Diyarname
Li Amedê helbestvanên kurd ji bo bîranîna helbestvanê mezin Cegerxwîn dicivin.
Di salvegera wefata helbestvanê mezin Cegerxwîn de Komeleya Nivîskaran a Amedê li Navenda Çanda û Hunerê ya Cegerxwîn a li Kayapinara Amedê paneleke li dar dike. Panel wê bi sernavê "Di bîranîna Cegerxwîn de jiyan û wêjeya wî" dê li dar bikeve. Panela ku Serokê Komeleyê Şêxmûs Sefer dê bi rê ve bibe de helbestvan Rênas Jiyan û Berken Bereh dê wekî axifger beşdar bibin. Her du helbestvanên kurd dê li ser jiyan û helbesta Cegerxwîn gotina xwe pêşkêş bikni.
Panel roja 22.10.2011'an, saet 11.00'an de li dar dikeve.
***
Nûçeya eleqedar:
- 'Şeva Helbestên Kurdî' li dar dikeve
-