Diyarname
Kaseta ku têde deng,gotûbêj û stranek heye, belkî ji bo hinan kaseteke ji rêzê ye lê ev kaset bi 58 hezar û 300 dolarî hat firotin.
Em qala kaseta endamê koma Beatlesa birîtanî John Lennon dikin û jina wî Yoko Ono dikin. Di kasetê de dengê her duyan heye.
Li paytexta Danîmarka Kopenhangê Mezatxaneya Bruun Rasmussen mezaret saz kir û ev kaseta ku dengê wan herduyan têde ku 33 deqîq ye firot. Di kasetê de gotûbêja ligel Lenno û Ono heye, ligel vê straneke ku qet nehatiye belavkirin heye.
Di meha rêbendana 1970'yî de ev kaset ji aliyê 4 ciwanên xwendekar ên danîmarkî ve hatiye tomarkirin.
Ligel kasetê fotoyên wan xeqndekaran jî hatin firotin.
Hunermend John Lennon di sala 1940'î de hatibû dinê, di 8'ê berfanbara 1980'yî de di enacama sûîkatek de hat kuÅŸtin.