logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Dengê Helbesta Kurdî' derket
  2. Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro
  4. Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne
  5. Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket
news-details

Li 19 bajaran lêkolîneke li ser bikaranîna zimanê kurdî hat kirin

Navenda Lêkolînên Saha Sosyo Polîtîkê li 19 bajaran bi ser navê “Asta bikaranîna zimanên zikmakî kurdî û perwerdehî” lêk

  • Dîrok: 14/05/2022
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Navenda Lêkolînên Saha Sosyo Polîtîkê li 19 bajaran bi ser navê “Asta bikaranîna zimanên zikmakî kurdî û perwerdehî” lêkolîneke kir. Li gor lêkolînên sedî 99.2 beşdaran xwestiya ziman bê parastin lê talûkeya mezin ev hatiye destnîşankirin: Malbat bi zarokên xwe re bi tirkî xeber didin.
Va ne agahyên ji lêkolînê:

- Di navbera 20’ê avrêlê hu 5’ê gulana 2022”yan de lêkolîn hatiye kirin.

- Li bajarên wekî Amed, Batman, Wan, Agirî, Dêrsim, Entab, Culemêrg, Mêrdîn, Mûş, Riha, Şirnex, Semsûr, Edene, Enqere, Antalya, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, hatiye kirin.

- 2 hezar û 638 kesên ku zimanê wan kurdî ye beşdarî lêkolînê bûne.

- Ji beşdaran sedî 61 mêr, sedî 38.7 jin bûn.

- Ji beşdaran sedî 89.4 gotine em bi kurmancî, sedî 10.1 kirmanc/zaza û sedî 0,5 gotine em bi her du zavarayan rikarin biaixivin.
AXAFTINA BI KURDÎ

- Sedî 68.4 beşdaran gotine em her gav li nav mal bi zimanê zikmakî diaxivin. Sedî 22.8 gotiye carinan, sedî 6.7 gotiye kêm, sedî 2.1 gotiye em qet bi zimanê zikmakî nediaxivin.

- Sedî 54.1 gotiye em li kuçeyan/li nav jiyana civakî em bi tirkî diaxivin, sedî 44.6 gotiye em bi kurmancî li kuçeyan diaxivin, seî 1.2 gotiye em bi zazakî li kuçeyan diaxivin.

- Ji beşdaran sedî 47.6 gotine em pir baş bi zimanê xwe yê zikmakî fêm dikin. Sedî 24.2 gotine em baş pê fêm dikin. Sedî 34.3 gotine em di asteke pir baş de pê diaxivin, sedî 30 gotiye em baş pê diaxivin.

- Yên ku gotine em dikarin pir başş pê binivîsin sedî 20,5 derketiye. Yên ku gotine em qet nikarin pê binivîsin sedhi 21.8 derketiye.

- Ji yên zimanê zikmakî nikarin fêm bikin, hindik dikarin pê biaxivin pirsîne, çima? Sedî 52.8 gotiye dibistan an jî çavkaniyeke ku em pê zimanhe xwe yê zikmakî pêş ve bibim nîn e. Sedî 26.7 gotiye li nav malbatê li derdora min ji ber kes tuneye biaxive. Sedî 6.9 gotiye ji ber ku qedexe ye. Sedî 3.3 gotiye ji ber min dehf nedin derveyî civakê ez tenê hînê zimanê fermî bûme.

TEMENÊ 0-18 Û ZIMAN

- Li ser temenê 0-18 pirs hatiye kirin, sedî 72.8 gotiye di vî temenî de zarok li mal hene. Li ser pirsa din sedî 67.7 gotiye em ligel zarokên vî temenî bi kurdî diaxivin. Sedî 31.5 gotiye em bi kurdî nediaxivin.

- Li ser sedema neaxaftina ligel zarokan jî sedî 49.8 gotiye ji ber derdora me hemû tirk in loma. Sedî 20.9 gotiye bi qasî ku ez hîn bikim ez nizanim, sedî 10,9 gotiye ji bo li dibistanê zehmetî nekişînin.

HILBIJARTINA DERSA KURDÎ

- Li ser pirsa we li dibistanên ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî qet tercih kir, sedî 50.2 gotiye erê, sedî 49,8 gtine na.

- Li ser pirsa encam çawa bû jî sedî 42.7 gotiye ligel ku me daxwaz kir jî pol nehat vekirin, sedem negotin. Sedî 27 gotiye ji me re gotine bi têra xwe daxwaz nebûye. Sedî 19.9 gotiye ji ber mamoste nîn bû pol nehatiye vekirin. Sedî 5.2 gotiye pol vebû. Sedî 5.2 bersiv nedaye.

- Li ser pirsa hûn dixwazin zarokên we bi kurdî perwerdehiyê bibînin, sedî 99.3 gotiye erê. Tenê sedî 0.7 gotiye na.

DAXWAZA PERWERDEHIYA BI KURDÎ

- Li ser pirsa hûn li dibistanan perwerdehiya bi kurdî ya niha çawa dinirxînin, sedî 56 gotiye gelek ne baş e (têrê nake), sedî 16 gotiye têrê nake, sedî 8.6 gotiye ez bê biryar in, sedî 4.5 gotiye têrê dike, sedî 14.9 gotiye gelek baş e (têrê dike).

- Li ser pirsa hûn li ser perwedehî/hînkirina zimanê zikmakî çi difikirin, sedî 88.7 gotiye divê ji pêşdibistanê ve dest pê bikin û perwerdehî bi kurdî be. Sedî 7.8 gotiye ji dibistanan seretayî ve divê dest bi kurdî bikin, sedî 0,3 gotiye divê ji dibistana navîn-lîseyê ve dest bi kurdî bikin. Sedî 2.4 gotiye qurs û dersa hilbijarkî ya kurdî bes e. Sedî 0,5 gotiye perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne lazim e. Sedî 0,3 gotiye ji pêşdibistanê ve divê hem zimanê fermî hem zimanê zikmakî wekî zimanê perwerdehî bê bikaranîn.

PARASTINA ZIMAN SEDÎ 99.2

- Sedî 99,2 gotiye divê ziman bê parastin.

- Sedî 57.2 gotiye sedema neparastina zimanê zikmakî malbat in. Sedî 18.1 gotiye nebûna perwerdehiyê, sedî 9 gotiye koç û ji bîr kirina zimanê zikmakî. Sedî 8.5 gotiye nebûna statuya ziman.

- Li ser pirsa ji bo zimanê zikmakî bê parastin divê di rêza yekem de çi hebe, sedî 31.7 gotiye divê bibe zimanê perwerdehiyê, sedî 30.3 gotiye divê bibe xwedî statuya fermî, sedî 24.3 gotiye divê bibe zimanê fermî, sedî 8.2 gotiye divê malbat hînê zarokên xwe bikin.

 

* 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.  

 

 


***

 

Li ser ziman nûçeyên Eleqedar:

- Roja Ziman: Va ne bajar bi bajar çalakiyên ji bo ziman 

- Roja Ziman: Bernameya Stenbolê 

- Ji bo zarokan atolyeya ziman hat çêkirin 

 

***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com                

Parve Bike

Youtube Me

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 10 2026

Baranê 10 pûan li bendavan kir

news
  • 16 10 2026

Encamnameya Konferansa Kurd a li Parlemena Ewropayê: 20 xal

news
  • 15 10 2026

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

news
  • 15 10 2026

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Mizgînî!.. Ez bûm Şaredarê Qersê

ad

Ev der Tirkiye ye: 3 Gerînendeyên Ozgur Gundemê hatin girtin!

ad

101 Romanên Bi Kurdî Çawa Hatine Nirxandin?

ad

Serokên 5 baroyan hatin hilbijartin

ad

Li Almanyayê dê koalîsyoneke çawa bê avakirin?

ad

'Çalakiyên Newrozê hatin betalkirin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

  • 15 10 2026
news

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

  • 15 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro

  • 15 10 2026
news

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

  • 15 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname