Festîvala Muzîkê tê
Diyarname
Tam nîvê sedsalekê, tam 50 sal, erê tam 50 sal in Festîvala Muzîkê hunermendên navdar tîne pêþberî temaþevanan û kêliyên bi coþ pêþkêþî wan dike.
Em qala Festîvala Muzîkê ya Stenbolê dikin. Festîvala ku ji aliyê ÎKS’ê ve tê organîzekirin îsal 50’emîn car lidar dikeve. Festîval îsal dê 6’ê mehê dest pê bike û heta 24’ê mehê bidome.
XELATA RÛMETÊ DIDIN OZKAN MANAV
Merasima destpêkirina festîvalê dê li Salona Opera ya AKM’ya Taksîmê li dar bikeve. Orkestraya Filarmonî ya Tekfenê & Kirill Gerstein, saet 20.00’an de dê konserê bide û bi awayê fermî festîval dest pê bike. Berî konserê de merasima xelatdayînê li dar bikeve. Di vê çarçoveyê de festîval îsal Xelata Rûmetê dide Ozkan Manavî. Ligel merasima vekirinê di hefteya pêþî de konserên li AKM’ê di çarçoveya “Beyoglu Kultur Yolu Festîvalî” de dê bêne pêþkêþkirin.
KONSERÊN DAWIYA HEFTEYÊ
Di festîvalê de di bin beþa “Muzîklî Bîr Hafta Sonu” (Dawiyeke Hefteyê Ligel Muzîkê) de ji bo zarokan û mezinan dê bê here konser bêne pêþkêþ kirin. Di nav konserên bê pere de yek jê jî li Þerefiye Sarnicî (10’ê mehê, saet 21.00). Çaglar Fidan (vokal, daire, def), Asineth Fotini Kokkala (kanûn) û Nikos Papageorgiou (tenbûr, lavta) bi konsereke taybet ku navê “Îstanbul: Þehrin Muzîgî” (Stenbol: Muzîka Bajêr) lê kirine derkevin pêþberî temaþevanan. Her wisa gelek gotûbêj û sohbet jî di festîvalê de dê li benda mêvanan bin.
KES Û KOMÊN NAVDAR
Di nav bernameyê de bi dehan kom û hunermendên navdar, orkestra û komên muzîkê hene. Komên muzîkên yên wekî Deutsches Symphonie-Orchester Berlîn, Orkestraya Filarmoni ya Tekfenê, Orkesetraya Filarmoni Ýstanbul Borusanê, Orkestraya Senfoni ya Bilkentê dê konserên xwe pêþkêþ bikin. Dîsa muzîkarên navdar ên wekî Anna Prohaska, Gautier Capuçon, Fazil Say, Kirill Gerstein, Alice Sara Ott bi hunera xwe dê biin mêvanên Stenbolê.
Ji bo agahiyên zêdetir:
- muzik.iksv.org/