Diyarname
Li Stenbolê nanê ku navê "Pîde" lê kirine di meha remezanê tê çêkirin û firotin. Niha buhaya vê pîdeyê ji bo îsal hat diyar kirin. Şaredarî bi 3 TL, firinên taybet bi 6 TL'yan dê bifroşin.
PÎDEYA ŞAREDARIYÊ: 3 TL
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu diyar kir ku îsal dê pîdeyê bi 3 TL'yî bifroşin. ÎBB di bin banê xwe de bi navê "Halk Ekmek" karê nan dike û bi buhayeke erzan difroşe. Pîdeya ÎBB'ê ku îsal dê bê çêkirin 330 gram e û dê bi 3 TL'yî bê firotin. Par ev pîde 365 gram bû û bi 1,5 TL dihat firotin.
PÎDEYA FIRINÊN TAYBET: 6 TL
Li aliyê din Odeya Firinkaran a Stenbolê duh eşkere kir ku îsal dê buhaya pîdeya wan a 330 gramî bi 6 TL, pîdeya bi kuncî ku 415 gram e jî bi 9 TL'yî dê bifroşin.
Îsal şeva 1'ê avrêlê rocî dest pê dike.