Diyarname
Agahiyên ji Lîga Şampiyonan, gola yekem a Messi, rekora Salah û heta agahiyên Kûpaya 2'yan; vane ji cîhana fûtbolê çend nûçeyên ku derketine pêş.
MAÇÊN 2'YEM ÊN LÎGA ŞAMPIYONAN
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de maçên hefteya duyemîn hatin lîstin. Liverpoolê tam 5 gol avêtin Porto ku di şevê de herî zêde di vê maçê de gol hatin avêtin. Xeyalşikêna herî mezin jî li Spanyayê çêbû: Real Madrid li mala xwe li hemberî tîma Sheriffê (Moldova) bi 2-1 têk çû.
Maçên hefteya duyemîn êvara 28'ê mehê hatin lîstin.
Encamên êvarê ev bûn:
- Paris Saint-Germain (Fransa) - Manchester City (Îngilistan): 2-0
- Leipzig (Almanya) - Club Brugge (Belçîka): 1-2
- Porto (Portekîz) - Liverpool (Îngilistan): 1-5
- Milan (Îtalya) - Atletico Madrîd (Spanya): 1-2
- Borussia Dortmund (Almanya) - Sporting Lizbon (Portekîz): 1-0
- Real Madrid (Spanya) - Sheriff (Moldova): 1-2
MAÇÊN ÎŞEV
Maçên hefteya duyemîn ên din jî îşev dê bêne lîstin. Heşt maç hene:
- Wolfsburg - Sevilla
- Atalanta - Young Boys
- Zenit - Malmo
- Bayer Munih - Dinemo Kieve
- RB Salzburg - Lille
- Juventus - Chelsea
- Benfica - Barselona
- Manchester United - Villareal
MESSI LI PSG'Ê YEKEM GOLA XWE AVÊT
Yek ji maça bi heyecan maça PSG û Manchester City bû ku PSG'ê bi 2-0 reqîbê xwe têk bir. Lîstikvanê navdar Lionel Messi ku ji Barselonayê çûbû PSG'ê yekemîn gola xwe avêt. Golên tîmê di deqîqeya 8'an de Gueye û deqîqeya 74'an de Messi gol avêt.
SALAH REKORA ETO'O ŞIKAND
Di maça ku Liverpoolê 5 gol avêtin Portoyê de lîstikvan Mohamed Salah 2 gol avêtin û bi vê rekora Samuel Eto'o şikand.
Ji lîstikvanên ji Afrîkayê heta niha Didier Drogba herî zêde di Lîga Şampiyonan de gol avêtine. Drogba bi 44 golan ji Afrîkayê lîstikvanê herî zêde gol avêtine ye. Samuel Eto'o bi 30 golan di rêza duyemîn de bû lê Mohamed Salah bi 2 golên ku êvarê avêtin hejmara golên xwe derxist 31'ê û Eto'o li dû xwe hişt.
MAÇÊN KÛPAYA TIRKIYEYÊ
Di Kûpaya Tirkiyeyê de vê hefteyê maçên Dora 2'yan têne lîstin. Hin duh hatin lîstin, hin îro û yên din jî sibê dê bêne lîstin.
Di vê dorê de çend tîmên ji bajarên kurdan hene. Ji wan Elazig Spor duh li hemberî Arnavutkoyê bi 1-0 têk çû. Tîma Agri 1970 Spor îro li mala xwe ligel Kuşaadasi dê bilîze. Ji tîmên din ên bajarên kurdan Mardin Buyukşehîr Belediye Spor sibê dê Gumuşhanesporê bike mêvan ku maç saet 13.00'an de dest pê dike. Igdir spor jî Elaziz Belediyeyê dike mêvan ku maç saet 14'an de ye.