Lokman Polat
Ez ji xwendina romanên dîrokî gelek hez dikim. Her dema ku romaneke dîrokî derdikeve, dikirim û dixwînim. Di salên 1970’yî de rojnameyên rojane yên Tirkiyê romanan wek tefrîka her roj diweşandin. Di wan salan de du romanên balkêş ku xwendina wan gelek xweşa min çû û ji bo wê jî min her roj rojnameya rojane dikiriyan û dixwendin. Yek jê romana “Rasputîn” bû. Di wê romanê de têkilî û entrîkayên saraya kralê Rusan (Çarê Uris), (peyva kral bi tirkî nîne, bi rusî ye) dihat behskirin. Ya din jî romana bi navê “Kleopatra” bû. Kleopatra jî kralîçeya – prensesa - Misrê bû. Ji nesla Fîravûnan dihat. Di şerê navbera Misrê û împaratoriya Roma’yê de, Misir têk çûbû. Împaratoriya Roma û împaratorê wan Sezar bi ser ketibû. Di nav Sezar û Kleopatra’yê de hîsên evînî dest pê kiribû. Sezar bi Kleopatra re zewicî bû û jê kurik çêbûbû. Piştê ku Sezar tê kuştin, Kleopatra û generalê ordiya Roma’yê Markos dibin evîndarên hev, ji hevdu hez dikin. Piştê kuştina Sezar, di şûna wî de Ostavîoz dibe serdarê împaratoriya Roma’yê. Kleopatra û general Markos desthilatdariya împaratorê nû Ostavîoz qebûl nakin û li dijê împarator Ostavîoz şer dikin, lê bi ser nakevin. Împaratorê Roma’yê yê piştê Sezar, temamê Misrê dagir dike û dixwaze Kleopatra’yê esîr bigre. Kleopatra ji bo ku esîr (destegîr) -dîl- nekeve destê leşkerên Romê, marê bi jehr berdide laşê xwe û xwe dikuje.
Piştê van herdu romanan, di nav pêvajoya jiyanê de min gelek romanên din yên dîrokî (ji romanên dîrokî qesta min romanên ku li ser bûyerên dîrokî lê di dema me de hatine nivîsîn) xwend. Herî dawî min romana li ser Omer Hayyam, du roman li ser Hasan Sabah û romana jiyan û têkoşîna bawermendê sofîstan, Helacê Mansur xwend.
Du qategoriyên romanên dîrokî hene. Yek jê; roman li ser bûyerên rasteqînî yên dîrokî û şexsiyetên dîrokî hatine hunandin. Ya din jî; li ser bûyer û kesên mîtolojîk hatine nivîsîn. (Her wekî romana Gilgameş û Enkîdo.) Di romanên mîtolojîk yên dîrokî de, ew bûyer di dîrokê de bi rastî çêbûye yan nebûye û ew kes, ew leheng bi rastî hebûye yan tunebûye kes nizane. Qalkirina wan bûyer û lehengên mîtolojîk bi xeyalî hatine afirandin.
Roman û çîrokên ku behsa lehengê Yunanî Herkul û lehengê kurdan Mîrze Mihemed dikin, hemû jî xeyalî ne. Kesek nizane ku bi rastî jî Herkul û Mîrze Mihemed hebune yan na. Çîrokên gelêrî yên ku di nav kurdan de li ser Mîrze Mihemed têne gotin wek çîrokên hezar û yek şevî ne. Hemû jî xeyalî ne.
Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman.
Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokî nîn in. Malzemeyê dîrokzan belgeyên rastîn û şîroveyên îlmî, zanîstî ne. Yê romannivîser fiction, xeyal, îmge, kurgu, tevn û taswîr in.
Belê, romanên dîrokî pirtûkên dîrokî nînin û herweha belgeyên ku behsa dîrokê dikin nînin. Ew kesên ku bi têgihiştineke şaş romanên dîrokî weke belge û pirtûkên dîrokî dibînin, şaş in, ev neraste. Romana dîrokê dîmeneke ji dîrokê şîrove dike, bûyerên wê demê li hevûdu dihone, çîrokek raberî xwendevanan dike û berhemê bi şêweyeke hunerî û edebî dixemilîne. Romannivîser bi sînorkirîye û heqî tune ku rastiyên dîrokî berevajî bike. Di romanên dîrokî de zanyariyên li ser dîrokê tê ravekirin û bal dikşîne ser bûyerên dîrokî. Bi mebesta romana dîrokê nivîskar ango romannivîser xwedevanan sewqê hînbûn û lêkolîna li ser dîrokê dike. Lewre jî, divê pirtûkên dîrokzanan li gor rastiya dîrokî û romanên romannivîser li gor hunera edebî bêne şîrovekirin.
Niha hem li dinê û hem jî li Tirkiyê gelek romanên ku li ser bûyerên dîrokî û li ser şexsiyetên dîrokî hatine nivîsîn gelek têne weşandin û pir jî têne firotinê. Romana li ser Fîravûnên Misrî, ya li ser Keleopatra, romana Îskenderê Mezin, ya Hanîbal, romanên li ser Omer Hayam û Hesen Sebah, întreseya xwendevanan dikşîne û gelek têne xwendin. Gelek nivîskarên biyanî û yên Tirk li ser Padîşah û Xanim Sultanên Osmanîyan gelek roman nivîsîne û ev romanên wan di seriya lîsteya firotina pirtûkan de cihên xwe girtine.
Romana dîrokî di sedsala 19’an de bi romannivîs Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn, Cervantes, û hwd, berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gorê rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn.
Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya misrî ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye. Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe. Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.
Helbet armanca romannivîserên ku romanên dîrokî dinivîsîn, bûyerên dîrokî ronahî bikin nîn e. Ew bûyerên dîrokî li gorê hunera edebî û haceta estetîkî li hevudu dihonin. Tiştên ku însanan eleqeder dike di nav dekora dîrokî de qal dikin. Dekor dekoreke dewlemende û di nav vê dekorê de mirin, jiyan, evîn, tenêtî, hestên şehwetê, vijdan, dirustî, durûtî û herweha gelek tiştên ku însanan eleqeder dike hene.
Di hemû romanên dîrokî de sazkirinên hunerî û edebî hene. Di bin ronahiya bûyerên çûyîn de ji ceribandin û tecrûbeyên çûyîn ders derxistin heye. Romannivîsên romanên dîrokî bûyerên çûyî li gor dema nû dinirxînin, lê îskeleta berhema xwe li gor demên dîrokî saz dikin. Di sedsala 19’an de nivîskar Walter Scott bi nivîsa romanên dîrokî, rê vekir û gelek nivîskarên cîhanê li ser vê rê û şopê meşiyan û wan jî bi sedan romanên dîrokî nivîsandin. Hinek nivîskar di vê hêlê de bi serketin û berhemên pir bi qîmet yên giranbiha nivîsandin. George Lukacs dibêje “Serketina romanên dîrokî ev e ku, ew gihaştin radeya destanan.”
Di van çend salên dawîn de romannivîsên Ewropî metodek nû dane ber xwe. Nivîskarên romannivîs yên Ewropî destanên mîtolojîk ji nûh ve wek roman dinivîsin. Em bibêjin Homeros destana Îlyada nivîsiye, romannivîsekî niha vê destanê wek roman ji nû ve nivîsiye û weşandiye. Gelek bûyer û destanên mîtolojîk wek roman hatine nivîsîn. Her wekî destana Gilgameş û Enkîdo, şerê Toroya’yê û hwd bi şêweya romanê hatine afirandin. Li ser Fîravun’ên Misrê, li ser Hz. Musa, Hz. Îsa, Hz. Muhammed, Hz. Alî, Hz. Dawid, Hz. Silêman û serdarê kokkurd Selhadînê Eyubî, damezrevanê hêza fedaîyan Hasan Sabah, Siltanên Osmanî’yan, çarên Rus’an û lehengên bi nav û deng yên dîrokî, herwekî Robîn Hod, Willhelm Tell û Rustemê Zal, roman hatine nivîsîn.
Helbet romanên dîrokî, dîrok bi xwe nîn e. Lê di nav xwendevan û dîrokê de dikarin bibin pirek. Dîrok anku pirtûkên dîrokî yên îlmî-zanîstî pêvajoya civakan ya aborî, siyasî, çandî, civakî û psîkolojîkî dinirxînin, analîz dikin. Roman metnên edebî ne. Romanên dîrokî hinek aliyên civakî yê dîrokî radixe holê û bi hunerî hîtabê hestên mirovan dike. Romanên dîrokî ji îlmê dûrin, di wan de xeta û kêmanî gelek in û hêza manîpulasyonê zêde ye. Ev jî xwendevanan ber bi hîsiyatê ve dikşîne û li wan tesîr dike.
Di van demên dawîn de hinek nivîskarên Post-modernîst jî dest pê kirin û romanên dîrokî nivîsandin. Wan berhemên xwe bi şêweyeke nû, bi terzek nû nivîsîn û bi îmajan berhemên xwe xemilandin.
Di edebiyata kurdî de nivîsîna romanên romana dîrokê bi Ereb Şemo dest pê kir. Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Erebê Şemo ye. Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Şemo serî kişandiye. Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê –fermandarê - kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû, hatiye nivîsîn. Romana Ereb Şemo ”Dimdim” romaneke gelek baş e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin.
Romana min a bi navê ”Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” jî ji ber bûyera serîhildana Şêx Seîdê nemir hatiye nivîsîn. (Ev romana min li Swêdê hatibû weşandin. Li welêt hêj nehatiye weşandin û neketiye destê xwendevanên kurd yên li welêt.) Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” (Ev li Stenbolê hate weşandin û kete destê xwendevanên kurd yên li welêt.) bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e ku bi xeyalî, bi zimanekî wêjeyî, bi hunera edebî û bi şêweyeke nûjenî bi forma kurteromanê hatiye afirandin.
Di merhela destpêka hertiştî de qelsî û kêmanî hene. Di nav pêvajoyê de qelsî û kêmanî ji holê radibin û dikemilin. Di nav edebiyata kurdî de jî, modelên romanên dîrokî ku mijara wan li ser bûyerên dîrokî ye hindik in. Lêbelê êdî waye nivîskarên kurd dest avêtine vî karî û cure cure romanên kurdî diafirînin û hinekên wan romanên xwe li ser mijarên dîrokî û bûyerên ku di dîrokê de qewimîne dihonin û diafirînin.
Piştî van hevokên gelemperî yên derbarê romanên dîrokî de ez dixwazim behsa romana Îlhamî Sîdar ya bi navê ”Tehma Xweliyê” bikim. Romannivîserê kurd Îlhamî Sîdar pêşî bi tirkî çar roman nivîsî. Ew herçar romanên wî aîdê edebiyata tirkî bû. Wî paşê tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kir û dev ji tirkî nivîsîna roaman berda û bi kurdî romana xwe ya bi navê ”Tehma Xweliyê” afirand.
Romana Îlhamî Sîdar ”Tehma Xweliyê” di nav weşanên ”Aram” de li Amedê derketiye. Roman 106 rûpel e û yanzdeh beş e. Romana ”Tehma Xweliyê” romaneke dîrokî ye lê bi şêweyeke nûjenî û bi form û teknîkeke hunerî û bi zimanekî edebî hatiye nivîsîn.
Bi kurtahî naveroka romanê wehaye. Roman bi forma ”ez” hatiye nivîsîn. Vebêjê romanê bi vê formê mijarê û bûyeran rave dike. Zimanê pirtûkê edebî ye, sivike, xweş e. Nivîskar bi zimanekî helbestkî û bi formeke edebî wê nivîsiye. Ji xwe nivîskar netenê romannivîsere herweha helbestvane jî. Bi tirkî du pirtûkên wî yên helbestan hatine weşandin.
Roman bi ravekirina rêwîtiyeke dest pê dike. Leheng û herweha vebêjê romanê xortekî hijdehsalî ye. Bi sê zimanan, bi tirkî, farisî û arebî zanê. Ew di Qesra Yavuz Siltan Selim de jiyaye û ji malbata ke aristokrate. Ji ber sedemê bûyereke ku tê serê wî, ew li rastiyê digere û derdikeve rêwîtiya li pey rastiyê. Rêwîtiya dijwar ku ber bi çiyayê Kurdistanê ve hildikişe. Ew ji çemê Feradê derbasê alî din dibin û di navbera Meyafarqîn û Hezo de rêwîtiya xwe didomînin.
Dem dema împaratoriya Osmaniyan û Safewiyan e, ango sedsala şanzdeh e. Di wê demê de Sultan Selîm Xan rêvebirina Kurdistanê dabû destê mîr û begên kurdan. Yanî ew dem Kurdistan xweser bû. Vebêj, ango serlehengê romanê û yên ku pê re ne, deh roj berê ji bajarê Konstantînê (Stenbol) derketine û niha li Kurdistanê ne. Ew ê biçine bajarê Bedlîsê. Vebêj di rêwîtiyê de xwendevanan jî bi xwe re derdixe rêwîtiya dîrokê. Ew behsa Îskenderê Zulqileyn, Şah Îsmaîlê Safewî, Îdrîsê Bedlîsî, ola Zerdeştî û Êzîdiyayetî û rewşa Kizilbaşan dike û herweha navê bajarê Bedlîsê jikur hatiye, kela Bedlîsê kî daye çêkirin diyar dike..Nivîskar bi devê vebêj di romanê de şopên dîrokî radixe ber çavên xwendevanan.
Bi rêwîtiyeke ruhanî li diyarên egzotîk ger, balkêş e. Vebêj bi serpêhatiya ruhî vedibêje û ji serekaniya lêgerînê avê vedixwe. Di vê rêwîtiyê de zahmetiyên xwezayî û nakokî derdikevin pêşiya rêwiyan. Vebêj bi awayekî li xwegerîna derûnî, di rêwîtiya ronahiyê de dimeşe. Ew rewşa demê ya sosyolojîk û psîkolojîk rave dike. Rêwîtî ber bi felsefeya Mewlana û Atar ve dimeşe. Ji bo lehengê romanê, ev rêwîtî rêwîtiyeke pîroze û herweha lêgerîna li ronahî û rastiyê ye.
Vebêj li bajarê Bedlîsê Mîr Şerefxan û Şêx Ebu Reyhanê Kurdî dinase. Ji gelek pirsgirêkan û herweha ji pirsgirêkên siyasî, civakî û çandî yên kurdan hayidar dibe. Bi çavên xortekî hijdehsalî ê arîstokrat rewşa civakî, siyasî û çandî a Kurdistanê ya wê demê tê rave kirin û panoramayeke derdikeve holê. Nivîskar bi çavên vebêj berê projeksiyona xwe dide ser dem û dewrana wê demê.
Piştî rêwîtiyeke zor û zahmet lehengê romanê digîşe bajarê Bedlîsê û derdikeve hizûra Xan. Xan li ser textê yê biriqandî û heybet û îhtîşam rûniştiye. Ji bo ku leheng arîstokratekî esîlzade ye, li gor qaîdeyên protokolê li pêşberê Xan radiweste û bi rêzdarî xwe didewîne û diçe destî maçî dike û paşve vedikişe. Diyariyên ku wî bi xwe re ji bo Xan aniye keyfa Xan tîne cih.
