Diyarname
48'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn bi merasima xelatdayînê û bi gotinên siyasî dest pê kir.
Merasima ji bo destpêka festîvalê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Cam Piramitê dest pê kir. Di şeva ku pêşkêşvaniya wê ji televîzyonan alman RTL Nazan Eckes kir de "Xelata Rûmetê ya di Hemû Jiyanê de" dan Tuncel Kurtiz, Perran Kutman, Engin Çaglar, Halit Akçatepe, Mehmet Dinler û Rustam Ibragimbekov
Her wiha xelata "Di Warê Hunerê de Berpirsiyariya Civakî" dan Rutkay Aziz, xelata "Yildirim Onal Ani" dan Suna Selen xelata "Kedê" jî dan kedkarê sînemayê Selahattin Geçgel.
Engin Çaglar di dema xelatgirtinê de got; "Di sala 1969'an de min di fîlmê Bîlge Olgaç 'Yêtîm' de lîst. Ji ber ku derhêner komunîst bû fîlm hat paş guhkirin, xelat nedan min."
Serokê Komeleya Lîstikvanên Sînemaya Hemdem Rutkat Aziz jî xelata xwe girt û got ku "Di salên 1979-1980'ê de ji ber sansur û derbeyê pêşbazî li dar neketiye, piştî 30 salan ewê bigihîjin xelatên xwe. Aziz got divê ev ji bo dinyayê bibe mînakek û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ez hêvî dikim sînemagerên welatên ku ketine bin derbeyan û faşîzmê jî vê ji xwe re bikin mînak û par ve bikin. Ez hêvî dikim ev xelata ku min girt, min heq kiriye. Ger rojekê min dev ji xeta xwe berda bi awayekî azad vê xelatê bi paş ve ji min bigirin. Hunermendên rastîn mecbûr in bibin şahidên rastiyên li welatê xwe û li dinyayê. Li welatê min, tiştê ez bûme şahid serdestiya hiqûqê têk çûye, pêşketineke bê edalet ketiye rê, xwendekarên ku pankarta ji bo perwerdehiya bêpereyan vekirine 16 meh di girtîgehê de man... Li tu derê dinyayê jin, zarok ew qas bi tecawiz û kuştinê re rû bi rû nemane. Rastiya dinyayê, dengê şer, birçîtî, dagirkirin, kedxwarî... Sînema, wekî ku Şarlo jî dibêje hunereke aştiyê ye û di nava xwe de asta aştiyê diparêze û keda xwe dixe nav dinyayê."
Tuncel Kurtiz ku xelat girt wisa got: "Yilmaz Guney du bask dan min. "Umut" (Hêvî) û "Suru" (Kerî). Bi van her du baskan ez firiyam Ewropayê. Ji vê derê ez sipasiya xwe ji bo Yilmazê min dişînim. Wî jiyan da min."
48'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê heta 14'ê mehê dê bidome. Di festîvalê de fîlmê "Meş" (derhêner Şiar Adbi), belgefîmê "Diya Min Aştî Dixwaze" (derhêner Aziz Çapkurt) ên bi kurdî jî hene. Her wiha çend fîlmên Yilmaz Guney jî têne nîşandayîn.