Diyarname
ÎFSAK îsal 28'emîn car Festîvala Kurtefîlman li dar dixe. Festîval îsal di navbera 7-13'yê adarê de li Navenda Çanda Fransiz a li Taksîma Beyogluya Stenbolê lidar dikeve. Mijara bingehîn a îsal "Koç" e. Festîval Xelata Kedê îsal dide rexnegirê sînemayê Sadî Çîlîngîr.
Di nav bernameya festîvalê de ji welatên wekî Fransa, Yewnanistan, Macaristan, KKTC, Wîetnam, Îran, Misir, Kuba, Brezilya, Zelandaya Nû, Norweç, Romanya, Afganistan kurtefîlm hene. Ligel van kurtefîlm û belgefîlmên ku di 42'yemîn Pêşbaziya Belgefîlm û Kurtefîlman a ÎFSAK'ê (par payîzê li dar ketibû) ji pêşneqandinê derbas bûbûn jî dê bêne nîşandayîn.
Di çarçoveya mijara bingehîn a festîvalê "Koç"ê de paneleke bi navê "Koç: Mirovên ku belav dibin û winda dibin" li dar bikeve. Panela di bin moderatoriya M.Emin Onder de wê li dar bikeve. Di dema panelê de fîlmê "Hopeless" ku derhêneriya wê Zehra Yigit kiriye jî dê bê nîşandayîn. Ji bilî vê jî hin gotûbêj dê li dar bikevin.
Di nav bernameya festîvalê de hin kurtefîlmên bi kurdî jî hene. Ji van "Cûdiyên Miradan" kurtefîlmê derhêner Semiha Yildiz e ku 6,31 deqe ye, "Sar" jî ê derhêner Adar Baran e ku 17 deqîqe ye.
Êvara 13'yê adarê li Navenda Çanda Fransiz dê merasima xelatdayînê li dar bikeve û festîval bi dawî bibe.
Ji bo bernameyê:
kisafilm.ifsak.org.tr