Leheng li bajarê Bedlîsê di qesra Xan de dibe mêvan. Gelek qedr û qîmet jê re digrin. Ew li qesrê alim û şaîrên ehlê tesewifê dinase û bi wan re sohbet dike. Ew bi Ferîdûnê Nîşabûrî re dibe dost. F. Nîşabûrî xwedî nêrînên tesewifî ye û ew pirtûka xwe ya Mesnewî dinivîse.
Ew dem, Şêx Ebu Reyhanê Kurdî bi navûdeng e. Xan, mîr û axaler diçine dergaha wî û ew ziyaret dikin. Vebêj ango lehengê romanê jî diçe serlêdana şêx. Di çavên wî de şêx wekî fîlozofekî dixuye. Ew dicirife û diçe destê şêx macî dike. Şêx hinek pirs jê dike û ew jî bersiv dide. Li gorê wî şêx wî îmtîhan dike. Di encama pirs û bersivan de şêx dibîne ku ew yekî bi îdraq e. Şêx lê şîretan dike û Ew jî di murşîdiya şêx de şanaz dibe.
Lehengê romanê bi waaz û şîretên Şêx û herweha bi rênîşandana şêx, di hest û ruhê xwe de, di hiş û mejiyê xwe de ber bi ronahiyê ve diçe. Ew di navbera pênaseya evîna mecazî û ya rastî de diçe û tê. Di encamê de lehengê romanê dibe arî û xwelî. Bi vî awayî nivîskar di ‘Tehma Xweliyê’ de li gorî şert û şirûtên dema ku roman lê derbas dibe li der û dora ‘Wahdetî Wucûdê!’ diçe û tê. Nivîskar bi devê hinek tîp û fîgurên cur bi cur ku di romanê de cih girtine, çîrokên mînor yên balkêş pêşlêş dike. Herweke çîroka “Qaqnûsê bedew” , Mewlana û Şems” , “Leyla û Mecnûn” , “Şêxê Senan” û yd, bi şêweya çîrokên mînur li romanê hatiye xemlandin. Di van çîrokan de derd û kulên heyî tê ravekirin û rastî û ronahiya olî û tesawufî tê ravekirin. Lê, gelo di esasê xwe de rastî ol e, tesawife yan na, ev mijara minaqeşeyê ye. (Ji bo bawermendên olî rastî û ronahî do ol û tesawufê de ye. Lêbelê ji bo materyalîst, sosyalîst û ataîstan rastî û ronahî di ol û tesawufê de nîn e.)
Roman ji hêla felsefî ve xurt e. Di romanê de felsefeya Suhrewerdî, rindî û ronahî, û herweha felsefeya Wahdetî Wucûdê heye. Felsefeyên ku bi rengê tesawufî hatine xemlandin tê pêşkêşkirin. Lehengê romanê bi rênîşandana şêxekî ber bi ronahiyê ve diçe. Bi ya min ol û felsefeyên olî ji bo kurdan nikare bibe ronahî. Tarîqat û dergahên olî, Nexşîbendî, Qadirî, Nurcî û hwd, herweha Mewlana, Atar, Hafiz, Xezalî, Îmamê Azam, Mewlana Xalid, Geylanî, û gelek fîlozof û alimên ola îslamê ji bo derdê kurdan nebûne derman û ji bo azadiya gelê kurd û rizgariya Kurdistanê nebûne ronahî.
Dema lehengê romanê fêrê dîtin û ramanên Sohrewerdî dibe, herweke ku ew xwe û rastiya xwe, di nava ronahiya deryayê de bibîne û xwe bigihîne rastiyê. Sohrewerdî fîlozofekî herî pêşketî yê dema xwe bû û xwedî bîrûrayên felsefî yên rindî û ronahiyê bû. Ew bi fermana Selhaddînê Eyubî ê kurd hate kuştin.
Belê, Selhadînê Eybû Sohrewerdî da kuştin. Serdarê hêza Îslamî, serokê dewleta Eyubîyan, Selhadînê Eyubî bi eslê xwe kurd bû. Ew di dema hukumdariya xwe de mirovekî adaletperwer û demokrat bû. Lê ev adalet û demokratbûna wî ji bo kurdan nebû, ji bo yên din bû. Di dema Selhadîn de fîlozofekî kurd ku navê wî Şahabeddîn Sûhrewerdî bû dijîyan. Ew mirovekî herî zana yê dema xwe bû. Di romana Mehmed Uzunî ”Mirina Kalekî Rind”de felsefeya rindîyan tê ravekirin. Lehengê romanê kalê rind felsefeya rindîtiyê diparêze.
Damezrevanê vê felsefeyê Şahabeddîn Sûhrewerdî (1153 - 1191) zana û ramanwereke kurd e. Wî felsefeya Zerdûşî û Mazdeîyê bi dîtin û ramanên xwe ve hunandiye û felsefeya rindîtiyê pêk anîye. Ev felsefe di Kurdistanê û Îranê de û di Surîyê û Misirê de gelek belav bûye.
Felsefeya Şahabeddîn Suhrewerdî rindî û ronahî ye, zanîn e. Însanî û exlaqî ye, etîk e. Wî felsefeya xwe ji bo pêşketina însanîyetê pêşkêş kiriye. Li gorê wî, zanîn û raman, îlîm û fikir, li cîhanê tiştên herî bi nirx in, bi qîmet in. Ew civaka ku têde hiqûq tunebe, zanîn tune be, pêşve nakeve. Ji bo pêşketina civakê aqil, zanîn, îlîm pêwîst e. Suhrewerdî van dîtinên xwe di berhema xwe ya bi navê ”Heykelên Nûrî” de tîne zimên.
Di dema me de, yanê di esra bîstan de; civaknas, fîlozof, ramanwêr, sîyasetvanên sosyal girîngîyê didin dîtîna ”Her tişt ji bo însanî. ” Mirov dinêre, ev dîtina ku îro bi her awayî tê parastin û bûye dîtina bi mîlyonan kesan, ji vir neh sed sal berê, yanê di esra yanzdan de ji alî Suhrewerdî ve hatiye parastin. Suhrewerdî gelek girîngîyê daye însanan, ji însanan hez kiriye, felsefeya xwe li ser evîna însanan hunandiye û fikr û ramanên xwe li ser bingeha ”Her tişt ji bo însanan” damezrandiye û vê fikrê xwe belav kiriye. Wî guhartin û pêşketinê di însanan de dîtiye. Wî ji sîstema cîvakî, fikrên sosyal cîvakî parastiye, heta mirov dikare bibêje fikrên wî fikrên sosyalîstiyê ya klasîk e, îdealên wî wek îdealên Xalacê Mensûr îdealên wekhevîyê, azadîyê, ronakbîrîyê ne.
Şahabeddin Suhrewerdî, wek îslamîya desthilatdar nefikiriye. Ji xwe ew di jiyana xwe de tim li dijê desthilatdariya îslamîya dagirkerîyê derketiye. Ew, Xweda/ê wek Hz. Muhamed taswîr nake. Taswîra wî ya ji bo Xwedê li ser bingeha hulqandina însanan e. Ew însanan li ser hertiştî ve dibîne û Xwedê jî di însên de dibîne. Suhrewerdî dibêje ; ”Însan Xwedayê nîvco ye, Xwedê însanê mukemel e.” Ew Xwedê wek însan, însan wek Xwedê dibîne. Însan bi eqil û fikrê xwe, bi hihûqa xwe, bi hestên xwe, bi evîna dilê xwe spehîye, însan ji guhertinan re, ji pêsveçûnê re vekiriye û bi vê hawayî digihîse ronahîyê. Rindî fazîleta însanan e.
Suhrewerdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne. Li gorî wî madde dikare bibe ruh, bi can bibe, û ruh dikare bibe made, bê can bibe. Îslamîya doxmatîk vê fikrî qebûl nake. Li gorê wan ruh nabe made. Însan ji ruh çêbûye. Made tune. Di felsefeya Suhrewerdî de zeman û mekan heye. Di cîhanê de her tist li ser hevûdu tesîr dike. (Ev dîtineke dîyalektîkî ye. Suhrewerdî bê ku navê dîyalektîkê bike, gelek tiştan li gor dîyalektîkê rave dike. Û di gelek waran de wek materyalîstan difikire.) Made tê guhertin, made di gelek siklan de ye, lê berdewamiya xwe her didomîne. Bi kurtahî felsefeya wî, felsefeya tarîtî û ronahîyê ye.
Ji ber vê felsefeya wî, ew hatiye xîşm û xezeba olperestên îslamîst. Desthilatdarên îslamî lê hatine xezebê û bi hawakî trajîk wî kuştine. Di kuştina wî de, trajedîya herî balkêş jî ev e ku; ew fîlozofekî kurd bû û ji alî Sultanekî, Serdarekî kurd de hate kuştinê. Kurdekî weha deha, zana, çawan mirov wî dikuje? Heger Selhadînê Eyubî wî nekuştana, bêhêjtana fikr û ramanên wî di nav civakê de belav bibana, dê îro gelê kurd gelek di pêşte bana. Azad bana. Lewra, di felsefeya Suhrewerdî de ji dagirkeran re xizmet kirin tune ye, berxwedan heye. Gera li pey heqîqetê heye, rêveçûna di riya ronahîyê de pêşketin heye, spehîtî û rindîtîya însên heye.
Lehengê romana nivîskarê kurd Îlhamî Sîdar ya bi navê “Tehma Xweliyê” fêrê dîtin û ramanên Sohrewerdî dibe, felsefeya wî diparêze û ew xwe û rastiya xwe, di nava ronahiya deryayê de dibîne û xwe digihîne rastiyê.
