Diyarname
Di THY Euroleageu ya Basketbolê de maça fînalê hebû. Maç di navbera tîma Spanyayê Real Madrid û tîma Tirkiyeyê Anadolu Efesê de bû. Maça ku vê êvarê hat lîstin Efesê bi 58-57 bi dest xist.
Maça basketbolê li paytexta Sirbistanê Belgradê bû. Anadolu Efes ku cara din jî kûpa bi dest xistibû û Real Madridê ku herî zêde ev kûpa bi dest xistiye hatin hemberî hev.
Maç li Stark Arena bû û çarîka yekem a maçê bi 18-16 bi serketina Real Madridê, di çarîka duyem de Madrid bi 34-29 li pêş bû û maç nîvî bû. Di çarîka sêyemîn de Madrîd hinek din pêş de çû, demek ferq derxist 9’an û di vê çarîkê de jî Real Madrid bi 42-40’î temam kir. Û di çarîka dawî, çarîka çarem de Efesê atak kir û bi 58-57 bi ser ket.
Anadolu Efes ku di sala 2021’ê de jî bi ser ketibû, bû du caran ser hev de di vê lîgê de bi ser dikeve.
Anadolu Efes di dîroka basketbola Tirkiyeyê de yekem car di sala 1996’an de li Ewropayê bi ser ketibû û “Kapaya Koraç” anîbû Tirkiyeyê. Niha, bi vê serketinê di dîroka xwe de bû 3 caran ji Ewropayê kûpayê dibe mala xwe.
Antrenorê Anadolu Efesê Aydin Ors e û par jî ligel tîmê ew bi ser ket.
LI EWROPAYÊ 10 TÎM
L Ewropayê 10 tîm heta niha du caran bi ser hev de bi ser ketine. Ev “Kûpa 1” a basketbolê ji sala 1958’an ve tê organîzekirin. Heta niha ASK Riga, Real Madrid, Varese, Cantu, Cibona Zagreb, Milano, Jugoplastika, Maccabi Tel Aviv û Olympiakos du caran ser hev de bûbûn şampiyon, niha Anadolu Efes jî li wan zêde bû.
BÛ MESELEYA HENEKAN
Midûrê Gşitî yê THY’ê Bilal Ekşi li ser serketina Anadolu Efesê ji ser twittirê re peyamek belav kir û di peyama xwe de navê “Efesê” (ku li Tirkiyeyê markeyeke bîra/meyê ye) bikar neanî. Midûr wisa nivîsî “…û Anadolu bi ser ket.” Ev peyama wî li nav tora civakî bû meseleya henekan.