Diyarname
Yek li ser Hevserokê Komeleya Birca Belek, yek jî li ser rojnamegerên kurd, du agahiyên îro yên xweş....
MÎRZA RONÎ HAT BERDAN
Hevserokê Komeleya Birca Belek Mîrza Ronî berî çar rojan hatibû binçavkirin. Mîrza Ronî ku nivîskar e û di heman demê de qunciknivîskarê Diyarnameyê ye îro hat berdan. Niha ji ber telefona wî tune dê nikaribe bersiva telefonan bide, lê ew azad e.
DOZA ROJNAMEGERAN BETAL BÛ
Rojnameya Ozgur Gundemê roja 16'ê gelawêja 2016'an de bi biryara 8'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê hatibû girtin. Bi biryara dozger polîsan bi ser avahiyan rojnameyê ya li Taksîma Stenbolê de girtibû û Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Zana Kaya û Berpirsê Karên Nivîsaran Înan Kizilkaya jî di nav de 24 rojnameger hatibûn binçavkirin. Kaya 5 meh, Kizilkaya jî 16 meh girtî nabûn û hatibûn berdan. Ji wan doza 22 rojnamegeran didomiya. Îro dadgehê biryara beraatê da û bi vî awayî doz bi dawî bû.