Diyarname
Prof. Dr. Abdurrahman Adak, di gotûbêja bi sernavê “Gelo di serdema klasîk de perwerdeya bi zimanê Kurdî hebû?” de axivî û got: “Di serdema klasîk de, di asta miletên din ên misilman; faris û tirkan de, di nav kurdan de jî perwerdehî hebû û ji wan zêdetir nebe jî ne kêmî wan bû.” Adak da zanîn ku bi jiholêrakirina mîrektiyan re, medreseyên kurdan bê xwedî mane û nekarîne xwe ji bo dewra modern nû bikin û bi paşketina civaka kurd re ew jî paş mane.
Ji bo 21’ê Sibatê/Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, ji hêla Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve bi sernavê “Gelo di serdema klasîk de perwerdeya bi zimanê Kurdî hebû?” ligel Prof. Dr. Abdurrahman Adak re gotûbêjek hate lidarxistin. Di gotûbêja ku êvara 22’yê mehê li salona Weqfê ya li Beyogluya Stenbolê hate lidarxistin de, Adak pêşî li ser girîngiya roja zimanê zikmakî û çalakiyên di vê çarçoveyê de têne lidarxistin sekinî û got: “Bêyî perwerdehî ne mimkûn e zimanek bibe zimanê zanistê, zimanê hizrê, zimanê hunerê û zimanê şaristaniyê. Îmkan tune ye, ev tişt bi perwerdeyê tê kirin, ji ber vê yekê, her sal jî hêja ye meriv roja zimanê dayikê wekî roja girîngîpêdana perwerdeya bi zimanê kurdî yad bike, heta ku perwerdeya bi zimanê kurdî bê bi destxistin.”
Prof. Adak, bi bîr xist ku îro li Bakur, bi zimanê kurdî perwerdehî tune ye û ji bo rewşa li Bakur a heyî got: “Her çiqas di van deh salên dawîn de, li zanîngehan û li xwendingehên navîn hatibe damezirandin jî, lê belê ev ne perwerdehiya bi zimanê kurdî ye, perwerdehiya fêrkirina zimanê kurdî ye, lê ne perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Ne ku vê yekê biçûk dixim, perwerdeya niha ji ber di dîroka komarê de cara yekem e gelek muhîm e, lê belê rewş wiha ye.”
‘Bi zimanekî perwerde hebe, ew ziman zimanê miletekî ye’
Piştî beşa têkildarî roja zimanê dayikê Abdurrahman Adak li ser pirsa gelo di tarîxa kurdan de rewşa perwerdeya bi zimanê kurdî çawa bûye sekinî û axaftina xwe wiha domand: “Perwerdeya bi zimanekî raste rast ji aliyê pisporên perwerdeyê ve wekî hêmaneke netewebûnê tê destnîşankirin. Yanî wiha tê hizirkirin, heke bi zimanekî perwerde hebe, nexwe ew ziman zimanê neteweyekê ye, zimanê qewmekî ye.”
Prof. Adak wekî anektodek behsa axaftineke xwe ya bi mamosteyekî re kir û got: “Min ji mamosteyekî re behsa vê mijarê kir, wî got, ‘meriv nikare tarîxa perwerdeya bi zimanê kurdî binivîse, nayê nivîsîn. Meriv dikare tarîxa perwerdeya bi zimanê erebî, bi zimanê firasî û tirkî binivîse, lê kurdî meriv nikare binivîse, lewra kurd di tarîxê de, ne milletek bûn, ne di kategoriya ereb û fars û tirkan de bûn.’ Wê demê, gotinên wî gelek bandor li min kir, ez fikirîm ku li welatê me, li gelek bajaran medrese hebûn. Ew medrese jî medreseyên tam bi teşekul bûn. Berî her tiştî saziya wê medreseyê heye. Îradeyekê, îradeyeke wekî desthilatê ew sazî ava kirine. Ev pir diyar e. Wexta ku mirov gotina wî mamosteyî û vê rewşê dide berhev mirov dibîne ku tezatek heye. Tişta ku di dawiyê de bibêjim ez ê di serî de bibêjim. Di heman maweya tarîxî de, çawa saziyên medreseyê li bal tirkan hene, li Îranê hene, li bal kurdan jî hene. Heta hin medreseyên kurdan ji yên tirkan (osmaniyan) kevintir in jî. Tu ferq di navbera medreseyên kurdan û yên osmaniyan de tune bûn. Qet nebe ji aliyê sazûmaniyê ve, ji aliyê mîmariyê ve.”
‘Ji bo fêmkirina rewşa îro zanîna tarîxê hewce ye’
Adak di berdewama axaftina xwe ya ku nêzikî saetekî domand de got, “Ji bo analîzkirina rewşa îro jî hewceyî bi zanîna tarîxa perwerdeya bi kurdî heye. Kurd li gor asta xwe ya wê serdema îro çi qas paş ketine, ji bo berawirdkirina vê jî hewceyî bi zanîna dîroka perwerdehiya bi kurdî heye.”
Adak ji bo serdema Osmaniyan, ango sedsalên 15. 16 û 17’an bi nimûneyan behsa rewşa perwerdehiya bi kurdî û medreseyên kurdan kir û got: “Ji ber ew serdem, serdema mînektiyan e, ango desthilatdariyek heye, li gelek deverên Kurdistanê medreseyên hem ji hêla mîmarî ve hem jî ji hêla naveroka dersê ve gelek girîng hene.” Adak da zanîn ku li medreseyan, di hemû waran de bi kurdî perwerdehî hebûye û wekî delîla vê yekê jî hem berhemên ku hingê hatine xwendin, hem jî kesên wekî Melayê Cizîrî û Xanî ku li wan medreseyan rabûne nîşan da.”
Abdurrahman Adak diyar kir ku heta salên 1850’î medreseyên kurdan hebûne û di warên xwe de ne kêmî medreseyên miletên derûdorê bûne û got: “Lê piştî ji holêrakirina mîrektiyan, medreseyên serbixwe bê xweyî mane, ji holê rabûne.” Medreseyên piştî wê serdemê hatine avakirin û heta roja me berdewam dikin, êdî ne wekî yên serdema mîrektiyan serbixwe, bi giştî medreseyên Şêxan bûne û ji hêla terîqetan ve hatine avakirin û her wisa nekarîne xwe li gorî serdema modern nû bikin û tim weki tekrara yên berê mane.
Foto: Dawud Rêbiwar
***
Ji bo ROJA ZIMAN nûçeyên eleqedar:
- 'Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?'
- Egîtîm-Sen: Bila astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bêne rakirin
- Platforma Kedê ji bo ziman bang kir
- Çalakiyên ji bo Roja Ziman dest pê kirin
- Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman
- Çend baro Roja Ziman pîroz dikin (Bernameya Batman û Mêrdîne)
***
MAIL: diyarname@diyarname.com
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname