Daneberheva Du Wergerên ‘Kurk Mantolu Madonna’
Brahîm RONÎZÊR
Tecrûbeya wergerê/wergerandinê ya kurmancî hino hino geş dibe. Digel wergerandina berhemên klasîkên dinyayê, rojanekirina klasîkên kurdî, wergerandina berhemên nû ji edebiyata zimanên din pêş dikeve. Helbet hêdî hêdî, her çi qas meyla xwendevanan ne li ser berhemên wergerandî be jî.
Çima meyla xwendevanan ne li ser berhemên wergerandî ye gelo? Ev ji ber kêmkalîteya wan berheman e, an sedemine din hene? Ya pêşî bi rewşa xwendin û nivîsandina kurdî ve têkildar e. Yeke din; dewletên ku kurd di bin serdestiya wan de dijîn, bi zimanên serdestên xwe qenc zanin, loma jî berhemên zimanên dîtir ne bi zimanê xwe, bi zimanê serdestê xwe dixwînin. Yeke din jî; dibe ku wergera hinek berheman xerab be û bibe sedem ku neyên xwendin. Di dawiyê de berhemên li kurdî hatine wergerandin kêm tên xwendin, û di dawiya vê de jî derfet naafirin ji wergerine nû re.
Di serî de me gotibû geşbûneke piçûk heye, nîşaneyeke vê jî ew e ku êdî heman pirtûk ji aliyê wergêrên cihê, di heman demê an jî demên nêzîk de tên kirin. Di nav re jî em pê dihisin ku heman berhem ji alîyê kesên cihê ve hatine wergerandin lê hê nehatine weşandin –ku em vê jî zanin gelek berhemên wergerandî li weşanxaneyan li benda weşanê ne-. Van herdu salên dawiyê “Kurk Mantolu Madonna” û “Hakkari’de Bir Mevsim” li pey hev ji wergerandina kesên cihê bi du wergeran hatin weşandin. Ji van “Hakkari’de Bir Mevsim” di heman demê de û ji alîyê heman weşanxaneyê ve hatiye weşandin ku bi zanîn, bi armanca pêşxistina nirxandinên serbûrîya wergera Kurdî ye. Herwiha beriya çend salan pirtûkeke Selîm Berekat jî bi du wergerên cihê hatibû weşandin. Dîsa hin pirtûkên ku ji carekê bêhtir hatine wergerandin; Li Benda Godot (Samuel Beckett), helbestên Furûx Ferûxzad, Omer Xeyam hwd.
Hinek dibêjin, mafir ew qas pirtûk hene ku di kurmancî/kurdî de nînin, çima pirtûkeke hatî wergerandin careke din ji alîyê yekî/e din ve tê wergerandin? Di nihêrtina pêşî de pirs-gazineke rast e û xweşik dixuye. Lê gava em li mijarê bi hûrbijarî binêrin ji bo nirxandin, çawanî û pêşxistina wergerê-zimên, rêbazên wergerê wekî beşeke edebîyatê, em ê xweş bibînin ku du caran sê caran wergerandin jî bi qasî nû-wergerandinê jî xwedî xêr û feyde ye. Ji bo daneberhevekê em karin mînakekê ji Tirkî bigirin, pirtûka Dostoyevski a di Tirkî de bi navê “Yeraltindan Notlar” zêdeyî 60 caran hatîye wergerandin, ji alîyê wergêrên cihê ve.
Daneberheva Herdu Wergeran
“Kurk Mantolu Madonna” ji wan kêm pirtûkan e ku xîtabî hemû kesî dike û pirtûkeke serketî ye û wiha zen dikim çi kesê ew xwendî jê hez kirîye. Çîrokeke evînê ye ji wan evînên ku bi dawîya xwe ya xemgîn êdî hew tên jibîrkirin.
Wergera “Madonnaya Mantokurk Lê” berîya çend mehan berî ya “Madonnaya Bi Mantoyê Kurk” weşîya. Ji wergera Yûnis Das re em bêjin ya yekemîn, ji ya Receb Dildar re bêjin duyemîn.
wiha xuya dike R.Dildar ji wergera Y. Das sûd negirtîye, çavek jî li wergera berî ya wî hatî weşandin negerendîye. Ev bi çi endîşeyê nekirîye em nizanin; gelo gotîye ez ê di tesîra wê de bimînim û hinekê min bi taklîtê sûcdar bikin, gelo jixwe ew çend qaîl e ku hewce nedîtîye, an jî haya wî ji vê wergerê nînbû heta ev pirtûk neweşand? Heke ev sûdgirtin pêk bihata bêguman wê wergera Dildar bi hinek alîyan ve serketîtir bûya.
Receb Dildar xwedî çend pirtûkên Kurdî ye û serborîya wî û wergerê jî heye. Hê berî pazdeh salan wergera romanekê weşandîye, belkî yê neweşandin jî hene. Heçî Yûnis Das e di nav xebatên Kurdî de cih girtibe jî di werger û nivîskarîyê de ne xwedî firazeyeke berfireh e. Piştî daneberheva xebatên herdu wergêran, ez ê gotina dawîyê di serî de bêjim: Ji gelek alîyan ve wergera R.Dildar kêmî ya Yûnis Das e. Ew alî kîjan in, çawa kêm in, bi daneberheveke têr hûrgilî em ê hewl bidin darîçav bikin.
