Diyarname
Malpera nivîskarê me Helîm Yûsiv ku ev demek dirêj bû li ser xebat dihat kirin bi 7 zimanan vebû.
Nivîskarê me Helîm Yûsiv ji bo nasandina xwe malpera xwe ya şehsî amada kir û malperê dest bi weşanê kir. Malper bi kurdî, alman, erebî, îngilîzî, farisî, tirkî, îtalî ye. Malpera ku bi gotinên "Nivîsandin, mîna meşa kesekî ye, ku bi avjeniyê nizanibe û li ser aveke kûr bimeşe. Mîna ku agir bi rihê te ve hilperike û tu rê li ber bigrî, da ku serê tiliyên te jî neşewitîne. Nivîsandin, oksejîna jiyanê û daweşandina toza li ser şitla xweşikbûnê ya rastiyên veşartî ye.Nivîsandina bi kurdî, encama qehra 2700 salî ji windabûna di nav tozê de ye" xêrhatinê li mêvanan dike, agahiyên cur bi cur li ser Helîm Yûsiv dide mêvanan.
Di malperê de beşên wekî jîngenîgarî, pirtûkên çapkirî, gotar, nûçeyên nû, rexne, hevpeyvîn, çalakî, wêne û vîdyo hene.
Ji bo yên bixwazin li jiyan û xebatên Helîm Yûsiv binêrin nanîşan ev e: