweriyê de me ku nîqaşa ku we daye destpêkirin dê xizmeteke baş bike ji bo çareseriyên zimên û her wiha wêjeyê. Mala we ava ku we wekî malpar ev derfet derxist pêşberî her kesî. Ligel rêz û silavan.

 

*Nivîskar Behlûl Zelal li Amedê dijî û pirtûka wî ya çîrokan a bi navê “Hemû Demsal Payîz in” par ji Weşanên Belkî derket.

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Nora’ li ser dikê li benda we ye

ad

Piştî 25 salan oxir be Toti

ad

Saziyên Amedê: Ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigirin ser milên xwe

ad

Cannesê dest pê kir

ad

Bazara Kedê ya Jinan mezin dibe: Du cihên kar ên nû hatine vekirin

ad

'Kara Vagon' li Yeşilçamê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname