Diyarname
Rêveberiya nû ya Klûba Amed Sporê ji bo teknîk dîrektoriya tîma Amed Sporê ya mêran ligel teknîk dîrektor Mesut Toros li hev kir. Sala bê dê Toros tîmê bi rê ve bibe..
Mesut Toros kî ye?
Teknîk dîrektor Mesut Toros di sala 1969'an de li Îzmîrê hatiye dinê. Toros di salên 90'an de wekî lîstikvanê fûtbolê li kîmên wekî Goztepe, Altay, Salihli, Buca lîstiye û di sala 2003'yan de li Tavşancil spor dest ji lîstinê berdaye. Wî di sala 2004'an de wekî antrenorê tîma jêrîn a Altayê kar kiri,e dûre antrenorê cîgir û di sala 2013'yan de dest bi teknîk dîrektorî kiriye. Ji wê rojê heta niha tîmên wekî Altay, Fethiye, Tîre, Karşiyaka bi rê ve birine. Par ew teknîk dîrektorê Nazîllî bû ku Nazîllî Belediye di Lîga 3'yemîn de ye.
Di teknîk dîrektoriyê de serketina Toros a mezin îsal li Nazîllî çêbû ku Nazîllî di Lîga 3'yemîn de kir şampiyon anî Lîga 2'yemîn.