Ew her car diçe tekya şêx û perwerdeyiya xwe didomîne. Li gor wî çawa be ew di encama perwerdeya xwe de ji daxwazên laş dûr ketiye. Lê, dema ew wan çavên reş dibîne, weke çavên xezalê lê tesîr dike û ew dikeve bin bandora wan çavan. Êdî gavên wî derveyî vîna wî lingên wî ber bi wan çavên xezalî ve dibe. Li pey pencereyê çavên reş lê dinêre. Ew dil û ruhê xwe, hest û giyanê xwe teslîmî wan çavan dike. Xwediyê wan çavên reş jineka bi navê Zelîxa ye û ew mêrkirî ye. Zelîxa şahê bedewiyê ye. Pir rind e, spehî ye. Dema ew bangê wî dike û ew diçe cem wê, li pêşberê wî herweke ku şahê horiyan bi rûyên xwe yên bedew lê dinêre. Herdu çavên wê yên xezalî wek almasê diçirisin.
Di qalkirina têkiliyên zayendî yên lehengê romanê û Zelîxayê de dîmenên erotîk yên serketî hene. Şayanê pesnê ye ku nivîskar di ravekirina sahneyên erotîk de bi cesaret e û li ser ravekirina xwe sansor, otosansor daneniye. Pevşabûnên leheng û Zelîxayê hest û ruhê xwendevanan coş dike, mirov xweşhal dike.
Têkiliyên zayendî yên herduyan, pevşabûnên leheng û Zelîxayê di esasê xwe de li gorê ola îslamê zinya ye, guneh e. Leheng bi arzûyên xwe nikare û vê gunehî pêk tîne. Jinek ewqas delal û spehî wî xistiye bin bandora şehwetê. Zelîxa jî bi tîbûniya evînê ketibû û niha xoşewîstê dilê xwe dîtibû. Ew herdû bi hevre xwarin dixwin, şerab vedixwin, pevşadibin, şadimaniyeke bêpayan di radeya bilind a şehwetê de pêk tînin. Zewqên ku Zelîxa bi wî dide tehmmijandin, wisa dike ku êdî çavên wî ji Zelîxa pê ve tu tişt nabîne. Ramûsanên wê, mist danên wê, misandina lêvên wê zewqeke bêpayan dide wî.
Mêrê Zelîxayê, navê wî Evdilfetah e û ew bazirgane. Diçe bazirganiyê, li herêmên curbecur digere. Zelîxa jî di keyf û zewqa xwe de ye. Leheng jî di hemêza Zelîxayê de wekî kesekî afyonkêş hay ji xwe tunebû ku ji armanca xwe dûr ketiye û li pêşberê wî heqîqet bi perdeyeke reş hatiye veşartin. Ew di nav cîhana taybet ya pevşabûnê de ji her tiştî dûr ketibû.
Li nav bajêr xelk bi têkiliyên wî û Zelîxayê hesiya bû. Haya wan jê nîn bû ku ev têkiliya wan di devê gel de bûye wek benîşt. Evîna wan, dilşabûna wan a bi hevre çavên wan kor kiribû û ji xeynê cîhana xwe ya evînî tişteke din nedidîtin. Ew ketibûn nav zewqên pevşabûnê.
Ruhê wî lewitîbû, lê wî bi telqînên şêx ruhê xwe paqij dikir. Ew di nav evîn û armanca xwe de neçar mabû. Neçariyê wî diêşand, tîr û qilûnç dixist hest û ruhê wî, laş û bedena wî û derbirînên wî kûr dikir, birînên wî xwê dikir. Ew ji rewşa xwe ya derûnê nexweşhal bûbû. Mejîyê wî tevlihev bû. Lê, dema diçû cem Zelîxayê û pê re şadiman dibû, pevşabûnê wî dixist halekî xweşhal, hestên şehwetê ew mest dikir.
Wî û Zelîxayê bi zewqeke mezin bi hevûdu re derbas dikirin. Rojên wan bi bextewarî derbas dibû. Evînê wî ji rastiyên dinyayê kor kiribû, bedewiya wê bi bengîtiyê ruhê wî dagir kiribû. Ew bûbû muptelayê Zelîxayê. Divê ew bi xwe veeqiliyana, ji nav vê sergêjiyê derketana. Ji bo wî riya rast û riya şaş tevlihev bûbû. Şêx lê şîret dikir û jê re çîrokên balkêş digot. Dema şêx jê re çîroka evîna Şêxê Senan got, naveroka çîrokê li ser tesîr kir. Çendeke ew ji Zelîxayê dûr ket û wî xwest li pey heqîqeta evînê bigere û vê rastiya vê heqîqetê binase.
Wî dixwest bi murşîdiya şêx bizanibe bê evîn çiye, riya ku heta niha wî şopandibû çi rê bû, ew kî bû û li çi digeriya? Ew di encama lêgerîna bersîva van pirsan de gelek tiştên baş û hêja fêr dibe. Tiştên baş û balkêş ku ew fêr dibe, ez li vir binivîsim dê ev nivîsa min gelek dirêj bibe, lewre jî ez nanivîsîm. Lêbelê ev tiştên ku ew fêr dibe hemû di nav rûpelên romanê de hene û divê xwendevan romanê bi tevahî bixwînin û van tiştan, ango heqîqeta du aliyên evînê, rastiyê û ronahiyê ew jî fêr bibin.
Nêzîkbûna hestê wî û Zelîxayê, têkiliyên zayendî yên di navbera wan de, di esasê xwe de bi pêwîstiyên laş ew nêzê hev dikirin. Ew bi şîretên şêx li xwe vedigeriya û bi rastiyên xwe dihesiya. Şêx jê re çîroka evîna Mewlata û Şems dibêje. Ruhê cêwî çiye, çawaye di vê çîrokê de tê ravekirin.
Mesela ruhê cêwî bi çîroka evîna Mewlana û Şems baş tê ravekirin. Li gorê rîvayetê (ku li gor şêx heqîqet e) her însan xwedî ruhê cêwî ye, lê ev herdu ruh ji hev vediqetin, ew li pey hev digerin, piraniya wan hevûdu nabînin, lê dema hev dibînin êdî ji hevûdu venaqetin. Herwekî Mewlana û Şems. Di evînên weha de xwedêgiravî evîna madî – û herweha têkiliya zayendî – tune, evîna ku di hundirê xwe de cewhera Xweda/ê berşê dide, ango evîna manewî, ruhî ye. Ruhên cêwî ji yek cewherê pêk tên û dema rastê hev tên, êdî hev bernadin û hevûdu temam dikin.
Di romanê de çîroka Ristemê Zal û Suhrab jî tê qal kirin. Vêca ne şêx, lê xan, xanê Bedlîsê jê re bi kurtahî vê çîrokê dibêje. Xan dibêje “Dîroka kurdan bi qehremanan tijî ye, ji van ê herî tê nasîn Ristemê Zal e.” Gelek xwendevanên kurd vê çîrokê pir, hindik zanin. Loma ez behsa naveroka çîrokê nakim. Lê ez vê bibêjim, dîroka kurdan ji dema Ristemê Zal heta vê şerê dawî ê ku 27 salin didome û hêj berdewame, bi lehengên kurd tije ye. Lehengên şehîd yên şer û berxwedana kurdan şehîdên pîroz in, mêr in, mêrxas in û bi rastî jî qehreman in.
Lehengê romanê ê bênav dibe dewrêş lê ew xwe nelayiqê şêxê xwe dibîne. Ew ji kemilandinê dûr ketiye û tehmmijandina mêwên qedexe bûye sedemên êşên wî ê herî giran û ew bi wijdanî birîndar bûye. Ew diçe cem helbestvan – şaîr- Ferîdûnê Nîşabûrî. Ji wî şîret û pend digre. F. Nîşabûrî jê re behsa çîlekêşên bi evîna Xwedê dişewitin, keşifkirina tiştên xwezayê, hebûn û heqîqeta însan û herweha mêweyê qedexe çawa perda şermê diçirîne û şêweyên gunehkariyê jê re qal dike. Paşê ew pirtûkeke xwe ya helbestan diyarîyê wî dike ku ew bixwîne.
Mêrê Zelîxayê Evdilfetah ji bazirganiyê vedigere û tê. Êdî têkiliya lehengê romanê û Zelîxa di şert û mercên pir dijwar de bi zahmetî pêk tê. Zelîxa ditirse ku mêrê wê jê ketiye şik û gumanê. Ew li wî daxwaz dike ku ji wir biçin, ew wê bi xwe re bibe Konstantînê (Stenbolê). Ev pirsgirêk derketibû pêşiya wî û neçar mabû, nizanibû ku çawa safî bike.
Mêrê Zelîxayê pê dihese ku jina wî zinya kiriye. Ew diçe cem şêx û alîkarî ji şêx dixwaze. Mêrê Zelîxayê û şêx bi hevre çi tînin serê Zelîxayê, çi nîşanê wî didin ku ew ji ber têkiliya xwe û Zelîxayê li ber xwe dikeve û di bin şermeke giran de dimîne, hemû di romanê de hene. Ev vê jî wek meraq dihêlim ku xwendevan meraq bike bê ev çibû, çine û çawa bûye? Ku meraq bike û romanê bixwîne.
Lehengê romanê ji xan îcaze dixwaze ku derkeve rêwîtiyê û ji vî bajarê sir û efsaneyan, bajarê şêx û ewliyayan here. Ew derwêşekî rêwî ji bajarê Bedlîsê derdikeve û ber bi diyarbekir ve diçe. Yekî Amedî (Diyarbekirî) di dergeha şêx de jê re behsa munzewiyeke ku di nav hebûnê û dewlemendiyê de xwe radestî tunebûnê dike û xwe ji alema madî vedikêşe û li alema manewî cih digre, dike. Çîroka vî zilamê munzewer bala wî dikşîne û ew dixwaze here cem wî.
Ew diçe cem û wî dibîne. Bi hevre diaxifin. Jê re serpêhatiya xwe, rewşa xwe ya ku li hemberê xwestekên laş, arzûyên xwe û daxwaza şehwetê têkçûye, jê re qal dike. Serpêhatiya wî tesîr li yê munzewer ê bi rû dike. Munzewerê reben jê re çîroka evîna xwe, serpêhatiya ku çima ketiye vî halî rave dike. Wî xwe daye bawerkirin ku li rûyê erdê gunehkarê herî mezin ew e. Lewre jî wî xwe ji her cure zewqê bêpar hêştiye û her cure zewqê li bedena xwe qedexe kiriye, ji dinya madî bi tevahî destê xwe kişandiye û bi ruh û bedena xwe, xwe li qada Xwedayî girtiye.
Di beşa dawî a romanê de, fêrbûn û herweha êş û bextewariya fêrbûnê tê ravekirin. Amed rawesthega lehengê romanê a dawî nebû. Wî dabû du meraqê û ew jî çarenûsa wî bû. Rasthatineke dê bibana sedema guherîna jiyana wî û lêgerîna wî dê êdî bi dawî bihata. Ew di nav ava çem de şaleke dibîne û dengek di hundirê wî de jê re dibêje; “ Divê tu xwediyê şalê bibînî û wê radestê xwediyê wê bikî.” Ew guh dide vî dengî û dimeşe, li pey xwediyê şalê digere.
Di encama lêgerînê de ew xwediyê şalê dibîne. Ew keçeka bedew, rind, spehî, delalî, şêrîn û bi efsûnî bû. Ew herweha weka horiyên bihuştê –cenetê- nazîk bû, nûr ji rûyê wê dibariya. Ev keça xezal spas jê re dike ku wî şal aniye.
Keçik wî vedixwîne malê. Mala wan di nav baxşeyê xweş de ku herweke baxçeyê îremê ye. Navê keçikê Gulbanû ye. Ew keça Sadiqê Sohrewerdî ye. Bi farisî diaxife. Vebêjê romanê bi gotinên devê Sadiqê Sohrewerdî pesnê Îranê dide. Diyare Sadiqê Sohrewerdî û Şahabeddîn Sûhrewerdî (1153 - 1191) yek însanekî ne. Di rûpela 103 a romanê de diyar dibe ku Sadiqê Sohrewerdî mebesta jiyana xwe bi xebata xwe ya “Teoriya Ronahiyê” ve girêdaye. Nexwe ew Sadiq Suhrewerdî, Şahabeddîn Suhrewerdî ê kurd e. Ew kurd e, lêbelê pirtûkên xwe bi farisî nivîsiye. Li gor ku keça wî jî bi farisî diaxife, nexwe ew kurdekî asîmîlekirî ye.
Lehengê romanê yekî tirk e. Ew bi farisî, arebî û tirkî zanê, lê bi kurdî nizane. Ew diçe Kurdistanê, di bajarê Bedlîsê de di tekya şêx de perwerde dibe, fêrê gelek tiştan dibe, lêbelê fêrê kurdî nabe. Dostekî min digot; “We carna dîtiye ku tirkek fêrê kurdî bûye.” Dostekî min ê din jî digot; “Ji xeynê çend ajanên Mîta tirka tu tirkekî fêrê kurdî nebûye. Lê piraniya kurdan fêrê tirkî bûne.” Lehengê vê romanê jî di vê hêlê de bala min kişand. Ew fêrê kurdî nabe.
Lehengê romanê dilê xwe dixe keça Sadiqê Suxrewerdî. Gulbanu di texta dilê wî de cih digre. Gulbanuya bi zerafet û diltenik jî bi hestên germ li wî dinêre. Dawî ew hembêza xwe ji bo hevûdu vedikin û hev hemêz dikin. Û roman diqede, dawî dibe.
Di derbarê vê romanê de wek gotina dawî ez vê bibêjim; Nivîskarê kurd Îlhamî sîdar di romannivîseriyê de biserketiye. Wî romana xwe li gor hunera edebî, qaîde û rêbazên romannivîseriyê, bi zimanê wêjeyî ê helbestkî û felsefî û bi westatî û bi hunandineke serketî berhema xwe afirandiye.
Nivîskar zanîstekî edebiyatê ye û dizane di kîjan şert û mercan de bi çi şêweyî û bi çi şiklê çi dikare were pêşkêşkirin. Wî di berhema xwe de li gor şert û mercên wê demê diviya roman çawa bête hunandin, romanê weha hunandiye. Kurdistan ew dem ji ali tesewwufê ve gelek xurt bû, medreseyên wê demê di bin bandora tesewwufê de bûn, lewre jî ev hewa û atmosfera romanê bi ramanên tesawufî hatiye xemlandin. Lêbelê em dizanin ku nivîskar bi xwe ne sofî ye, nebawermendekî olî ye û bi qasê ku ez zanim baeriya wî bi olê jî tune ye.
Nivîskar bi şêweyeke zanîst di encama romamnê de berê romanê dide rastiya evînê û ew û herweha roman ne bi awa wehdeti wücudê lê bi şêweyeki din diqede, ango encama romanê riya tesewwufê nişan nade, riya evina insanî nişan dide, Gulbanu û evina wê jî sembola vê tiştê ye.
Ez wekî xwendevanekî kurd ê romanhez ku ji xwendina romanan gelek hez dike û herweha wekî zilamekî ku nirxandina romanan dike û di derbarê romanên kurdî de gotar dinivîse, ji nivîskarê romana ”Tehma Xweliyê” birêz Îlhamî Sîdar daxwaz dikim ku ew romannivîseriya xwe ya bi kurdî bidomîne û di pêşerojê de berhemên hêja biafrîne û bigişîne destê xwendevanên kurd.