Diyarname
Can Candan hîndekar e, belgefîlmkar e û li ser sînemayê keda wî heye. Candanê ku li Zanîngeha Bogazîçî li Beşa Ziman û Wêjeya Rojava Hîndekar bû ji kar hat derxistin. Akademîsyenan ji kar derxistina Candan şermezar kir.
Rektor Melih Bulu wekî kayûm şandibûn ser Zanîngeha Bogazîçî, lê ji ber ku ev çend meh bûn her li hemberî çalakî û şermezarkirin hebûn, ew ji kar hat girtin, cîgirê wî Nacî Încî hat peywirdarkirin. Încî wekî karê yekemîn Can Candan ji kar dexist. Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçî îro li Meydana Kampusa Başûr a Zanîngehê hatin ba hev û biryara Încî şermezar kirin. Akademîsyenan wisa got; "16'ê tîrmehê Can Candanê ku ev 14 sal in dersê dide bêyî isûla akademîk, bi biryareke derî hiqûqê, bi sedemên ne sedem ji peywirê hatiye girtin. Biryara der barê Can Candan û mamoste Feyzi Erçîn de hatiye girtin ne li gorî lîyakat, beşdariya demokratîk û dijî rihê zanîngeha demokratîk e. Em wekî akademîsyenên zanîngehê vê kirinan nemafdar qebûl nakin, em ligel mamosteyên xwe ne û emê pêvajoyê ji aliyê zagonî ve bişopînin."
Can Candan kî ye?
Can Candan hîndekar e, derhênerê fîlman e. Di sala 1969'an de li Stebolê hatiye dinê. Ligel hîndekariya li Zanîngeha Bogazîçî, heta niha ev fîlm kişandine:
- Nukleer Alaturka (2017)
- Benim Çocugum (2013)
- 3 Saat (2004)
- Çatalhoyuk (2001)
- Duvarlar (2000)
- The Drama Studio: An Acting Process (1992)
- Exodus (1991)
- Wen-a Portrait (1989)
- Boycott Coke (1989)
Candan endamên gelek komeleyên li ser fîlm û belgefîlman dixebitin e.
Akademîsyen û derhêner Can Candan ev 14 sal bûn li Zanîngeha Bogazîçî kar dikir.