Werger-nivîskar kêm zêde zimanê herêma xwe bi kar tînin di xebatên xwe de; Y.Das bi tesîra devoka Cizîr û Torê, R.Dildar bi ya Amedê wergera xwe kirîye.
Madonnaya Bi Mantoyê Kurk (Receb Dildar)
1)Şaşîyên Ergatîvîyê û Pirjimarî-Yekjimarîyê:
* “Gava min xwest rabim, min berneda, min ber bi xwe kişand…” (r.44)
* “Ket milê min û min ber bi malê ve kişkişand.” (r.63)
* “…bazdam jor.” (r.63)
* “…min şibandibû yekî din.” (r.73)
* “Qirçînî ji qûmên şil ên bin lingên me diçûn.” (r.94) “Ez niha pêl li xwîna wan dikim a ku di nav gîyayan de bi fetlok diherikin…” (126) Qûm, gîya û xwîn nayên jimarê, lewma pirjimar nabin.
* “…ezmûnên we yên jîyanê we bêgav kirine…” (r.100)
* “Jina kincên bavyerayî li xwe kiribû,…newayên çiya ên bicoş lêdixist,…ji gewrîya xwe dengên ecêb derdixist…” (r.102)
* “…her tim bi qeleman rûpelan dadigirtin.” (r.103)
* “…agahîyan dida min.” (r.106)
* “Lê min gotinê dirêj nekiribû…” (r.107)
* “…me behsa meseleyên evînê dikirin.” (r.108)
* “…ev encam jê derdixim.” (r.110)
* “…ev fikaran bandorek lê nekira…” (r.129)
* “Min hemû vana hema bibê bêxeberdan dikir.” (r.137)
* “…polês agahdar bikin.” (r.141) “…porteqal dianî Berlînê…” (r.50) Gava mebest li vir ne polîsek tenê, yekî dîyar be naxwe divê pirjimar be. Herwiha porteqal jî wiha.
* “…ez tam deh sal sekinîm.” (r.148)
2) Hevokên Di Bin Tesîra Tirkî De:
* “…yeryuzunde dolaşip nefes almalarini emrediyor?: …li vê cîhanê bigerin û nefes bigirin?” (r.7)
* “…bi zêdebûna hewcedarîyên ku min ji îro dernedixistin sibê re…” (r.8)
* “…nedense…: …her ji çi be…” (r.12, 26)
* “…ji karmendên herî kevin yek bû.” (r.15)
* “Gava wergerên dikir dida daktîloyê her tim bi bişirîneke bêmane rica û spas dikir.” (r.17) “…ji daktîloyan lava kir.” (r.18)
* “Ma hejandina mirovekî ku li hemberî her tiştî amade be û nizanibe ew ê ji kê çi bê, gengaz e?” (r.20) “Gava min bidîta ku ew ê bê hejandin biçe, ez ê xemgîn bibûma.” (r.144)
* “Li hêlekî odê dolabeke kincan a bi rengê vîşneyên rizandî hatibû boyaxkirin hebû.” (r.22)
* “…min bîst û pênc salên xwe tijî nekiribû…” (r.25)
* “…hevrîşmekê li xwe dikir.” (r.26)
* “Nûrettîn Begê ku pênc sal berê, gava dixwest bi Ferhûnde Xanimê re bizewice, dev ji dû Raîf Efendî bernedida, ji bo xwe şîrîn nîşan bide rol li ser rolê dikir, piştî nîşanê jî gava her ku bihata, dest vala bi ser hevlingê xwe yê dahatûyê re nedihat jî…” (r.28)
* “Agirê wî heye. Îcar behsa sancûyan jî dike!” (r.31)
* “Çi munasebet?” (r.37
* “Qene ez ê li wê derê serê xwe aram bikim!” (r. 37)
* “Ji xwe min ev defter çima girt?” (r.45)
* “Li meydanê tiştekî ku ji ber devê meriv vekirî bimîne û ji xwe ve biçe tune bû.” (r.49)
* “Min çavên xwe bi lez bilind kir û dîsa bi lez danî.” (r.59)
* “Û min ferq kir ku heman wek hercar agirê min bilind dibe.” (r.59)
* “Mirovên ku ji ti tiştî fahm nakin, min ji vir jî dabûn revandin.” (r.60)
* “Min hîs kir ku laşê min bi kelecaneke tarîfa wê ne gengaz dilerize.” (r.62)
* “…di nav mêjîyê min ê bi mij de…” (r.62)
* “…li hemberî vê jina bî ya ku hal û wextê wê baş û tam di germbûna jinanîya xwe de bû, hinek armancên wî yên şîrîn hebûn.” (r.63)
* “…diketim nav bêhêvîyeke kûr.” (r.64)
* “Di şûna avahîya ji serê sibehê de min ava dikir, bi tenê ba difûrîyan.” (r.66)
* “Min bîrayek xwest, lêdana dilê min sekinîbû.” (r.68)
* “…piştî ku bi ser maseyekê ve xwar dibû û çend newayên dildayî dipekand û derbasî maseyeke din dibû, rûyê wê di gavê de vedigerîya cîddîyetê, dîsa îfadeya min li wêne dîtibû digirt.” (r.70)
* “Silava xwe bi girtin û vekirina çav a carekê ve da min, lê qasî ku derfeta xapandinê nede min bi awayekî fesîh kir.” (r.71)
* “Ji bo ji cîyê xwe bipekim, xwe bavêjim stûyê wê û bi girî wê maç bikim, di hundirê min de xwestekeke ecêb pêk dihat.” (r.71)
* “…ji bo adet şûna xwe bibîne silav dabû?” (r.72)
* “…bêyî ku haya min jê hebe, min xwe di heman saetê de li wir dît.” (r.79)
* “…bi çi dibe mal bila bibe…” (r.94)
* “Bêyî ku aramîya xwe xera bikim, min got:” (r.97)
* “Berevacîyê wê, çavên wê bi raman û lekolîner bûn.” (r.100)
* “Dixwazim hewa bigirim û hênik bibim.” (r.115)
* “Min dixwest wê miz bidim û hîn zêde xurt nebûne, wan qeşayên di navbera me de bihelînim.” (r.121)
* “Ya rast, vala derketina vê hêvîyê min xemgîn dike.” (r.122)
* “…pekîyam derve (…dişari firladim).” (r.123)
* “…goreyên wê jî min lê dikirin. Paşê min mantoyê wê yê kurk li pişta wê dikir…” (r.140)
* “Çawa got Prag, hundirê min cizz kir.” (r.156)
* “Nexweşîya berê derbas kirîye jî xwe li laşê wê pêçaye.” (r.161)
3) Hevoksazîya Şikestî û Nefêmbar:
* “Lê ji çi be, mirov herî zêde tercîh dikin ku bi du tiştên texmîn dikin ku ew ê bibînin bikevin.”(r.7)
* “Herhal ji edetên mirovên girîng ên maqamên baş bi dest dixin yek jê jî guhnedana hinek jî bi hişmendî ya hevalên xwe yên berê –û yên li dû wan mane- ye.” (r.10)
* “…di hundirê min de daxwaza ku heqareta li min hatibû kirin bibînim derdiket pêş.” (r.12)
* “…di navbera odeya ji min re salix dabû û dev ji vira berdan û çûyîna derve de gelekî dûdilî mam.” (r.13)
* “Meraqa gava mirovekî cara pêşîn bibînin û wî qet nas nekin jî, wî bi tiştnên ecêb ve girê didin, şaşwazîya min zêde dikir.” (r.25)
* “Gava xwe dixemiland û ew ê derketa kûçê, ji bo destên xwe yên qilêr pê nekin û wan ji xwe dûr bike nizanîbû çi bikira.” (r.26)
* “…dibe ku qaseke paşê berf jî bibare.” (r.34)
* “Mirov gelek zû hînî tiştên, bawer dike ku ew ê nikaribe tehemul bike dibe û dikişîne.” (r.45)
* “Min yek jê cara pêşîn didît, ya din jî dibe ku li dinyayê ji wan mirovên ji min herî dûr yek bû.” (r.45)
* “Her ku lê difikirîm ku gava vegerim pansîyonê, wê rojên min ên bêmane yên berê dest pê bikin, ez ê li planên rizgarîya Almanyayê yan jî li gazinên mirovên halê wan orte yên ku ji ber enflasyonê serwetên xwe wenda kirine guhdarî bikim,…, ez ferq dikim ku jiyana min di van du hefteyên dawîn de çawa bûye xwedîyê maneyekê û wendakirina wê tê maneya çi.” (r.60-61)
* “Ji ber ku tetmîn nebibû, îhtîrasê hêza milê wê ya şidandina li ser min zêde kiribû.” (r.63)
* “Teqez bû ku jina bi mantoyê kurk ne di vana yekî de bû. Min hişyarkirina meraqa herkesî jî da ber çav û gava perde vedibûn û dihatin girtin, min bi baldarî li hundir dinêrî. Di yekî de jî, keseka tenê yan cot rûdinişt û nehatibû dans nekiribû tunebû.” (r.69)
* “Min ew, wek ku min qasek berê zen dikir; bi mêran re, serxweş biba, dans bikira û hev maçî bikira çêtir bû.” (r.69)
* “Min bang li garson kir û hesab dît.” (r.79)
* “Dibe ku we karê min ê Atlantîkê gelekî zelûl dîtibe, halbihal wisa ye, ne wisa ye qet haya min jî jê tune” (r.92)
* “Ji wan re bûyîna pêlîstokeke li ser destan, ji bûyîna mirovatîyê hêsan û balkêştir dihat.” (r.98)
* “Piştî ez ji aferîde ya ku min herî zêde jê hez dikir qetîyam û piştî ku min li gotinên wê yên digot; du mirov encax heta sînoreke dîyarkirî dikarin nêzî hev bibin, guhdarî kirin, gelo hatina min a vê derê ji wê re bersivek bû ku ez hatibûm vî cîyê ku herdu mirov bi hev re meşîyabûn mirinê û dev ji vê jîyanê berdabûn?” (r.126)
* “Min xeyalên dişibîyan ên zaroktîya xwe lê yên li gorî wan dîntir, tewştir û bi xwîntir disêwirandin.”(r.128)
4) Şaşwergerandina Wateyî:
Di wergerê de gava pêşî rastfêmkirina tekstê jêder e. Heke di vê gava pêşî de teks şaş bê fêmkirin werger ê teqet şaş çêbibe. Deverên tekstê jêder ên ne zelal ku hewceyî şirovekirinê ne şaş bên şirovekirin, wî çaxî şaşîyên wergerê teqez çêdidibin. Herwiha xwendina tekstekî şirovekirin e û wergera wî jî du caran xwendin e.
* “Hiç çekinmeden yanimda opuştuler: Bêyî ji min vekişin li cem min hev maç kirin.” (r.10)
* “Fakat bu hareketi, sinirli bir adamin farkinda olmadan, herhangi bir şeyle meşgul olmasi degildi: Lê ev tevgera wî ne tevgera mirovekî hêrsok û bêyî ku haya wî jê hebe, xwe pê dixapand.” (r.18)
* “…dudaklarini bukerek…: …lêvên xwe bada û…” (r.21)
* “Sonra, neden bilmem,… : Paşê her ji çi be…” (r.59)
* “… muntazaman fabrikaya devama başladim: …min dest bi çûyîna fabrîqeya bi rêk û pêk kir.” (r.61)
* “Çend polîsên li serê quncikan…” (r.64)
* “…sirmali elbiseli…: …bi kincên zîvîn…” (r.68)
* ‘Li ber wê, li ber ku’ (r.15, 28, 31, 65, 66, 71) di maneya ‘digel ku, tevî ku’ de pir caran hatîye bikaranîn: “Buna ragmen…: Ji ber wê jî…” (r.65), “Yagmura ragmen…: Li ber ku baran dibarîya…” (r.66)
* “…wek dosteke çil salî silav dabû min.” (r.79)
* “Ne oluyorsunuz? Neredeyse aglayacaksiniz!.. : Çi bû ji we? Li ku be hûnê bigirîn?..” (r.84)
* “Farzet ki…: Qest bike ku…” (r.113)
* “Bir yerde duşup kalmiş olmasin diye gidip butun tuvaletleri gezdim: Ji bo li cîyekî neketibe û nemabe…” (r.114)
* “…yên li pêşberî eyneyê tuvaleta xwe teze dikirin hebûn.” (r.114)
* “Nerdeyse aglayacak diye korkuyor, onu bir an evvel evine goturup birakmayi bu sefer ben istiyordum: Ditirsiyam, min digot li ku be ew ê bigrî, îcar jî min dixwest ez demeke berê wê bibim mala wê deynim.” (r.116)
* “…soyundum ve elektrigi sondurdum: kincên xwe danî û elektrîkê tefand.” (r.137)
* “uç beş zeytinlik…: Sê çar zeytûngeh…” (r.142)
* “…hizmetçi kiz içeri girerek…: …keça xizmetkar ket odê...” (r.141)
* “… me behsa zivistana îsal dirêj ajotibû û ji ber ku em hatibûn dawîya meha sibatê jî, berfa ji erdê ranebibû, kir.” (r.144)
* “Dun akşam, Maria’yla karşi karşiyayken anladim ki, benimle munasebeti olmayan bu vucudu, bu kafayi taşimak, bundan sonra bana daha guç gelecektir: Do êvarê, li ser nivînê gava ez û Marîayê li pêşberî hev bûn têgihîştim ku ez ê nikaribim ev bedena ku elaqeya wê bi min tuneye, bikişînim nav serê xwe, ew ê ji min re gelek zehmet be.” (r.164)
5) Hatina Du Lêkeran Li Pey Hev/ Lihevnekirina Dema Lêkeran:
Bêhtir jî di hevokên dirêj de gava du lêker tên dawîya hevokê maneyê û fêmkirinê giran dikin.
* “Serê sibê tam di wextê xwe de tê, firavînê li odeya xwe dixwe, êvaran jî piştî danûstandinên piçûk, bi lez diçû mala xwe.” (r.16)
* “Li ser rûpelên yekxêz, hevokên ku bi tîpên mezin û xarovîçik, ên gelekî bil ez hatibûn nivîsîn hebûn.” (r.41)
* “Bi dengekî nizim lê bi altoyeke nêzî yê mêran, dest bi straneke ku wê çaxê moda bû kir.” (r.69)
* “Ew heman wek ku min xeyal dikir bû.” (r.71)
* “Heqê min tune bû ku ez gotina wê bibirrim, nîvco bihêlim û min xwe ji vê xewnê hişyar bikira.” (r.74)
* “…hewl bidaya kur aza di heqê vê sosreta nepen de fam bike, agahîyan di heqê wê de bixwîne, wê dilê wê di nav poşmanîyeke mezin de biperpitya, ew ê wê çaxê heta dawîya jjîyana xwe min ji bîr nekira, ew ê têbigihîşta ku ez bi xwînê bi bîranîna wê ve girêdayî me.” (r.128)
6)Teşeyê Hevokê: Wergerê rêbaza dilovanîya bi tekstê jêder re ji xwe re kiribe armanc nabe hevok û paragrafan qut bike an jî bi hev ve bike. Dildar car caran du paragraf bi hev ve kirine, car caran jî hevokek kirîye du hevok(r.17, 26, 126). Bi ya me heke rewşeke ferz nînbe haqê wergeran nîne vê bikin. Herwiha ev jî hevberîya di navbera zimanê jêder û yê armanc de qels dike.
Madonnaya Mantokurk lê (Yûnis Das)
1) Peyva “layî”: Maneya layî, “bi qasî” ye, piranî di vê maneyê de tê karanîn, li Torê. Kêm caran jî bi maneya “wekî, wekî ku, mîna, mîna ku” tê karanîn. Di wergerê de jî bi piranî di şûna “wekî” de hatîye karanîn.
* “…layî ku baz bide dimeşîya.” (r.45)
* “Nurettin beg jî layî heysîyeta wî hatibe pirçiqandin…” (r.48)
* “Layî ez li benda vê yekê, min cihde deftera bergreş xiste berîka xwe.” (r.56)
* “Li ser rûyê wê endîşeyeke layî mirov ji hedê xwe bibûre…” (r.96)
2)Şaşîyên Raweya Çêbûwar: Di raweya çêbûwar de karekî ku hatî kirin di dema borî de wekî rengdêr êdî tê karanîn. Mînak: şikest-in dibe şikestî, çûn dibe çûyî, helandin dibe helandî. Di Tirkî de gava em rengdêr an jî navdêrên lêkerî (fîlîmsî) werdigerînin Kurdî ev rawe lazim dibe, gelek caran jî bi tena serê xwe bi kêrî me nayê û dîsa hewceyîya me bi jokera me “ku”yê çêdibe. Di vê wergerê de gelek valahîya “ku”yê û gelek şaşîyên raweya çêbûwar hene. Mînak:
* “Piştî me ji bo ruhên xwe tiştên herî hewce û hêja di hevdu de dîtî, me xwe ji bo kitekitên din li nedîtinê danîbûya…” (r.118)
* “…li ser rêyên tê re derbas bûyî û li derdora mala wê digerîyam.” (r.159)
* “Polîsek dema cara didoyê di ber min re derbas bûyî, zîq li min nêrî…” (r.162)
* “Piştî ronahî bi derdorê ketî, kolan hêdî hêdî zindî bûn.” (r.162)
* ”Belê piştî min ew binax kirî û kesên li ser gora wê belav bûyî û ez û wê li gel hev bimana, ma min ê çi bikira?” (r.164)
3) Daçeka ‘Ku’: Di hin hevokan de reva ji daçeka ‘ku’ pevgirêdana hêmanên hevokê qels kirîye û bûye sedema hevok sergihayî nebe û du lêker jî bibin cîranê hev.
* “Ev mezela piçûk a (ku) nedişibîya tu devera malê, eyn wek xewxaneya dibistana şevê an jî qawîşa nexweşxaneyekê bû ku tibabek qeryoleyên spî li rex hev rêzkirî bûn.” (r.30)
* “Bi dilê xwe yê (ku) çargavkî lê dida min gavek bi pêş ve avêt.” (r.104)
* “…ne mimkun e ez debara xwe bi çend wêneyên xwe yên (ku) min di nava salekê de çêkirî, bikim.” (r.115)
* “…di bişirîna wê de, bîyanîbûneke (ku) min bitirsîne hebû.” (r.118)
* “…êdî zehmet e ez vî laş û bedena (ku) tu eleqeya wan bi min re nîn e, hilgirim.” (r.200)
* “…jîyan qumareke (ku) bi tenê carekê tê leyîstin e.” (r.201)
4) Hevoksazîya qels, nesergihayî û di tesîra tirkî de:
* “Li ser rûniştokekê ji van rojnameyeke ku ji ber rûniştandina li serê qermiçî bû û hin toqeyên fîrkete hebûn.” (r.81)
* “…min hemû kêmasî di xeyalperestîya xwe de, di dilwaswasîya dilê xwe yê ku xwe tenya dihişt de didît.” (r.82)
* “Bi çavên qet ne bi lez, min li dorûberê meyzand.” (r.86)
* “Min biryar da ku helwesta kubartirîn, bi lez çûyîna min a malê ye û şeveke dî dîsa hatina min a vê derê ye.” (r.90)
* “…çi eleqa pê heye!” (r.91)
* “Mafê min nebû gotina wê bibirim, nîvco bihêlim, tevî heqîqetê jî be wê hişyar bikim.” (r.92)
* “Di dengê wê dehelwesteke layî ku bi xurtî bela tîqetîqa xwe girtî, hebû.” (r.103)
* “Ma mimkun bû ku hestên min ên tevahîya hebûn û dêhna xwe dayî ser hev, ên li her derê vê mirovê vedikole, ku herkesê pêrgî wan tê bi vî awayî bi hûrnêrînên di asta nexweşîyê de bûyî xwedî meleke û hesasîyet, bixelitin?” (r.107)
* “Belê, lê her cara têm vir dilê min bi kovaneke kûr tije dibe.” (r.115)
* “Wateyeke her tevgera wan heyî, wateyeke di destpêkê de bi çavan nekeve.” (r.156)
* “Ev keçika ev tişt digotin, ez ber bi wê ve bezîm.” (r.160)
* “Min rojnamayên xizmetkarê dabûn rex doşeka wê, tevlîhev kirin.” (r.169)
* “Serê kêlîkinan bi çavine dizî li min dinêrî.” (r.175)
6) Hinek Qisûrên Dîtir:
* “Qene rûnim ez ji xwe re li kursîyekî gerîyam.” (r.30), “…dema jinikê xwe dixemiland û derdiket derve qene zarok bi destê xwe yê qirêj tengî wê nedin, nizanîbû bê çawa wan ji xwe dûr bixe.” (r.35) Daçeka ‘qene’ di nabera du hêmanên hevokê de girêdan û sedemîtîyê çêdike. Lewma çêtir e ev daçek di navbera wan heman de bê bicihkirin. wiha: Ez ji xwe re li kursîyekî gerîyam qene (li ser) rûnim.
* “…dema jinikê xwe dixemiland û dikir derkeve derve, nizanibû çawa zarokan ji xwe dûr bixe qene bi destên xwe yên qirêj tengî wê nedin.”
* “…hazin bir edayla…: …piçekî bi kovanî…” (r.76), “…derin bir huzunle: …bi kovaneke kûr…” (r.115): Divîya ‘bi xemgînî’ bûya.
* “…ara sira bira içtigim halde…: …min her şev vedixwar jî…” (r.78), “…siyah gozleri…: …çavên wê…” (r.81), “…derin bir umitsizlige duşuyordum: …min destê xwe jê dişûşt.” (r.81)
* “Bi hêvîya ger ku di hewaya sayî de bigerim, belkî ji vê rewşa ruhxerab xelas bibim, min çû hesab da. Li derve baraneke sivik lê dikir û ezman tarî bû.” (r.83) Di hevoka resen de ‘açik hava’ derbas dibe lê ne di maneya ‘sayî, bê ewr’ de ye. Di maneya ‘hewa derve’ de ye. Herwiha em nabêjin ‘hewa sayî’, lê dibêjin ‘dinya sayî’ ye.
* “Tevahîya teredutên min, qîyametek texmînên min ên beredayî bi avê de çûbûn.” (r.87) ‘Bi avê de çûn’ bi maneyeke erênî nayê gotin.
* “Tevî ku baranê lê dikir mirovên xwe tev nediqelindan, li peyarêkan digerîyan.” Divîya ‘ ne xema wan bû’ bûya.
* “…o muthiş tebessumuyle…: bi wê bişirîna xwe ya seyr…” (r.81), “mahkum: mehlûq” (r.85)
* “Kenê serobero.” (r.89) Divîya kenê ne jidil bûya. “
* “Ellerine sarildim ve optum: Min destê wê pêça û maç kir.” (r.105)
* “Heta mala te, dikarim refaqetê li gel te bikim.” (r.90) Hewceyî peyva ‘refaqetê nedikir, ‘hevaltî’ gelekî xweştir e. Di hin hevokên dîtir de jî ev tercîhên peyvên bîyanî belesebeb in.
* “…min hirqayekî tenik davêt ser pişta wê…” (r.172) Divîya bigota, ‘ser milên wê’.
Ji Herdu Wergeran Daneberheva Hinek Hevokan:
1)“Û derî lê xist, derket çû.” (R.D) “Piştre derî çelpand û çû.” (Y.D)
2) “Li pêşberî hevalê ku ji bo xwarinekî bidin min, min bi rihetî ji wan rica dikir û ew hevalên min ji wan bêminet pere deyn dikirin jî guherîbûm.” (R.D) “Ez li hemberî wan hevalên xwe yên ku min xwarin ji kîsî wan dixwar û bi rehetî min pere ji wan dixwest jî guherîbûm.” (Y.D)
3) “Nûrtenê bişîne, cîyekî sê gav e!” (R.D) “Nurtenê bişîne. Sê gav in wî!” (Y.D)
4) “Min dizanibû, halê min ê ku bi min bikenin tune bû.” (R.D) “Min dizanîbû tiştekî min î pê bikenin nîn bû.” (Y.D)
5) “Raîf Efendî di nîvîna xwe ya çarşefa spî de, hewaya bi laşên ciwan ên keçên xwe û lebatên westîyayî ên jina xwe bêhn dikir û di nav agir de radiza.” (R.D) “Raif efendî di nav nivînên xwe yên rûberspî de bêhna mezela ku ji laşên keçên wî û lebatên westîyayî yên jina wî tijebûyî bêhn dikir û di nav tayê de radiza.” (Y.D)
6) “Kêlîyekê şikek got cizz û di nav dilê min re derbas bû.” (R.D.) “Kêlîkekê gumanekê çizênek ji dilê min anî.” (Y.D.)
7) “Herhal we serma girtîye.” (R.D) “Bawer im sermayê tu girtî.” (Y.D)
8) “Serî hil dide diçe.” (R.D) “Lê dixe diçe.” (Y.D)
9) “Ji ber nenaskirina we ya li pêşengehê hinek bimazaret bûm!” (R.D) “Ji ber ku li pêşengehê min tu nas nekiribûyî, piçekî jî ez şermezar bûm.” (Y.D)
10) “Erê, em gelekî baş dikarin bibin heval.” (R.D) “Belê, em dikarin bi hev re hevaltîyeke baş bikin.” (Y.D)
11) “We xwestina tiştekî ji we ji min re asteng kiribû!” (R.D) “Te li min qedexe kiribû ku ez tiştekî ji te bixwazim!” (Y.D)
12) “Ma me jî ji cî û warên me hilneqetandine û belav nekirine?” (R.D) “Ma em jî ne weke van ji cihê xwe hatine derxistin û tertebelabûyî ne?” (Y.D)
13) “Lê derfeta hinek tiştinan bifikirim, di nav hişê xwe de hinek tiştnan bijîm didin min.” (R.D) “Lê derfeta fikirîna li ser gelek tiştan dide min û dihêle gelek tiştan di hişê xwe de bijîm.” (Y.D)
14) “Lewra hîseke nepen di guhê min de dipispisand; kî dibe bila bibe, gava tu mirovek bi her awayî bibînî û piştî dîtinê, gava tu wan ji xwe veneşêrî, tu yê tu wextî nikaribî, bi temamî xwe nêzî wê bikî.” (R.D) “Çimkî hesteke nedîyar di guhê min de pistepist dikir û digot, her kî be bila be, heta tu mirovekê bi temamî nebînî û piştî tişta te dîtî ji xwe veneşêrî, divê tu ti carî bi temamî nêzîkî wê nebî.” (Y.D)
15) “Min ev ancex bi awayekî tarî hîs dikir.” (R.D) “Min ev yek tenê bi awayekî nedîyar hîs dikir.” (Y.D)
16) “Mirov, bi taybetî jî têkilîyên jin û mêran ewqas tevlihev in ku û hîs û arezûyên me ewqas şîlo û nayên famkirin ku ti kes nizane çi dike, bi ber lehîyê dikevin diçin.” (R.D) “Mirov, nemaze têkilîyên jin û mêran ew qasî têkilhev in, daxwaz û hestên me ew qas nefambar û şêlo ne ku tu kes nizane bê çi dike û bi şîpê dikeve û diçe.”(Y.D)
17) “Pansîyona pêlikên wê tarî ji min re pir şîrîn, hemû bêhnên qorîdoran dagirtibûn xweş hatin.” (R.D) “Pansîyona derenceyên wê tarî, bi min gelek şîrîn; bêhna li korîdoran belavbûyî bi min gelekî xweş hat.” (Y.D)
18) “Wê çaxê, mîna ku min ew zeft kiribe, min bi rewşeke ji xwe bawer got.” (R.D) “Hingî layî ku min bi ser wê de girtibe bi dengekî ji xwe bawer min gotê.” (Y.D)
20) “Bi rê de, bi kesên ku gotin diavêtinê, bi yên dixwestin xwe bavêjin stûyê wê re, bi bişirîneke çawalêhato bersiv dida…” (R.D) “Di rê de bi bişirîneke serobero li dij wan kesên ku gotin di ber de diavêtin û dixwestin xwe bavêjin stûyê wê derdiket…” (Y.D)
21) “Di hundirê odê de hewayeke tengezar hebû.” (R.D) “Di nava mezelê de rewşeke dilteng hebû.” (Y.D)
22) “Masûlkeyên min bi westan û serê min bi êş e…”(R.D) “Di lemlateyên min de west û di serê min de êş…”(Y.D)
23) “Di kêleka min re mirovên bi bisiqlêt û ji dûr ve bi hejandina erdê trênek derbas dibû.” (R.D) “Di rex min re mirovên li bisqilêta siwar û ji dûr ve trêneke ku erd dihejand, derbas dibûn.” (Y.D)
24) “Di wê gava pê bawer dibî ku jinê her tiştên xwe daye te de, dibînî ku di rastîyê de tu tişt nedaye te. Di wê gava bawer dikî ku herî nêzî te ye de, ji bêgavî qebûl dikî qasî ku ji hemû mesafeyan wêdetir be dûrî te ye, ev jî tiştekî bi êş û jan e.” (R.D) “Çi tiştekî diltezîn e di demeke mirov dibêje qey jinekê her tiştê xwe dayî min de lê di rastîya xwe de tu tişt nedayî, di kêlîkeke em dibêjin qey bi qasî serê derzîyê nêzî min de, mirov mecbûr bimîne dûrbûna wê ya ji hemû mesafeyan dûrtir qebûl bike. (Y.D)
25) “Ti kes ji min ne li benda tiştekî bû û ez jî ji ti kesî ne li benda tiştekî bûm.” (R.D) “Bendewarîya ti kesî ji min, bendewarîya min ji ti kesî nebû.”(Y.D)
26) “Li ber hemû van tiştan jî, di serê min de tiştek ku ez bîranîna wî qilêr bikim tune bû.” (R.D) “Digel van hemû tiştan di serê min de, tiştekî bîranîna wî bilewitîne nîn bû.” (Y.D)
27) “Meheke paşê, nameyên min herî dawî şandibûn, ji ber ku ji alîyê xwedî ve nehatibûn hildan, ji kesê şandibû re paşve hatibûn.” (R.D) “Piştî mehekê nameyên min jê re şandî, bi nîşeya “Ji ber ku ji postexaneyê nehatine standin, li yê şandî vegerîyane” bi paş ve hatibûn.” (Y.D)
Hinek Daneberhevên Dîtir:
Şaşîyên Ravekî: ‘Hemû’ gava wekî rengdêr tê karanîn, nayê pêşîya rengdêreke din, an jî rengdêreke şanîdanê.
Dildar: “…ez li ser hemû van mijaran hûr bibûm…” (r.110), “Hemû ev hîsên tevlîhev…” (r.111), “Di ser hemû van tiştan re…” (r.36, 114)
Das: “…hemû ev tişt jê re di bin banê evînê de dixuyan.”(r.154, 158, 167), “Hemû ev tiştên hanê…”(r.14, 80, 169) “Hemû ev hestên têkilhev…” (r.137)
Lewma bikaranîna vê dibe ku wiha bûya:
*Van mijaran hemûyan *Di ser van tiştan hemûyan re
*Ev hîsên tevlîhev hemû
*Ev tişt hemû jê re… *Ev hestên têkilhev hemû
Cînavka ‘Hûn, We’: Ji bo kesê/a duyemîn yekjimar em rûmetpêdanê/fermîyetê bi pirjimarkirina ‘tu, te’ pêk nayînin; yanî em ‘hûn, we’ di maneya rûmetpêdan û fermîyetê de nabêjin. Ev taybetî di bikaranîna zimanê me de nîne. Di çanda me de her ‘tu, te’ ye. Lê belê di hinek rewşan de, gava yê li pêşberî me Mîr, Beg, Şêx, Axa be û kesekî kêmî maqûlîya wan bi wan re bikeve dan û standinê, nabêje ‘tu, te’. Wî çaxî em dibêjin, an jî pêşîyan gotîye; Mîrê me, Şêxê me, Cenabê we, Cenabê Şêx… Lê di jiyana îroyîn de ev karanîn têra me nakin. Ji bo em fermîyeta di navbera mirovan de, di navbera statûyan de eşkere bikin, em mecbûr dimînin ‘hûn, we’ bi kar bînin. Ez di wê bawerîyê de me ku ev ruhê zimanê me dûrketin be jî dîsa jî ruhê zimên naêşîne û hebe hebe eyarê wî fireh dike. Herwiha bi wergerê re derfetên mîna vê li zimanê mirov zêde dibin. He çi qas bikaranîna ‘hûn, we’ zimanê me hinekî teknîk bike jî bi wext re heye ku em hînî wan bibin.
Di wergera ‘Kurk Mantolu Madonna’ de Dildar cînavka pirjimar (hûn, we), lê Das yekjimar (tu, te) tercîh kirîye. Li devereke romanê gava lehengên me hinekî samîmî dibin û zimanê wan piçekî diguhere yek ji yekî re bi cînavka ‘te’ xîtab dike, êdî arîşeyek ji bo Das pêk tê. Ji bo vê arîşeyê zelal bike Das, rêyeke wiha dişopîne:
“Ne duşunuyorsun?” “Tu çi difikirî lo?”
“Bana ‘sen’ dediniz, farkinda misinz?” “Te got min ‘lo’ tu hay jê heyî?
Herwiha gava mirov ji bo standartkirinê hemû cînavan wekî zimanê resen bikarbîne hevokeke wekî vê jî derdikeve holê: “Ji bo zîyareta we spas dikim kurê min!” (Dildar) Axir, rewşin hene ku mirov nikare ji cînava ‘hûn, we’ bi kar bîne, lê hinek jî hene mirov dikare rewanîya di zimanê xwe de derxe pêş.
Daçeka ‘Ku’: Dildar hevokên xwe tije “ku” kirine. Nebûna “ku” carinan arîşe ye (wekî di wergera Das de me destnîşan kirîye), lê zêde karanîna wê jî metnê teknîk û tamsar dike.
Encam
Piştî vê daneberhevê û van mînakan gişan mirov dikare bêje her çiqas R.Dildar wêjekar e jî di wergera wî de hespê wî li ber bayê Tirkî çûye, afirînerî kêm e, car caran peyv bi pey wergerandîye, gelek caran tehma wêjeyî jê nayê, teknîk e, rijî ye, xav e. Xuyaye wergêr serê xwe pir ber karê xwe re neêşandîye.
Dewlemendîya Kurdî di wergera Y.Das de qenc dixuye, zimanê wî yê gel e, dijî û di keleporê de li kar e. Lê belê car caran ev zimanê keleporî yî jidil û axaftinên rojane li zimanê elît, bijarte û maqûlane yê Sabahattin Ali nekirîye. Ji bo neqilkirina uslûbê nivîskarê berhema resen dibe ku ev kêmayîyek be, yanî hevberîya(equivalence-eşdegerlilik) metnê resen û yê werger pêk nayê.
Helbet tu werger an jî pirtûk ji şaşîyan ne şûştî ne, lê rêje û mezinahîya van şaşîyan jî muhîm e. Loma wergera Y.Das xweştir û serketîtir dibînim ji ya R.Dildar.
Çavkanî:
Madonnaya Mantokurk Lê, Sabahattin Ali, werger: Yûnis Das, Ajans J&J, reşemî 2019.
Madonnaya Bi Mantoyê Kurk, Sabahattin Ali, werger: Receb Dildar, Weşanên Dara, tebax/gelawêj 2019.
Kurk Mantolu Madonna, Sabahattin Ali, Can Yayinlari, 2019.
***
Nûçeya eleqedar:
- Bi kurdî du 'Madonna' derketin û nîqaşê dest pê kir