Fener ROJBIYANÎ
Zankoya Kurdistanê û bi taybetî zanîngeha ziman û edebiyata kurdî li rojhilata kurdistanê, bajarê Sine li gor ankete kovara TIMES de ya sala 2022'an de ev zanko ji rêze pêşîn û rengîn ya kovarê hatiya hilbijartin.
Ew Zanîngeha Sine ya ziman û edebiyata kurdî bandora xwe gihîştiya her gund û bajarên rojhilata Kurdistanê, ne tenê wisa belkî parçeyên din yên Kurdistanê jî û rolek mezin hebû di parastin, handan û vejandina ziman û edebiyata kurdî de.
UESCO sala 2017’an ragîhand ku wan zimanên kêmnetew û miletên bindest bêne parastin û mafê xwendin û perwerde bidin wan miletan ji bo pêşxistin û berdewamiya paşaroja wan gelan û zimanên wan. Nivîskarê Kînya Nigugi wa Thiongo yê ku li dijî kolonyalîzmê û serdestiya zimanî dibêje: “Eger meriv hemû zimanên dinyayê bizanibe, lê zimanê dayika xwe nizane, ew tê wateya koleyatiya hişmendî, lê eger tê û meriv bi zimanê zikamakî bizane û bi serde jî çendîn zimanên din bizane ev nîşana bihêzbûnê ye.”
Ziman şinas û nasnameya miletan e. Vêga Zara wekî keçeke kurd ji bajarê Sine ya gelek şaraza agahdara ji ziman û edebiyata kurdî û girêdanek rihî di navbera hevûdû heya, Zara Mihemedî ne tenê mamosteya zimanê kurdî ya zarokan e, lê Zara ji damezrînerên sereke ya Navenda Nûjîn ya çand û civak û zimanê kurdî ye, pirsgirêka Zara digel hikumeta meleyan ya li Tehranê ne tenê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî ye, lê Zara xwestibû ku têgehên wê ji perwerdeya zimanê kurdî re ji ya dewletê cudatir be. Ew kiryarên Zara wate perwerdeya zimanê kurdî derveyî û dûrî sîstema dewleta Komara Îslamî ye. Di nêrîna Zara de, xwendin û perwerde mafek gerdûnî ye, pêwîst e zimanê kurdî bê parastin û zarokên kurd bi zimanê zikmakî bixwînin û binivîsin. Zara di waneyên zimanê kurdî de hewl dabû ku girêdanek di navbera perwerdeya zimanê kurdî û şinas û nasnameya kurdî pêk bîne û mekanîzmayek dijî serdestî û kolonyalîzma zimanî ya zimanên farisî û tirkî û erebî bû, dijî dagirtina hiş û mejiyê kurd bi serdestiya zimanên serdestan û bindestî û qelsîya zimanê kurdî ya, li dijî veqetandinek gîyanî di navbera zimanê kurdî û nasnameya netewî ya kurdî ye.
Zara ji roja ew wekî xwendekar û qutabî zor şaraza bû ji edebiyata kurdî û nexasma helbesta klasîkên kurd, di dema dersdayînê de wêneyên mîna Qanî, Hêmin Mukiryanî û Hejar Mukiryanî û helbestên wan yên neteweyî û şoreşgerî li dîwarên dibistanê dardixist. Gelek caran ji bo şirovekirina hevokek an ramanek ji bo zarokan, destê xwe davête berhemên Mam Hejar Mukiryanî û helbestên wî ji wê re dibû alîkar ji bu hêsankirina perwerdeya zarokan. Zara gelek ketibû bin kartêkirin û bandora Hejar Mukiryanî û helbestên wî. Zara di dersên kurdî de pêwendiyek rihî digel zimanê kurdî û di gel zarokan afirandiye, baweriya xwe bi hêza zimanê kurdî hebû; her wisa jî ji çand û edebiyata ew zimanê kurdî gelek agahdar bû, lew re jî dema hikumete meleyan ya Komara Îslamî cezaya 5 salan bi ser wê de sepand, yekser ew gotina nemir helbestvanê mezin Qani yê ku dema ew li zindana Şahê Iranê nivîsandibû hate bîre wê:
“Qur (herî) bi serî ew dijmin be ger hêviya xwe bi zîndanê tîne”
Wekî em kurmanc dibêjin xwelî li serî wî dijminî be eger hêviya xwe bi zîndanê tîne û bixwaze vîna merivê kurd bi zîndanê bişkîne. Zara bi vê bersivê û gotinên nemir Qani dizanî bû çawa bersiva biryara ceza û bendkirina wê ya 5 salan bide, bersivek bi wate bû dijî sîstema perwerdeyê ya komara Meleyan bide. Her wisa wê karî bû ku çawa miletê kurd li her parçeyek Kurdistanê bi coş û hêvî bimîne ji bo xebatên bi destxistine mafê rewa ya perwerde û xwendine bi zimanê kurdî bin.
Di van rist û malikên jêrîn ya nemirê mezin Hejar Mukiryanî, piştgirî ya xwe bo şagirdê xwe Zara Mihemedî tîne ziman û dijmînê dirind û dagîrker riswa dike, Hejar dibêje:
Be derbederî yan le malê xom
Le xakî ereb, le iran û rom
Kok û poşte bim, rût û recal bim
Koşkim deh qat bê, wêranmal bim
Aza û rizgar bim şadan û xendan
Yan zincîr li mil le sûçî zîndan
Sax bim,cihêl bim bigrim guysiwanan
Yan zar û nizar le nexweşxanan
Danîşim le ser textî xunkarî
Yan le kolanan bikim hejarî
Kurdim û li rêya kurd û kurdistan
Ser le pênawim gîyan le ser destan
Be kurdî dijîm, be kurdî demrim
Be kurdî deydem weramî qebirim
Be kurdî dîsan zîndû debimewe
Lew dinyaş bo kurd tê heldeçimewe
***
Nivîseke Fener Rojbiyanî ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Ji bo çi xebata Tewfîq Wehbî Beg û Celadet Bedirxan têk çû?