Luqman GULDIVÊ
Weşanên Enstîtya Kurdî ya Stenbolê berhemeke nû weşand. Berhem wergera romaneke ji bo zarokan e: Momo. Yek ji berhemên herî serketî yên Michael Ende. Nîzam Alhunerhan wergerandiye Kurmanciyê.
Michael Ende karekterên xwe û dinyaya kirinên wan ên di romanê de wekî çîrokan disêwirîne. Bi ya wî çîrok - ne cureyê sêwirandina wêjeya nivîsê - tu carî ji rewacê nakevin, nabin “uncool”. Lewma mirov dikare bi “varyantên û cureyên tarî û bi maneyên veşartî” ji bo mezinan bibêje, lê her wiha yên “rengîn û têrserpêhatî” jî ji zarokan re.
Helbet nivîskar pê dizane ku mirov tu carî ji bo guhdarîkirina li çîrokan “zêde” mezin nabe; jixwe ew sêhra wan, ew raza wan û carinan jî bêrehmiya wan. Esas jixwe çîrok mirovî ji vê demê dûr naxin, nabin demeke dûr, mekanekî dûr ê siberojê, yan jî sêhrê: rojekê ji rojan! û xelas.
Çîroka romana Michael Ende hem roman e û hem çîrokî ye. Û bi rastî niha nizanim çawa terîf bikim - ji ber ku romana wî ya ji bo zarokan bi rengê çîrokên şevan hatiye sêwirandin. Bi almanî ji wan re dibêjin Märchenroman (romana çîrokî).
Axir di vê romana wî de Momo, karaktera sereke, zarokeke ku zemanê hatiye dizîn li mirovan vedigerîne.
Romana Michael Ende cara pêşî ji weşanxaneya Thieemann sala 1973´yan derket. 48 sal in jî ev romana hanê li Almanyayê tê xwendin, hem wekî romana bi serê xwe, hem bi çapa xwe ya ji bo dibistanê û hem jî bi çapa xwe ya bi resman. Li ser romanê tu sînordarkirina ji bo xwendinê nîn e, yanî esas li jor min got romana ji bo zarokan, lê belkî jî ji bo mezinan e. Heta niha li dinyayê bêhtirî 7 mîlyon nusxeyên wê hatine firotin, û çend mîlyonan xwendiye, ez ne dizanim û ne jî texmîn dikim.
Ji bo protagonîstê romanê Momo -keçek e- ne muhim e ka mirovek çend salî ye, pîşeyê wî çi ye, ka di karekî de, tiştekî de yê herî baş e, yan na, ka zengîn e yan na. Wê jixwe re avahiya rûxiyayî ya li keviya bajêr kiriye mal û deriyê wê li her kesî vekirî ye. Ne pasport û nasnameyek, ne jî qeydiya bacê, ne bac û xerac, ne gumrik. Ew tenê dixwaze her kes mistek zeman bi xwe re bîne.
Ji ber wê jî gelek hevalên Momo hene.
Ê ma jixwe, hevaleke ku dilê mirov kengî bixwaze dikare biçe cemê, li gora dilê xwe li cem bimîne, pê re şa bibe û têra dilê xwe li cemê bigirî, helbet wê hevalê wê pirr bin.
Lê tişta herî muhim a ku Momo dikare, ne ev e. Erê erê, ew her kesî dihewîne, nabêje, cil û bergên te ho ne, porê ta wa ne! Her kesî dihewîne, lê ew dizane guh bide mirovan. Ew guh dide mirovan û dike ku mirovê li hemberî wê hîs bike, ka ew çi qas bi qedrê wê/wî dizane. Heta Momo ew qasî baş dizane guh bide, gava ku lazim bibe, ew dikare guh bide Kassiopeia jî. Kassiopeia kîsoyek e û hevalek ji hevalên Momo ye. Bi nivîsa li ser pişta xwe Kassiopeia dikare ya dilê xwe bibêje. Ha ew dizane di nava nîv saeta li pêşiya mirovan de wê çi biqewime. Yanî bi rengekî ji rengan pêşiya xwe di nava zemên de dibîne.
Amir her kes bi qedr e ji bo Momo, lê du karakterên nexasim bi qedr hene. Yek jê Gigi ye û yê din jî Beppo ye. Lê ez bêhtir behsa wan nekim. Axir heger bala we kişand, nebêjim ez mezin im yan jî piçûk im. Niha pir bi meraq li benda vê çapa bi kurmanciyê me da ku zarokên min ne tenê bi almanî, lê her wiha bi kurmancî jî bixwînin. Bi ya min xwe bigihînin weşanxaneyê û nusxeyekê jê bixwazin.
26.12.2021, Yenî Ozgur Polîtîka