• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Berhem

3 pirtûkên Eskerê Boyîk bi hev re çap bûn

Dîrok : 18 06 2022 | Beþ :

Berhem

Diyarname

Weþanxaneya Na sê pirtûkên cur bi cur ên nivîskar Eskerê Boyik derxistin. Ji van yek pirtûka helbestan û her duyên din jî lêkolîn in.

Cegerxwîn û Evdalê Zeynikê

Pirtûka yekemîn li ser du karakterên girîng ên cîhana kurdan e. Cihê Evdalê Zeynikê di nav dengbêjiya kurdî, cihê Cegerxwîn jî di nav helbesta kurdî de gelek diyar e. Nivîskar Boyik pirtûka xwe li ser van her du karakteran saz kiriye. Pirtûk ji du beþan pêk tê. Ew di vê pirtûkê de li ser edebiyata wan, þexsiyet û jiyana wan rawestiyaye. Her wiha ne tenê kesayet û edebiyata wan, qala aliyê wan ê folklorîk jî kiriye. Cegerxwîn Dengê Gelê Kurd e, Cegerxwîn û Folklora Kurdî, Cegerxwîn û Zargotin, Cegerxwîn û Stranbêjî, Bilbilê Welatê Serhedê: Evdalê Zeynikê, Zargotina Kurdî û Berhevoka “Folklora Kurmanca” hin sernavên pirtûkê ne ku li ser xebitiye.

Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza

Pirtûka din a Eskerê Boyik “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza” ye. Di vê lêkolînê de Boyik li ser Mîrzikê Zaza, Komkujiya Dela, Ridiwan Þerê Erenza Þêxan, Nameyên Mîrzikê Zaza ji Serleþkerê Rûs re, Kuþtina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta sekiniye. Ev naverok wek beþên serbixwe hatine

lêkolandin û nivîsandin. Mîrzikê Zaza kê ye, komkujiya Dela çawa bibû, ev gund û Ridiwan li ku derê bûn, þerê Erenza Þêxan kengê û li ser çi bû… Boyik bersiva van tev pirsan bi vê pirtûkê, bi gelek çavkaniyan dide.

Êzdîxana Min

Pirtûka din a Boyik pirtûka helbestan e û navê “Êzdîxana Min”hatiye çapkirin. Êzdîxana Min ew helbest in ku Boyik di navbera salên 1967-2021’ê de nivîsandine. Ev pirtûk wekî berhevoka helbestên wî ye. Helbestkar cih daye 56 helbestên hestiyar. Bi giþtî pirtûk xerîbî, koçerî, îmajên jiyanî, keser, dûrmayîna ji welêt, kuþtin û sembol û naverokên her wekî van dihewîne. 

Êzdiyatî û term û têgehên bi êzdiyatiyê re têkildar zêdetirîn bala mirov dikþîne di pirtûkê de. Laliþ, komkujî, Çarþema Sor, Þengal…

Eskerê Boyik kî ye?

Nivîskar Eskerê Boyîk di sala 1941'ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze, nehiya Aparanê, Komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye. Wî berê li gundê xwe dûre li gundên cîran xwendina xwe domandiye. Di sala 1966'an de înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê xilas kiriye û li înstûta ulm-îzgerîyê ya Êkonomîka Malhebûna Gundîtiyê de xebitîye. Ji pey xwendina Aspîrantûra wê înstîtûtê re dîsêrtasya xwe kirîye û têza kandîdatê ulmê Êkonomîkayê (Aboriyê) standîye, bûye doktor. Heta sala 1991'ê di wê înstîtûtê de wekî serwêrê parê kar kiriye. Heta niha bi dehan pirtûkên wî derketine.

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji bo zarokan seta Dilþayê derket

Ji bo zarokan seta Dilþayê derket

02 07 2022

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî çap bû

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî...

28 06 2022

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

27 06 2022

‘Komara Dînan’ vê carê wekî teksta þanoyê derket

‘Komara Dînan’ vê carê wekî teksta...

22 06 2022

Ev jî hene

Helbestên Berken Bereh li tirkî hatin wergerandin

Helbestên Berken Bereh li tirkî hatin wergerandin

03 06 2012

Çend mînakên ji Weþanên Do

Çend mînakên ji Weþanên Do

09 07 2016

Berhemeke li ser

Berhemeke li ser "Nasname û Çanda Kurd"

09 09 2008

“Tirsa bê diran” bi erebî jî derket

“Tirsa bê diran” bi erebî jî derket

12 06 2009

Pînokyo bi kurdî derewan dike!

Pînokyo bi kurdî derewan dike!

27 02 2012

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname