Diyaname
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê bi merasimeke dest pê kir û heta 3'yê meha pêşiya me dê li dar be. Îsal festîval diyarî Rahîm Zahîbî hat kirin ku ew di sala 2018'an de li ojhilatê Kurdistanê miribû.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îsal 12'emîn car deriyên xwe vekirin. Di merasima destpêkirina festîvalê de hunermend Pervin Çakar û Ertan Tekîn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Fîlmê derhêner Şewket Emîn Korkî "The Exam" (Ezmûn) jî wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn. Fîlmê Ferît Karahan "Okul Traşi" jî dê wekî fîlmê bidawîkirina festîvalê bê nîşandayîn.
HIN FÎLM
Di çarçoveya festîvalê de dê 43 fîlm têne nîşandayîn. Di nav van de kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj hene. "Ezmûn", "Okul Traşi", "Sidiq û Panter", "Brîndarim", "Bavanî", "Abur", "Gorulmuştur", "Pêlavsor" hin ji wan fîlman ku dê bêne nîşandayîn.
PANEL
Her wiha di festîvalê de du heb panel jî hene. Ji wan yek bi sernavê "Li 4 parçeyan sînemaya kurdî" ye ku 29'ê mehê saet 16'an de dê li dar bikeve. Panel bi moderatoriya Ferhan Sterk û bi beşdariya Ekrem Heydo, Şewket Emîn Korkî û Hasîm Aydemîr li dar dikeve.
Panela din jî bi sernavê "Li Kurdistanê windakirina nasnameya hawir û dîrokê" 31'ê mehê saet 14'an de li dar dikeve. Vê panelê Zana Kîbar dê bi rê ve bibe û Mesut Alp û Veysi Altay dê biaxivin.
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com