Diyarname
Yekem car roja 19'ê avrêla 1987'an hat weşandin û tam bû 35 sal vê rêwîtiya xwe didomîne.
Em qala The Simpsons (Sîmpsonsî) dikin. Rêzexêzefîlmekî ye. Rêzefîlm niha bû 35 salî. Werin di vê salvegera xêzerêzefîlmî de em hin agahiyan ji nû ve bibîr bixin:
- The Simpsons ji aliyê Matt Groening ve hatiye afirandin. Di Foks TV de dest bi weşanê kir. Bû 35 sal weşana xwe didomîne.
- Sîmpsonî wekî malbateke amerîkî ya ji çîna navîn hatiye vesazkirin. Endamên malbatê Homer, Marge, Bart, Lisa û Maggie ne. Rêzefîlm li bajarekî xeyalî bi navê Springfieldê derbas dibe.
- Rêzefîlm rexneyan li çanda amerîkî, civaka wir, televîzyon û cureyên cuda yên gel digire. Li gor pêvajoyê carinan hin bibîrxistinan jî derdixe pêş.
- The Simpsons heta niha 25 caran Xelata Emmy, 26 caran Xelata Annie û carek Xelata Peabody girt. Ji bilî van jî gelek xelat girtine.
- Di 31'ê berfanbara 1999'an de kovara Time ew wekî rêzefîlmê herî serketî yê sedsala 20'emîn bi nav kir. Bi vê re Hollywood ket nav tevgerê û di 14'ê berfanbara 2000'î de li Kolana Hollywoodê stêrkek ji bo wan jî danîn.
- Xizmetên Posyayê yên Amerîkayê ji malbata The Simpson pûl çêkirin û belav kirin.
- Ew wekî sit-coma amerîkî ya herî temendirêj, bernameya anîmasyonî ya herî temendirêj a amerîkî li weşanê ye û rekor di destê wê de ye.
- Heta 2023'yan peymana wan a kişandina û belavkirina xêze rêzefîlmî heye. Piştî wê dê bidome yan na hê nayê zanîn.
- Heta niha jê fîlmên metrajdirêj jî hatin kişandin. Yek ji wan bi navê "The Simpsons Movie" ji aliyê derhêner David Silverman ve hat kişandin. Fîlmê ku di sala 2007'an de hat kişandin. Li temamê dinyayê 527 mîlyon dolar pere bi dest xist.