logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îshak Tepe mir
  2. Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir
  3. Bijî serê heshesok
  4. Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn
news-details

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

KNK’ê ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand banga “Pêwîste bi her awayî û di her şert û mercan de, zimanê

  • Dîrok: 14/05/2022
  • Beş: Nûçe

Diyarname

KNK’ê ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand banga “Pêwîste bi her awayî û di her şert û mercan de, zimanê şîrînê kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin û li cîhanê jî zêdetir bê nasandin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe de gotiye, “Bi minasebeta rojên 14, 15 û 16’ê Gulanê, em Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd pîroz dikin. Di nava civaka me de, ev sê rojên han wekî cejna zimanê kurdî hatiye naskirin û tê pîroz kirin.  Armanca vê bîreweriyê ew e ku gelê kurd bi giştî û ew kesên kurdziman bi taybetî xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin.”

ZIMANÊ KURDÎ LAWAZ BÛYE

KNK gotiye li cîhanê her netewe xwedî rojên xwe yên taybet û bi nirx in, ew wan rojan wekî resentî û nirxên xwe yên neteweyî nas dikin û ev yek lê zêde kiriye, “Netewe bi wan bîreweriyan xwe şad û serfiraz dibînin û hebûna xwe xurtir û bi hêztir dikin. Lewre pêwîste gelê kurd jî mîna her neteweyekê resen û heyî xwedî li sembol, bîrewerî û boneyên xwe yên dîrokî derkeve, bi parêze, bilind û pîroz ragire. Heya ku civak, zimanê xwe di nav jiyana rojane de nede jiyandin, nikare hebûna xwe bidomîne û nasnameya xwe bi şêweyek zelal û bê kêmasî bide nîşandan. Ji bo vê ye ku dijmin û nehezên kurdan rastiya zimanê kurdî nas nakin û napejirînin. Mixabin! civaka me heya niha ev rastî wekî pêwîst nedîtiye, nas û fêm nekiriye. Civakê zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane da bi şêweyek pêwîst nedaye jiyandin, vê bandor li pêşketina ziman kiriye, wisa kiriye ku zimanê kurdî li hember zimanên dagirkeran sist, lewaz û qelis bimîne.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li ser vê rastiyê ew li ser navê Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), cejna zimanê kurdî pîroz dikin û dibêjin wateya qedexekirin, astengkirin û hewlên cudakariyê yên li ser zimanê kurdî tunekirina civakê bi xwe ye.

DEV JI NAKOKIYÊN XWE BERDIN

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kiriye, “Bi vê boneyê em bang li tevahî partî, dam û dezgeh, saziyên fermî, saziyên civaka sivîl, kesayetî û hemû beşên civaka xwe dikin ku dev ji nakokiyên pûç, bê wate û bê sûd berdin; werin em bi hev re milê xwe bidin bin barê ziman, zimanê me di xeteriyê de ye. Dema ziman nema nasname jî namîne û vê çaxê hebûn û nebûna me weke netewe dikeve ber sekerata mirinê. Her tişt ji dest diçe. Pêwîste dest bi dest, nifş bi nifş ziman û bi wê ve girêdayî çand û perwerdeya bi zimanê kurdî pêşde bibin û xwedî lê derkevin. Google yê çend sal beriya niha, bi hewl û keda komek dilsoz û welatparêzan zimanê kurdî (Zaraveya kurmancî) xistibû di nava lîsteya wergera xwe de, di vê mehê de jî Google yê zaraveya soranî jî xiste lîsteya wergera xwe. Em vê pêşketin û vê bûyera dîrokî ku rastî rojên cejna zimanê kurdî tê, li gelê xwe pîroz dikin. Pêwîste bi her awayî û di her şert û mercan de, zimanê şîrînê kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin û li cîhanê jî zêdetir bê nasandin.”

 

***

 

Li ser ziman nûçeyên eleqedar ên van rojan:

-  Li 19 bajaran lêkolîneke li ser bikaranîna zimanê kurdî hat kirin

- Roja Ziman: Va ne bajar bi bajar çalakiyên ji bo ziman 

- Roja Ziman: Bernameya Stenbolê 

- Ji bo zarokan atolyeya ziman hat çêkirin 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 09 11 2025

Îshak Tepe mir

news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

DEM Partî ji bo Stenbolê berendamên xwe eşkere kirin

ad

'Li ofîsa Burhan Kuzu ji bo girtina HDP'ê xebat tê kirin'

ad

Festîvala Fîlman a Duhokê dest pê kir

ad

Eyaleteke din dixwaze êzdiyên mexdûr bîne Almanyayê

ad

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

ad

Ji bo Şivan çîroka axirzeman

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îshak Tepe mir

  • 09 11 2025
news

Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir

  • 09 11 2025
news

Bijî serê heshesok

  • 09 11 2025
news

Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn

  • 08 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname