Ji Licê heta Stenbolê çîroka antrenorekî: Celal Erkan
Cemil OGUZ
Vê mehê em berê xwe bidin çîrokeke cihêreng, çîroka antrenorekî, antrenorekî kurd ku çîroka wî li Licê dest pê kiriye, li Stenbolê didome û wê hê bidome. Em qala antrenorê fûtbolê Celal Erkan dikin.
LI KOÇERAN HAT DINÊ
Di sala 1975'an, sala ku erdhejê Licê hejandibû Celal Erkan li gundê Koçeran a Licê hat dinê. Ew dibistana seretayî li wir dixwîne, lê wekî bi hezaran zarokên kurd derfet tunebûye ku xwendina xwe bidomîne. Loma jî piþtî salan dema berê xwe dide metropolan ji derve dibistana navîn û lîseyê dixwîne û temam dike. Bi vê jî nasekine, dikeve zanîngehê, li Zanîngeha Anadoluyê Beþa Têkiliyên Bi Gel re dixwîne, dûre dîsa li Zanîngeha Anadoluyê Beþa Rêveberiya Sporê dixwîne û temam dike. Û ew wekî zanîngeha sêyemîn niha dîsa li heman zanîngehê beþa Emlak û Rêveberiya Emlakê dixwîne.
LI GUND FÛTBOL
Celal Erkan heta 14 saliya xwe li gund dimîne. Ji zarokatî de ji fûtbolê hez dike. Li gund ligel hevalên xwe her dilîze, lê dema hinek din mezin dibe vê carê ligel tîma gund bi gundên din re dilîze. Yekem "maçên deplasmanê" jî li wir dest pê dikin. Her hefte ew diçin gundên din, gundên derdorê, gundên derdorê jî tên gundên wan û bi hev re fûtbolê dilîzin.
SERPÊHATIYA KAYSERIYÊ
Dema dîroka xwe li salên 90'î diqelibîne li nav hemû kurdan, li Licê jî ser û binobûneke dest pê dike. Her ciwan berê xwe didin cihekî, ji bo para Celal Erkan jî koçberî dest pê dike. Ew ligel hin xizmên xwe diçin Kayseriyê. Li wir ew di înþaatan de dixebite, lê dest ji fûtbolê jî bernade. Di wê demê de "neqandina lîstikvanên ciwan" li dar dikeve. Ji ber vê eleqeya Celal Erkan a ji bo fûtbolê, wî jî diþînin nav van neqandinan. Diçin Kuluba Esentepeya Kayseriyê. Gogê dilîzin û di encamê de ji nav ew qas ciwanan wî û yekî ji Yozgatê hildibijêrin. Celal Erkan 4 salan li Esenteqe Sporê wekî amator dilîze. Paþê diçe tîmek mezintir, diçe Kayseri Buyukþehir Belediye Sporê. Piþtî kurtedemekê vê carê tîma jêrîn a Beþîktaþê gazî wî dike û pêvajoya Stenbolê bo wî dest pê dike.
EDÎ LÎSTIKVANÊ BEÞÎKTAÞ'Ê YE
Celal Erkan hê ciwan e, divê bikemile ku ji xwe tîmên mezin ên Tirkiyeyê wisa dikin. Ji bo vê yekê kulub wî diþîne tîma xwe ya pîlot Beþîktaþ Yildiz Sporê. Ew 4-5 salan li vir dilîze, kaptaniya tîmê dike û dema sal tê 99'an ku ew êdî bi her awayî dikare di tîmeke profesyonel de bilîze, ji Diyarbakir Sporê gazî wî dikin.
'LI DIYARBEKIR SPORÊ PÊÞÎ LI MIN GIRTIN'
Em dixwazin ew bixwe qala pêvajoya Diyarbakir Sporê bike. Dibêje: "Sala 99 yan destpêka 2000'î bû. Coþkun Demirbakan û Mujdat Yetkiner ji bo hevdîtinê me þandin Diyarbekir Sporê. Em du kes çûn. Serokê Kulubê Adnan Okturen bû. Wan Hikmet Çapan girtin, gelek pere jî dan wî. Ji min re gotin 'Tu zaroyê Diyarbekirî, fedekarî bike'. Ji çaran yekê pereyê ku dabûn Hikmet Çapan pêþniyarê min kirin, ev bêedaletî bû, min qebûl nekir. Li wir Adnan Okturen pêþî li min girt. Ji ber wî ez derbasî tîmeke profesyonel nebûm. Ez vegeriyam Stenbolê. Ez gelek aciz bûbûm. Gelek tîmên din ên profesyonel gazî min kirin, lê min lîstina fûtbolê êdî di serê xwe de xilas kiribû. Ez neçûm cihek din û min dev jê berda."
DEBAR Û KAR
Piþtî ku êdî dest ji fûtbolê ber dide dest bi kar dikeve. Li Saziyên Murat Egîtîmê dest bi kar dike. Pêþî broþurên wan belav dike, paþê þêwirmendiya saziyê dike, di salên dawî de jî dibe þirîkê þaxek ji wan. 10 salan zêdetir di vê saziyê de kedê dide.
ANTRENORÎ DEST PÊ DIKE
Di vê navberê de wî dest ji lîstinê ber daye lê meyla wî ya li ser fûtbolê xilas nebûye. Dinêre ku xilasî tune, dibêje "Ez bibim antrenor". Em niha guh didin wî: "Sala 2005'an bû. Ez çûm min serî li TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) da. Pêþî ez çûm Kursa C. Ez jîr bûm. Heman salê min Lîsansa C girt û bi vê lînsansê di salên 2005-06, 2006-07'an de li Klûba Dîkîlîtaþ Sporê ya Beþîktaþê ez bûm cîgirê Teknîk Dîrektor Yaþar Ýçli. Ji wê salê wêdetir her çi semîner hebûn min serî lê didan û ez diçûm. Heta niha min gelek sertîfîka girtin."
Salên dûre ji bo antrenorî zêdetir rê li ber vedibe. Di sala 2015-16 ji qursa "TFF û Halk Egîtîm"ê sertîfîkaya rêveberina zarokên 6-13 salî digire. Li aliyek karê antrenorî, li aliyê din xebata li Murat Egîtîmê. Dema di sala 2015'an de, ew yek ji avakar û þirîkê Murat Egîtîm a Umraniyeyê ye, ji Þîle Sporê gazî wî dikin. Ew wê salê Tîma A ya Þîle Sporê bi rê vedibe. Dûre li dor 5-6 mehna li Yildiz Sporê antrenorî dike.
ÞAMPIYONIYA LIGEL CIWANAN, ‘MOURINHO CELAL’
Celal Erkan kar û antrenorî bi hev re dimeþîne. Di sala 2016-17'an de wekî antrenor U12 ya Çekmekoy Alemdag Sporê bi rê ve dibe, bêyî carek jî têk biçe tîm dibe þampiyon. Sala bê vê carê U14 ya heman tîmê teslîmê wî dikin, lîgê duyemîn temam dike. Her ku diçe tîmek bilindtir didinê: Di 2017-18'an de U15'ê teslîmê wî dikin. Bêyî ku di maçek de jî têk biçe lîgê demam dike lê nikare tîmê derxe lîgek jortir ji ber ku reqîbê wî ji wan zêdetir gol avêtibûn, ew dibin þampiyon. Di sala 2018-19'an de jî vê carê U16 teslîmê wî dikin. Heman salê U15 jî bi rê ve dibe, ji ber ku antrenor dikarin di salek de du koman bi rê ve bibin. Ji wan U16'ê dike þampiyon. Ciwanên U16 gelek ji wî hez dikin. Û di pîrozbahiya þampiyoniyê de wekî "Mourinho Celal" tezahurat dikin.
PANDEMÎ BANDORÊ LÊ DIKE
Di sala 2019'an de diçe Kursa B ya UEFA'yê. Beþa yekem li Rîvaya Stenbolê temam dike, beþa duyem dê serê 2020'an de li dar bikeve û lîsanlê bigire lê pêvajo pandemiyê dest pê dike, ev pêvajo hinek dirêj dikiþîne. Dîsa jî ew di sala 2020'an de Lîsansa B digire. Bi vê lîsansê dike bi awayekî profesyonel tîmek bi rê ve bibe. Di heman demê de diçe kursa "Sertîfîkaya Analîz û Performansê" û digire. Bi vê yekê dikare di Lîga Super de jî wekî analîzkarekî kar bike.
MESELEYA FAIR PLAY
Antrenor Celal Erkan îsal tîma U18 ya Þaredariya Çekmekoy Alemdag a Stenbolê bi rê ve dibe. Maçên îsal meha borî dest pê kirin û di 4 hefteyan de 3 serketin, yek jî wekhevî bi dest xistiye. Xala ku bû meseleya fair play û çepik ji bo Erkan hatin lêdan jî vê demê çêbû: Di maça Çekmekoy BLD. Alemdag û Kartal Elçî (20.11.2021), di deqîqeya 60'î de lîstikvanê Kartal Elçîsporê seqet bû û ji sehayê derket. Ji ber ku yêdekê tîmê tune bû man 10 kes. Li ser vê yekê antrenorê Çekmekoy Bld Alemdagê Celal Erkan forvetê xwe Yigit Bora ji lîstikê derdixe. Em ji antrenor Erkan guhdarî dikin: "Tîma hember 10 kes mabûn. Ne tiþtek adil bû ku em 11 kes bilîzin. Min lîstikvanê xwe derxist û min got em 10-10 bilîzin. Li ser navê fair playê min wisa kir. Gere wisa be." Tîma Celal Erkan di maçê de 8-0 bi ser dike û ji ber vê tevgera wî jî ji aliyê derdora sporê ve hat pîrozkirin.
LÎSTIKVAN ÞANDIN FB û GS'yê
Di van demên ku ew antrenorî dike her lîstikvanên ciwan ên serketî ji bo tîmên mezin pêþniyar dike. Di van 3 salên dawî de ji lîstikvanên wî yek çû Galatasaray, didu çûn Fenerbahçe, yek jî çû Baþakþehîrê. Ew lîstikvan niha di tîmên jêrîn ên van tîmên mezin de dilîzin û Erkan dibêje, "Armanc ew e van zarokan diyar bikim, pêþ bixim û diyarî fûtbola profesyonel bikim."
HEDEFÊN WÎ
Celal Erkan niha xwe amade dike ji bo Lîsansa A ya UEFA'yê serî lê bide û dibêje, "Di nav du salan de ezê Lîsansa A bigirim."
Û wekî dawî jî van lê zêde dike: "Hedefa min profesyonelî ye. Piþtî ez Lîsansa A bigirim ez dixwazin ji bo bajarê xwe, ji bo fûtbolê xizmeteke baþ bikim. Li bajarê min pêþî li min girtin, nehiþtin ez fûtbolê di tîmên profesyonel de bilîzim, niha ez dixwazim tîmên profesyonel bi rê ve bibim. Belkî rojekî bi vî awayî tîma Amedê jî bi rê ve bibim. Ez ji fûtbolê hez dikim. Diwazim bi fûtbolê ciwanan ji tiþtên xirab dûr bigirim û wan bixim nava sporê, nava fûtbolê."
Antrenor Celal Erkan niha Tîma U18 ya Çekmekoy BLD Alemdag Sporê bi rê ve dibe.