Diyarname
Heta niha gelek kesî li ser Newrozê stran çêkirine û pêşkêş kirine. Hejmar neyê zanîn jî bi dehan stranên li ser Newrozê hene. Hinek gelek hatine ecibandin û bûne klasîk, hinek di nav demê de winda bûne. Niha yeka din li stranên Newrozê zêde bû. Strana nû ji aliyê hunermend Rojda ve hatiye çêkirin û niha klîba wê hat belavkirin.
Gotin û muzîka vê strana “Newroz”ê aîdê hunermend Rojda ye. Rojda bi dengê xwe yê ku gelek kes jê hez dikin stran pêşkêş kiriye û klîbek jêre kişandiye. Derhêneriya klîbê jî Nuro Aksoy kiriye.
Ji ber ku strana herî dawî ya li ser Newrozê ye û ji ber em di hefteya Newrozê de ne vê hefteyê em vê stran û klîbê derdixin pêş, wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin: