Fotoyê rojê: Jin êdî dê wisa nûçeyan pêþkêþ bikin
Diyarname
Ev foto nû hatiye kiþandin û Associated Pressê (AP) îro belav kiriye. Rewþ ev e, êdî dê pêþkêþvanên jin bi vî awayî nûçeyan pêþkêþ bikin.
Li gor nûçeya ku hatiye belavkirin li ser fermana Talîbanê kanalên televîzyonê yên Afganistanê biryar dane ku pêþkêþvanên jin rûyê xwe bipêçin û bi vî awayî nûçeyan pêþkêþ bikin. Ev foto jî fotoyê pêþkêþvana TOLONewsê Sonia Niyazî ye ku piþtî vê biryarê, yanê nû hatiye kiþandin.
Kanalan berê biryar neanîn cih lê niha pêþkêþvanan ji bilî çav û eniyê wan rûyê xwe girtin. Pêþkêþvanên TOLOnews, Televîzyona Ariana, Shamshad TV û 1TV ev biryar anîn cih.
Pêþkêþvan Niyazî gotiye, "Talîbanê gotiye pêþkêþvanên ku rûyê xwe negire û derkeve pêþ ekranê dê ji kar bê dûrxistin."
Midûrê TOLONewsê Khpolwak Sapai jî diyar kiriye ku duh li wî geriyane û bi ayawekî teqez ji wan xwestine ku li gor biryarê tevbigerin. Piþtî zordariyê kanal mecbûr mane ku biryarê bînin cih.