Diyarname
Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) raporek li ser 148 welatan "Îndeksa Mafên Navneteweyî" belav kir. Li gor raporê di sala 2022'yan de Tirkiye ji bo xebatkaran ketiye nava 10 welatên herî xirab.
ITUC bi raporên amade dike balê dikişîne ser rewşa karkerên 148 welatî. Raporê wekî komên 1,2,3,4,5 û 5+ amade dike. Welatên herî xirab di nav koma 5'an de cih digirin. Yên di nav 5+ de cih digirin jî li wir jixwe hiqûq nîn e, wisa tê hesibandin. Tirkiye di nav koma 5'an de cih digire ku ev tê wateya "mafê karkeran ne di nav ewlehiyê de ye". Welatên wekî Iraq, Îran, Pakistan û Çîn jî di nav koma 5'an de ne. Lê di nav vê komê de 10 welatên herî xirab hene ku Tirkiye di nav van de ye.
Rapor ji bo sedema di nav welatên xirab de bûyînê jî ev yek nîşan daye: Qedexeya grevê, tewqîfkirina sendîkakaran û neyartiya sendîkavanî. Ji bilî Tirkiyeyê welatên din ên xirab jî wisa hatine rêzkirin: Bangladeş, Belarus, Brezilya, Kolombiya, Misir, Myanmar, Fîlîpîn, Esvatini û Guatemala.
Ji bo koma 4'an "bi awayekî sîstematîk binpêkirina mafan", koma 3'yan "bi awayekî bi pergal binpêkirina mafan", koma 2'yan "dubarekirina binpêkirina mafan" û koma 1'emîn jî "carinan binpêkirina mafan" hatiye diyarkirin.
ALMANYA YA HERÎ BAŞ E
Li aliyê di nav koma 1'emîn de 9 welat hene ku hemû jî welatên Ewropayê ne. Ew ji aliyê mafên karkeran ve wekî welatên herî baş têne hesibandin. Di nav van de Almanya di rêza yekemîn de ye. Piştî Almanyayê welatên wekî Avusturya, Daîimarka, Fînlandiya, Îzlanda, Îrlanda, Îtalya, Norwec û Swêd tê.
Di sala 2021'ê de jî Tirkiye di nav heman lîsteyê de cih girtibû.