• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Nirxandina Çîrokên Lokman Ayebe; Pilingekî Li Hewselê

Dîrok : 13 12 2021 | Beþ :

Serbest

Koma Xwendinê ya Amedê vê carê çîrokên çîroknivîs Loqman Ayebe a kitêba bi navê “Pilingekî Li Hewselê” xwend û nêrîn û nirxandinên xwe kirin. Loqman Ayebe di sala 1981’ê de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Çîrokên wî yê vê dawiyê ji Weþanên Avestayê derketine. Koma xwendinê ev nirxandina xwe roja 20’ê Mijdara/Sermaweza 2021’ê li ser sepana zoomê bi tevlîbûna nivîskarê çîrokan pêk anî. Endamê komê Mehmet Arak moteratoriya þêwrê kir û di serî de bi xêr hatina hevalên xwe kir û mafê axaftinê da endama komê Neslîhanê. 

Neslîhanê got: xwendina pirtûkê hêsan bû, meriv dikare bi rehetî bixwîne lê ji ber ku tîpên mezin qet nehatibû bikaranîn û piþtî xalan bi tîpên hûr dest pê kiribû bi min ev wek þaþiyeke nivîsî ye. Bi berdewamî got ev çima wusa ye, gelo ji ber tercîhekê ye an þaþiyek çêbûye?

(Nivîskar got ku ev tercîhek e, ne ji ber þaþiyekê ye.)

 Di rûpela 64an de biwêjek heye ku dibêje jina wî bi têlekê zarokên wî bi têlekê lê dixist, min ev biwêj di kurdî de qet nebihîstibû ji mi kirê ev wergera biwêjeke bi tirkî ye, rehmetiyê bavê min digot dema sermiyanê malê tune be, jin serîkî zarok serîkî lê dixin, nizanim dibe ku mebest ev biwêj be, çiku min bi vî awayî qet nebihîstibû? Ev e tiþtên ku ez bêjim, di pê re tiþtek hebe helbet ez ê bêjim, got û nirxandina xwe bi dawî kir.

Di pê re endama komê Xecê Daþxîn mafê axaftinê girt û got; ez serî de bixêrhatina nivîskar dikim û dibêjim mala te ava be ku te 9 çîrokên xweþ nivisîn û me jî xwendin, bi rastî giþ jî ji hev xweþtir bûn. Min wusa hest pê kir ku dema nivîsandina çîrokan de gelek malzeme li ber destê te hebûye û te ji vana neh çîrokên xweþ derxistiyî. Îja ji van mijar û malzemeyan wêdetir di vegotinê de tiþtekî ecêb ceribandiye, bala min kiþand. Serî de vebêjer; di çend çîrokan de çîrok bi kesê yekem qal dike, lê di yên din de pêþî bi kesê yekem dest pê dike û dûre dibêje “ka em gotinê bidine filankes bila ew bêje” û êdî karakter kî be ew çîrokê vedibêje, çîrok diguhere dibe tiþtekî din, belkî mînakên vêya di wêjeya cîhanî de hebin lê di a Kurdî de ez cara ewil lê rast hatim.  Eva pir rêbazek xweþ bû û serkeftî bû, min eciband. Him di aliyê vegotinê de him jî di aliyê meraq û herikbariyê de ev tercîhek baþ bû. Ji hêleka din ve ev rêbaz diþibe terza vegotina çîrokên gelêrî, ji ber ku di wir de jî kesê di çîrokê de bi ziman û awayê xwe carnan tên xeberdan.

Di çîrokên xwe de bi giþtî te qala kes û tiþtên mezin nekirîyî, kes û mijarên biçûk, ji rêzê hene lê mijarên din wek meseleyên civakî, sîyasî te xweþ di nav çîrokê de nixumandiye, xwîner bi meseleyên civakî û ajîtasyonan aciz nabe. Wek mînak di çrokê de derbas dibe; bûyera dardekirina Menderes, destpêka serhildanek kurda derbas dibe lê tu li ser nasekinî, tenê wek referansên demê cî digirin. Ji bo vê jî ez dibêjim tiþtê ku loqman ayebe nîþanî me daye, ji bo afirandina çîrokên baþ û serkeftî hewce nake meriv qala tiþtên mezin bike, hertiþtê di xwezaya xwe de tê ziman û dibe edebiyatek baþ. Li aliyê din nivîskar neketiye ber ragihandina peyaman bi rêya çîrok an qehremanên çîrokên xwe, dîsa di çîrokan de gelek kes û qehremanên balkêþ hene lê dema meriv dinere hemî jî mêr in, navê du-sê jinan derbas dibin lê ew jî ne li pêþ in, zêde di ber siyê de mane, wek dayik, gelo nedibû nivîskar hin qehremanên jin jî hilbijarta?

Ji aliyê zimên ve jî dikarim bejim ku Mêrdînîyek encax dikare ewqas xweþ, rehet û sivik binivîse, lewma me gelek nivîskarên Mêrdînî xwendibûn, hevokên dirêj jî bi rehetî, herikbar tên xwendin.

Em dizanin nivîskar pêþî roman nivîsandine û di pê re ev çîrok nivisîye, dema meriv lê dinere nivîskar ferq û cudahiyekê naxe nava herdu dîsîplînan, birastî jî hin mijar tiþt hene meriv dikare bi romanê vebêje, hin tiþt jî hene çîrok derfetek baþtir e. Bi min jî herdu dîsîplîn ne dûrî hev in. Pêvajoya nivskarên kurd bi piranî bi çîrokê dest dike paþê vedigre romanê lê nivîskar berovajîyê wê kiriye, ev bixwe jî tiþtekî balkêþ e.

Mesela çîroka puxteya jiyannameya dizekî, ji ber gelek bûyer û zemanekî dirêj min got dibe ku wek roman jî meriv karibe binivîse lê tercîha nivîskar çîrok bû û birastî li çîrokê jî hatibû. Di vê kitêbê de ez dikarim bêjim ku tiþtê herî zehmet ku di hiþê xwîner de nedima navên çîrokan bû, ji wan navan çend heb gelek dirêj bû xwîner nikare rehet di bîra xwe de bihêle. Bi xwîner zehmet be jî wek tercîheke nivîskar e. hin çîrok min dubare xwendin, ji ber ku kêfa min zêde jê re hat, mesela çîroka mirineke tewþ û hin gotegot nemaze monologên derheqê civakê re pir kêfa min hat. Lê ji ber ku nav jiber bikim, min gelek caran serenav xwendin. Ewqas dirêj in ku nav naverokê di xwe de dihewînin carinan, bi gotineke din, nav wek kurteya çîrokê ye. Çîroka herî zêde bala min kiþand mirineke tewþ bû, nemaze jî beþa monologê. Çima bala min kiþand? Yanî edebiyat fîkþin e, sazkirin, avakirin e; rast nîne lê meriv dikare bêje nîvê rastiyê ye, min tiþtên ji nava civakê zêde di nav wan monologan de dîtin. Belkî jî tiþtê ku di wê çîrokê de hatine vegotin qet neqewimîbin lê ku biqewime wê wek ku hatiye gotin biqewimin, pêk werin. Mîna ku em, xwîner, daketibin qada wê çîrokê û nivîskar ji nav me derketibe û wêneyê me kiþandibe, birastî meriv wusa hîs dike.

Di çîroka mirina gewretirîn helbetsvanê neteweya xwe de bikaranîna pirvegêr/pirdengî me di romanan de dîbû( mînak romana Jan Dost) lê di çîrokê de min nedîye, pir xweþ li çîrokê hatibû, di vê çîrokê de hema bêje hemî leheng bi dor xeber didin. Her çiqas cî bi cî meriv têbigihê ku hemî beþ ji qelema kesekî derketibe jî bi temamî ne wusa bû û tehmek xweþ xistibû çîrokê. Dîsa di wê çîrokê de gazinek jî ji nivîskar bo civakê hebû, wek peyam meriv dikare jê derxe. Tiþtê ez bêjim ev e, spas dikim.

Di pê re endamê komê Ahmed Kanî mafê axaftinê girt, bixêrhatina niviskar kir û got: bi rastî heta demek nêzîk min nivîskar nexwendibû, lê di vê heyama dawî de min romana wî ya bi navê Jar lê Sermest xwendibû û derfet çêbû ku ez bidim berhev jî çîrok û romana wî, tabî ji ber ku roman mijareke psikolojîk digire dest û ji mijarên çîrokan dûr e, meriv nikare zêde berawirdî hev bike dîsa jî dikarim bêjim min tehmeke zêdetir ji çîrokan girt, bi rastî jî ji aliyê honak û afirandina kesan ve gelek serkeftî bû.

Ez dibêjim belkî nivisîna çîrokê di pê romanê re derfet daye ku nivîskar çîrokên wusa xweþ binivîse lewma jî ez hêvî dikim çîrokên dîtir ji nivîskarî bixwînim.

Tiþtekî din ê balkêþ jî wek ku di hin nivîskarên din de jî em lê rast tên tîpên mezin hîç nehatiye bikaranîn, xalbendî hebe jî, tîp hemû biçûk in. Ev taybetmendiyek edebiyata modern e. Ji aliye mijarê ve jî kronolojîyek heye, ji dizîya berê ya pez û dewaran dest pê kiriye û hatiye ser mijarek gelek nêzîk. Di çîroka mirina gewretirîn helbestvanê neteweya xwe de xususîyetek civakê bi awayekî xurt hatiye rexnekirin. Di çîroka biyokên hafiz de hin deqên wêjeya surrealîst û çîrokên me yên gelêrî hene. Di hin çîrokan de hin nexweþî û xisletên kesên ji nav me bi awayekî xweþ hatiye vegotin. 

Bi giþtî min çîrok ji hêla afirandinê ve pir ecibandin, xwendina wan bi zewq û herikbar bû, mala nivîskar ava be.

Piþtî Ahmet Kanî, mêvanê koma xwendinê Ahmet mafê axaftinê girt û got; ji ber ku nivîskar ji Dêrikê ye û ez jî xwarziyê Dêrikîya me min tehma zimanê herêmê girt lê dibe ku ev meseleya devoka herêmkî ji bo nivîskarekî bibe handikap jî ya rast. Mesela xalbendî û tîpên hûr wek hevalan bala min jî kiþand lê jixwe nivîskar got tercîheke ku jevgerandina tîpan nake. Di çîroka 1, 6 û 9an de serenav di nava çîrokê de hene û vê yekê çîrok herikbar kiriye. Di çîroka dawîn a bi navê Pilingekî Li Hevselê herçiqas nivîskar rasterast gotiye ez naxwazim dîdaktîzmê têxim nav çîrokan û ez jê jî hez nakim di çîrokan de cî bi cî bêhna dîdaktîzmê ji çîrokan tê. Di gelek çîrokan de berawirdkirina jiyana berê û jiyana niha hatiye kirin. Di çîroka ewil de guhertina normên exlaqî tê qal kirin. Bi rastî jî dema berê dizî ne þuxleke xerab berovajî wê wek nîþaneya mêraniyê dihat dîtin. Roja îro wek þuxlekî xerab e, nayê qebûlkrin. Yanî normên civakê guheriye, bal kiþandiye ser vê guherînê. Di çîroka biyokên hafiz û kirasguherînê de nexþên çîrokên gelêrî û realîzma efsûnê hene. Di kirasguherînê de pêþî ji devê Xalê Zubêr meriv dibêje qey bûyer rast e lê di dewama çîrokê de jinek dibêje tiþtên hûn dibêjin ne rast in, kes li vî gundî bi xizneyan dewlemend nebûye, bi keda xwe dewlenmend bûne. Loma jî meriv tênagihê ku gelo kîjan rast e. di çîroka Þerê du Dîkên Qoqo de min bandora tevgerên cahiltîyê, feodaliyê dîtin. Ku bê pirs û bêsewal li þûna dîkan bi kêran hevdu dikujin. Di lixwemikurhatina Qumarbazekî de jî dejenerebûna civakê niþan dide ku li aliyekî têkoþîna rûmetê û parastinê heye li hêlekê jî kesên bi qumarbaz û bi xuyên nebaþ ve radibin hene. Tiþtên ku tê serê þervanan dîsa raxistiye ber çavan. Dîsa çîroka Piþt deh salan, bal dikiþîne ser mijara heyf û xwînê û pirsgirêka hevdukuþtinê. Gava meriv tê dawiya çîrokê meriv texmîn dike ku wê ciwan bavkuþtîyê xwe birahîmê hecî bekir bikuje lê nivîskar ev yek negotiye, çîrok li wir qedandiye. Bi min ev jî lêdawîanînek xweþ bû.

Piþtre endama komê Ayþeyê mafê axaftinê girt û got; nivîskar di hin ciyan de xitabî xwendevanan dike, di çîroka dawiyê de ku nivîskar dibêje “ ez dîdaktîzmê nakim, netirsin” min hest pê kir ku nivîskar ji xwendevanan ditirse. Gengaz e ku carinan nivîskar jî hin endîþeyên xwe hebe û ji ber wê jî ji xwîneran bitirse, ev bi min normal e, lê ez wer fêm dikim ku nivîskar hinekî ji xwendevanan ditirse. Vegotineke bi vî rengî di çîrokê de ji min re wek qelsiyekê tê, ji ber ku nivîskar bo vegotina xwe rêyek din nabîne xwe dispêre dîdaktîzmê. Dîsa dema em li çîrokên din dinerin meriv dibêje qey tu hewcedariya wî bi vê yeke tûneye, ji ber ku gelek çîrokên xweþ hûnandibû, ew hêz pê re hebû ku bêyî wê pêþgotinê çîrok vegota.  Nivîskar edebiyat di ser meseleyên civakê re girtiye, eynik daye ser civakê û qal kiriye, derdekî wî yê wek îdealîstkirinê tuneye. Karakterên wî jî dîsa ji nav civakê ne. Teknîka vegotina pirvegêr serkeftî e. 

Piþtî Ayþeyê endama komê Seyhanê mafê axaftinê girt û got; ev çîrok berhema Loqman Ayabe a ewil e ku ez dixwînim. Di her çîrokê de belkî mijar û karakter diguherin lê bi giþtî tehm û çêja edebî di her çîrokê de berdewam bû. Bi giþtî dema mirov dixwîne dibine ku ev çîrok bi rastî jî di jiyana me ya rojane de qewimîne û gelek ji rêzê ne, tenê nivîskar nivisîne û nav lê kirine, derxistinê pêþ me. Nemaze di çîroka duyemîn de meriv dikeve gumana ku gelo bi rastî jî rexnegirekî bi navê Selîm Tarînî heye? Ji ber ku axaftin û nirxandina di derheqê helbestên helbestvanê gewre de pir eseh in. Wek wê hemî lehengên din jî ji xwîner re qet xerîb nayên. Dîsa çîroka duyem de nizanim nivîskar xwestiye bêje helbestvanê kurdan heta nemirin nayên zanîn û xatirê wan nayên girtin, an dixwaze bêje heta bûyereke xerab, wek qeyrana dil, neyê serê meriv haya kesî ji wêjekaran çênabe? Lê axir çi be çîrok ewqas rasteqîn bû û meriv ewqas dikeve bin bandora wan ji ber vê jî mebesta nivîskar dibêjim hatiye cî di çîrokê de. Dîsa çîroka puxteya jiyana dizekî, min pir bi kêfxweþî xwend û pir xweþ hatibû hûnan, kêfa meriv ji dizî re tê, ya rast meriv hîs dike ku dizekî wusa heye birastî jî, ku tunebe jî meriv dixwaze hebe yanê. Dîsa di biyokên hafiz de deqên ‘batil înancê’ hebû. Di çîroka piþtî deh salan de qebûlkirineke wusa heye ku heyfgirtina xwînê wek zagonekê ye û heq e. Reva ji ber wê tuneye lewma jî karaktere çîrokê yê ku xwedî dijmin rasterast li benda roja xwe ye ku were kuþtin, ji bo ku xwe biparêze tu bergiriyê nagire, wek ku qedera wî ev be. Mixabin kêm bibe jî hê meseleya heyfgirtinê, rakirina xwînê di nav millet de peyda dibe, hê jî berdewam e. ji bo van çîrokên xweþ spasiya nivîskar dikim. 

Piþtî Seyhanê endama komê Remziye Oncel mafê axaftinê girt û got; ez jî wek nivîskar ji herêma Mêrdînê me. Wek tesaduf dema min dest bi xwendina pirtûkê kir ez li Þemrexê bûm û di xwendina Çîroka ewil puxteya jiyannameya dizekî de min hêcan girt, wek ku ew çîrok di bin hiþê min de hebe, ji min re qet xerîb nehat. Lehengê çîrokê Ehmedê Ûso jî her wusa. Paþê min ji diya xwe pirsî ku yekî bi navê Ehmedê Ûso ji Dêrikê heye ya na? Diya min got belê heye, dizekî meþûr e, jina wî jî meriva me ye. Herwiha hin agahiyên dîtir jî da. Ji ber wê jî ez dikarim bêjim, çîroka ewil rast jî qewimîye û heye lê helbet nivîskar li gorî xwe xemilandiye û rengekî din daye çîrokê. Ez hîs dikim ku çîrokên din jî tev rast bin, dibe ku nivîskar hinek ji wan afirandibe lê bi giþtî dibêm qey gelek jê bi rastî jî qewimîne. Yanê ez qet ne xerîbê van çîroka me. Ji aliyê peyvan û mijar û xwendinê de jî min qet zehmetî nekiþand. Çîrokên vê kitêbê di hiþê meriv de dimîne, ji ber ku ne xerîbê me ne.

Piþtî Remziye Oncel endamê komê Mehmet Arak mafê axaftinê girt û got; ez dixwazim çîrok bi çîrok bi awayekî lez hin tiþtan bibêjim. Di çîroka ewil de wek mamoste Remziye jî got, meriv dizane ku çîrokeke ji nav me ye, di bin hiþê me de ye, ez bawer dikim her mêrên ku temenê xwe hinekî mezin çend heb serpêhatiyê xwe yê dizîyê bi vî rengî dikare ji me re qal bike, loma jî çîroka puxteya jiyannameya dizekî ne tenê ye belkî bi dehan varyantê wê li Kurdistanê hene, ji ber wê jî herçiqas nivîskar bi vegotinek herikbar qal kiribe û me bi kêfxweþî xwendibe jî ez dibêjim fîkþinek ango afirandinek tê de tuneye. Jixwe pênaseya çîrokê bixwe jî ev e ku ‘vegotina tiþt û bûyerên qewimî an ê qewimîna wan pêkan e’ lewma jî aliyekî vê çîrokê yê gelêrî jî heye. Di çîroka duyemîn de ji mijarê wêdetir teknîka vegotinê bêhtir bala min kiþand; binbeþên cuda û danaxaftina karakteran a yek bi yek di çîroka kurdî de teknîkek ango ceribandinek nû ye. Ev pirdengî gelek jî li çîrokê hatibû, ez vê teknîkê wek teknîka sînemayê bi nav dikim çiku di vê teknîkê de wek sehne û kamera hebe û her carê kesek an mijarek derdikeve ser sehnê ango foksa kamerayê tê ser kes, mijarek û dengekî din. Ev yek meraq û eleqeya xwîner dikþîne, bi vî awayî xwendinê rehet û herikbar dike. Dîsa di vê çîrokê de em dibînin ku gewretirîn helbesvanê neteweya xwe cara ewil li ser mirina wî vebêjer Doktor wî kifþ dike û dide nasîn. Berîya mirina wî tu agahî derheqê kurdbûna wî û helbestvanîya wî de tunene lê di binbeþa din de dema lawê helbestvanî qala bavê xwe dike dibêje bavê me kurdekî welatparêz bû û di malê de nedihîþt ku ji bilî kurdî em bi zimanekî din biaxivin. Xwîner wusa difikire ku yekî xwedî jiyan û pratîkek wusa ne pêkan e ku bi van xisletên xwe neyê zanîn, îllem wê ji aliyê hin kesan ve were zanîn. Loma jî di vir de ji aliye sebebê ve kêmasiyek, têkçûnek ango nakokiyek heye. Dîsa di beþa dawî de di axaftina Selîm Tarînî de mînakên helbestên rehmetî gewretirîn helbestvanî hene, diyar e nivîskar bixwe ev mînakana nivîsîne, ji vir jî em fêm dikin ku nivîskar helbestê jî diceribîne, rojên pêþ de berhemeke helbestan jî biweþîne em ê ecêbmayî nemînin. Çîroka bîyokên hafiz tehma realîzma efsûnî û çîrokên gelêrî tê de hebûn, gelek sembol û metafor tê de hebûn. Di wê çîrokê de tiþtê ku li çîrokê rûneniþtibû mêkewek bû, birastî jî dibe ku metaforek be lê bi min bîlasebep ket nava çîrokê û piþtî definkirina kalikê vebêjer perê xwe li ba kir û çû, nizanim têkilîya wê bi çîrokê re ango maneya wê çibû?  Dîsa bûyera ku di çîroka piþtî deh salan de diqewime sedema wê ji xwînîbûnê wêdetir derûnîya zarokekî radixîne pêþ çavan. Zarokekî ku bavê xwe wenda kiribe, bêbav mezin bûbe, ev rewþa bêbavbûnê derûniya zarokî kanalîzeyî kîn û nefretekê dike ku piþtî gelek salan dikare kesekî ku belkî bi çavan nedîtibe bikuje. Esasen dijminatiyek di nava hecî brahîm û zarokê sêwî de tuneye. Bi gotineke din çîrokê bal kiþandiye ser derûnîya mexdûr û zarokên aliye kuþtî. Çiku hecî birahîm bixwe jî dema hê zarok e bavê wî tê kuþtin, bêyî neheqîyek lê were li ber destê ap û amojna xwe mezin dibe, lê axir ji ber bêbaviyê derûniya wî têk diçe û piþtî bi derûniyek xerab mezin dibe dihere kujerê bavê xwe dikuje û ev çerxa wusa dizivire hercarê kesekî dide kuþtin. Ji ber wê jî divê meriv carê jî di paceya zarokên sêwî re jî li kuþtin û xwînîbûnê binere. Di çîroka Pilingekî li Hevselê de wek hevalan ji got destpêkirina bi vegotinek didaktik dibe ku bibe cîyê rexneyan, ango xweþ neyê dîtin lê nivsîkar bixwe jî di çîrokê de dibêje wek cinê ku ji hesin bireve ez ji dîdaktîzmê direvim lê xuyaye ji neçarî piçek agahîyên didaktik dane. Ji ber ku ev çîrok wek neqla bûyerek dîrokî ye vê yekê ev tiþt anîn bîra min ku esasen dîsîplîna edebiyat û dîrokê jev ne dûrin. Metnên dîrokî jî ez dibêjim qey neqilkirina hin çîrokana ku ji aliyê kirdeyên bûyerên dîrokî ve tê gotin. Peyva “akincî” heye, dibêjim qey di maneya kesên ku li gund û bajaran diminînin yanê berovajî peyva koçerîyê hatiye bikaranîn. Biwêjek derbas dibe dîsa di çîroka mirineke tewþ û hin gotegot de “zikirkê wî yê xêrê be”, ev biwêj li cem me jî wek ‘dilkê wî yê xêrê be’ tê bikaranîn lê maneya wê çi ye, ji bo kîjan rewþê tê bikaranîn ecaba? Ger nivîskar qala etîmolojî û maneya van peyv û biwêja bike, ez ê kêfxweþ bibim.

Bi gelemperî mijar gelek realîstbûn û nivîskar wek ku fotografên bûyerên li nav civakê ji mere kiþandibe û pêþkêþî me kiribe. Dîsa navlêkirinên karakter û lehengan ji nav gel bû, xweþ bû, pir kêfa min jê re hat. Vegotin, herikbarî û bikaranîne zimên bi min serkeftî bûn.

Piþt re nivîskarê çîrokê Loqman Ayebe mafê axaftinê girt û got: Beriya her tiþtî ez spasiyên xwe pêþkêþî hevalan dikim ku bi awayekî hûrgilî pirtûk xwendine û rexne û nirxandinên di cî de kirin. Bêguman we gelek tiþt wek þîrove, nirxandin û rexne gotin, ev ketin nav hev; yek bi yek nikarim vegerim ser wan lê ez ê hewl bidim bi giþtî hin tiþtan bibêjim, hêvî dikim bibim bersiv. Dîsa pirs hebin dikarim rasterast jî bibersivînim. Gelek hevalan gotin ku di çîroka pilingekî li hevselê de dîdaktîzm, agahiyên nûçeyî hene. Lê li wir jixwe nivîskar aniye ziman ku haya wî ji vê rewþê heye û ji bo baþtir çîrok bê famkirin pêdivî bi vegotina van agahiyan hene, lewre çîroka ku tê gotin mijara wê dîrokî ye, bêyî agahî wê mebest bi xwîner baþ neda famkirin. Ez bixwe jî di edebiyatê de ji dîdaktîzmê qet hez nakim, di kitêba xwe ya ewil de ez hinekî ketibûm vê dafê lê piþtî nav sala re meriv derbas dibe, têgihiþtin, hiþmendî û famê meriv digure. Bêguman di vê kitêbê de jî viya xwe da der. Dîsa mêkew hate pirsin, lê kew jî wek bûyerên xerab û biyokên hafiz nîþaneya bêyomîyê tê hesabkirin, tenê wek nîþaneya bêyomîyê, baweriyek wusa di nav gel de heye. Wekî din rasterast têkilîyek mêkewê bi çîrokê re tuneye. Bi min jî ku ew mêkew hebûya an tunebûya wê tiþtek di çîrokê de neguheranda lê wek xemlekê, desenekê min bikaranî. Dîsa mehmet got belkî em helbestên te jî rojekê bibinin. Ez vê bibêjim, ji min nayê. We jî anî ziman nivîskarên me bi piranî bi helbestê dest pê dikin, derbasî çîrokê dibin û piþtre jî romanê dinivîsin ji ber ku di tehayyula wan de roman asteke pêþdetir e lê dema meriv bala xwe bidê min bi romanê dest pê kir, ji ber ku ne roman lê helbest ji bo min asteke pêþdetir e. Heta ji romanê zehmettir û barekî girantir e. Ez nikarim bêjim min qet neceribandiye lê min ceribandiye û ez ji heqê wê nehatime der, ji ber wê mesela helbestê qet ne di rojeva min de ye. Lê piþtî vê çîrokê min dil heye ez romanekê bidim weþanê.

Ez bi giþtî werim ser kitêba çîroka pilingê hevselê; ev çîrok piþtî deh salan berhema min a dawî bû ku hat weþandin, ev deh sal bû berhemek min a nû nehatibû weþandin. Min dixwest navê çîroka “piþtî deh salan” li kitêbê bikim lê ji ber deh sal navberdayînê, gumana min hebû ku ji aliye xwîner ve wek tiþtekî takekes were fêm kirin, lewra jî min navê çîroka piþtî deh salan lê nekir, min ya pilingekî li hevselê lê kir. Çîroka pilingê li hevselê li cem min wateyek wê ya din heye, min ew nav li berhemê kir. Çîrokên vê berhemê tev tematîk in. Dosyeya van çîrokan berî weþanê di navbera 5 mehê dawî de hat holê. Loma jî mijar, mekan û serdema tê de diqewimin kêm zêde yek in. Xecê got, wek rexneyekê, çima karakterên jin tê de tunene, ev pirsek di cî de ye lê ev wek tercîhekê bû. Bi zanebûn e, ji ber ku mijar vegotin û form vêya dixwazin,  we jî dît di konteksa wan çîrokan de û di civaka ku di nav de bûyer diqewimin karakterên birastî jî ewên ku min cî danê ew bixwe ne. Çîrokên min nivisîn jî bêhtir çîrokên derdora zilaman bû, çîrokên zilaman bûn. Gelek rexneyên wer hatin lê wek min gotiye ev tercîhek e. Di edebiyata me de karakterên me gelekî îdeal in, li civaka me nayên, ne beramberî civakê ne, kesên rewþenbîr in, nivîskar in, hunermend in,  xwendevan in yanê eleqeya wan bi rastiya civakê tunene. Mehmet li ser nav û rengê karakteran got, diþibin nav û rengê karaterên Bextiya Elî, ez vê bêjim, ew karakter bi wan nav û renganan jixwe di nav civaka me bixwe de ne, dema meriv bala xwe bidê, navên me jixwe wusa ne. Dema meriv nêzîkî rastiya civakê bibe û bibe eynika civaka me ev karakter jixweber dikevin edebiyatê. Tîpên hûr û gir hatin qalkiirn, ji ber du sedeman min tîpên gir bikarneanîn; yek ez ji sîmetrîyê hezdikim a din jî ku mecbûriyek tunebe ez wekî din jî cara tîpên mezin bikarnaynim. Ji ber wê jî min xwest tev bi tîpên hûr bin. Li gor vegera xwîneran bertekên xweþ hatin, bi gotinek din wek tercîhekê bû.  Dîsa mehmet got mekan tu bandor li karakteran nekiriye, li ser mekan qet nesekinîye, ser re derbas bûye. Ji bo vê dikarim bêjim, di serdemek wusa ku jiyan mobîlîze bûye, hurgilîyên li ser mekan û bi mekan ve girêdayî wê çîrokê pêþve nebe, bi min ev ne taybetiyek edebiyata îro ye, belê di berhemên klasîk de ev tiþt hene û em dixwînin jî lê bi min mijar, vegotin, tevn, fîkþin û karakter di çîrokê de bêhtir li pêþ in. Qala binnavên di nav çîrokan de hat kirin. Ev rêbaz min ji Luis Borges girtîye, bi maneya erênî wek teqlîdekê ye. Bi min pêþketin, guherîn û bizavên edebîyatê yê nû ewil bi teqlîdkirinekê dest pê dikin, dema tiþtek derket tu lê binere û bêje ez ê jî tiþtekî wusa heta ji vêya xweþtir derxim holê pêþî teqlîdkirin e lê dûre dibe pêþketin.

Dîsa peyvek û biwêjek hat pirsin. Akincî ji kesê ku ji bo projeya îskanê dewletê di cîyan de bizanebûn bi cî kiribin re tê gotin, berovajî mihaciriyê ne ji ber mecbêriyetê ye. Li cem me dijberiya koçerbûnê dêmanî heye lê ne bi wateya akincîtîyê ye. Biwêja zikirkê wî yê xêrê be min bikaranî û min wateya wê ji kesên temendirêj jî pirsî kesî bersiveke berbiçav neda, tam ji bo çi ye, min bikaranî, ez jî wateya wê ya rast nizanim. 

Min bêhtir serê xwe bi mijarê ve êþand, piþtî mijarê jî helbet vegotin. Min nexwest zimanekî ajitekirinê an propagandaîst bikar bînim, rast e mijarên civakî, sîyasî þer û pevçûn derbas dibin lê min ev yek ji çîrokên basit, rojane re kir fonek, wek fon bikaranî. Tiþtên ez bêjim ewqas in, hêvî dikim min tiþt ji bîr nekiribin. Spasiya we dikim dîsa. 

Piþtî axaftina nivîskarê çîrokê Loqman Ayebe Þêwr bi dawî bû.

Nîþe: deþîfrasyona dengan ji aliye Mehmet Arak ve hatiye kirin.
***

Têbiniya Diyarnameyê: Her ku nirxandinên koman tên em wan belav dikin. Komên din ku nirxandinên xwe biþînin emê wan jî belav bikin. 

Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com 


Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Gelo

Gelo "Kaniya Pêncçavî" dê bibe çemekî helbestê?

09 12 2018

Birîna Pervîn Buldan û gaza ji Brezîlya!

Birîna Pervîn Buldan û gaza ji Brezîlya!

26 07 2012

Bavê min Ehmedê Reþo

Bavê min Ehmedê Reþo

02 05 2010

Þerê tumoran û kemoterapiyê

Þerê tumoran û kemoterapiyê

21 10 2015

Prof. Dr. Yildirim: Omer Xeyam ji Baba Tahir sûde wergirtiye

Prof. Dr. Yildirim: Omer Xeyam ji Baba Tahir sûde wergirtiye

26 03 2021

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname