logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'
  2. Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan
  3. Hejmara nû ya kovara 'Kurt Tarîhî' derket
  4. PSG'ê mala Villarealê xira kir (Va ne hemû encamên êvarê)
  5. Konferansek li ser "Wêje û Aştî"yê
news-details

Agahiyên birfireh li ser hilbijartina pêşwext a Iraqê

Roja 10'ê kewçêrê li Iraqê dê hilbijartina pêşwext çêbibe. Vane agahiyên berfireh ên li ser vê hilbijartinê.

  • Dîrok: 30/08/2021
  • Beş: Nûçe

Roja 10'ê kewçêrê li Iraqê dê hilbijartina pêşwext çêbibe. Vane agahiyên berfireh ên li ser vê hilbijartinê.

SADR HAT, HILBIJARTIN ZINDÎ BÛ

Ji hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê re 41 roj man, hizb û namzet ji bo propagandaya xwe ketine nava liv û tevgerê. Berî niha Eniya Sedir ku serokatiya wê Muqteda Sedir dike, ragihandibû ku ewê tevlî hilbijartinan nebin. Ji ber vê jî kesê hêvî nedikir, wê hilbijartin di dema xwe de çêbibin. Lê berî hefteyekê Muqteda Sedir ragihand ku ewê tevlî hilbijartinên pêşwext yên Iraqê bibin.

Piştî vê daxuyaniyê, egera pêkhatina hilbijartinê ya di dema xwe de zêde bû. Bi tevlîbûna Sedir ya ji bo hilbijartinê re propagandaya hilbijartinê ya hizb û namzetan zindî bû.

JI 2005'YAN HETA NIHA 4 HILBIJARTIN

Piştî ruxîna rejîma Baasê ya sala 2003’yan, Iraq bû dewletek federal û sîstema parlamenteriyê kete meriyetê. Ji bo vê di sala 2005’an de hilbijartinên parlametoya Iraqê pêkhatin. Ji wê demê heya niha li Iraqê 4 hilbijartin pêkhatine.

XWEPÊŞANDANÊN 2019'AN

Di sala 2019’an de xelkê Iraqê ji ber nebûna xizmetguzarî, rewşa xirab a ewlekarî, betalî û qeyranê daket kolanan û xwepêşandan kir. Xwepêşanderan daxwaza avakirina hilbijartinek pêşwext kirin.

Li ser vê yekê di 30’ê Sermaweza/Mijdara 2019’an de serokwezîrê wê demê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî dev ji kar berda û di gulana 2020’an de jî Mistefa Kazimî wekî serokwezîr hate nîşandan û pejirandin. Kazimî hikumetek demkî pêkanî. Destpêkê biryar bû 6’ê pûşpera/hezîrana 2021’ê de hilbijartin pêk bê, lê ji ber nakokiya di navbera aliyên siyasî de hilbijartina pêşxwest ji bo 10’ê kewçêra/cotmeha 2021’ê hat paşxstin. Ji bo hilbijartinê 41 roj mane.

ZAGONA NÛ: PARLEMENÊN JIN DÊ ZÊDE BIBIN

Hilbijartina vê carê, di warê dem û yasaya hilbijartinê de, ji hilbijartinên dema borî cudatir e. Ji bo vê tê payîn piştî hilbijartinan, li Iraqê rewşa siyasî jî were guhertin. Lewma tê pêşbînî kirin bi zêdebûna hejmara parlamenterên jin re qezanca jinan jî zêdetir bibe.

DENG DIDIN NAMZETAN

Li gorî yasaya nû ya hilbijartinên Iraqê, 10 navendên hilbijartinê hatiye zêdekirin û 83 navendên hilbijartinê û sîstema hilbijartinê ji lîsteyê veguherandine, namzetiyê. Yanî dengdêr wê raste rast deng bide namzet û li gorî hejmara zêde ya rêzbendiya dengdanê, wê namzet li herêmê derbikevin.

LI HERÊMA KURDISTANÊ 15 HERÊM HENE

Li gorî yasayê, Herêma Kurdistan bi ser 15 herêman hatiye belavkirin. Li gorî vê jî li Hewlêr 4 navend û hejmara kursiyan jî 15 ye. Silêmanî 5 navend û 18 kursî ji bo wê hatiye diyarkirin û Dihok jî 3 navend û 11 kursî hatiye diyarkirin.

Li gorî vê yasayê pêwîste li hemû herêman, namzetek jin derbikeve. Ev bû sedem hizb û partiyên siyasî, hejmara namzetên jin zêde bike. Ji bo vê tê payîn di vê hilbijartinê de hejmarek zêde ya jinan derbikevin û di parlamentoyê de cihê xwe bigrin.

NÊZÎ 24 MÎLYONAN HILBIJÊR HENE

Li gorî Komîsyona Hilbijartinê, 23 mîlyon û 986 hezar û 741 hilbijêr hene û heya niha 17 mîlyon û 95 hezar û 230 kartên biyometrîk hatine belavkirin. Bi giştî 8 hezar û 723 navendên dengdanê û 55 hezar ofîs hene.

109 PARTÎ, 4 HEZAR Û 249 NAMZET HENE

Di hilbijartinan de 109 partî, 3 hezar û 249 namzet û ji vê hejmarê jî 789 namzetên serbixwe hene. Herwiha ji vê hejmarê 909 namzet yên hevpeymanan in, hezar û 501 namzet jî yên partiyan in. 901 namzet jin in, 2 hezar û 298 namzet jî zilam in.

800 hezar kes forma tevlîbûnê ya ji bo karmendên roja dengdanê dagirtine. Ji vê 308 hezar û 297 kes karmendên ser sindoqan werin hilbijartin.

9 KURSÎ JI BO PÊKHATEYAN IN

Li gorî sîsetma nû ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê, 9 kursiyên parlametoyê ji bo pêkhateyan hatiye diyarkirin.

Li gorî vê Mesihî 5 kursî, yek ji van li Bexda, yek li Dihok, yek li Hewlêr, yek li Kerkûk û yek jî li Nînowayê ye.

Ji bo Êzidiyan li Nînowayê kursiyek hatiye diyarkirin. Ji bo Saîbî û Mendayî kursiyek li Bexda, Şebek kursiyek Nînova û Kurdên feylî jî kursiyek li parêzgeha Wasit hatiye diyarkirin.

Tevî ji bo namzet, hizb, aliyên siyasî û hilbijêran diyar e ku wê hilbijartin di dema xwe de were kirin, lê ya ne diyar rewşa siyasî ya Iraqê a piştî hilbijartinê ye.

Ji Rojnewsê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2026

Di navbera PDK û YNK'ê de çi diqewime?

news
  • 04 11 2026

Konferansek li ser "Wêje û Aştî"yê

news
  • 04 11 2026

Vala Ferîd Îbrahîm cara duyemîn bû Seroka Parlamenta Herêma Kurdistanê

news
  • 02 11 2026

DEM Partî li ser endamên xwe yên ‘Kent Uzlaşisi’ daxuyanî da

news
  • 02 11 2026

Bahçelî dixwaze ew bibin bajar; 6 navçeyên kurdan têde hene

news
  • 01 11 2026

Du sal derbas bûn, hikumet nîn e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
Ev jî hene
ad

Dev ji cixareyê berde 8 hezar YTL'yê bigire

ad

Hozan Bavê Selah xatir xwest

ad

Kiliçdaroglu: Em dijî xweseriya cewherî ne

ad

Sernav ji bo vê nûçeyê ne lazim e!

ad

Akademiya Mafên Mirovan vebû

ad

'Rojên Şahidiyê' dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

  • 04 11 2026
news

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

  • 04 11 2026
news

Hejmara nû ya kovara 'Kurt Tarîhî' derket

  • 04 11 2026
news

PSG'ê mala Villarealê xira kir (Va ne hemû encamên êvarê)

  • 04 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname