Diyarname
Cenazeyê Denîz Poyraz a HDP'yî ku duh hatibû kuştin îro li Goristana Kaynaklar a Bûcaya Îzmîrê hat definkirin.
Hevserokê HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar, Hevberdevkên HDK'ê Cengiz Çiçek û Esengul Demir, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdeniz, mebûsên HDP'ê, nûnerên partiyên siyayî û saziyên sivîl, bi hezaran kes çû ser gora Poyraz. Li doristanê pankarta ku wêneyê Deniz Poyraz li ser bû û li ser “Em hemû Denîz in, em hemû HDP'yî ne" nivîsandî hat daliqandin.
Va ne agahiyên li ser îro:
BIRÊN POYRAZ ÊN GIRTÎ JÎ HATIN
- Cenazeyê Denîz Poyraz ku duh ji aliyê faşîstekî bi navê Onur Gencer ve hatibû kuştin pêşî birin Kadîfekaleyê û li mizgeftê merasim çêkirin. Paşê birin Goristana Kaynaklar a li Bûcayê. Du birên Poyraz Suleyman Poyraz ku li Girtîgeha Şakran girtî bû û Îbrahîm Poyraz ku li Gîrtîgeha Odemîş girtibû bi destûr hatin goristanê. Ji ber qelebalixê demek dirêj leşkeran nehişt werin goristane lê bi hewldanên HDP'yiyan destûr dan. Her du bira demek kurd bi diya xwe Fehîme û bavê xwe Abdillillah re hevdîtin çêkirin. Birê wan ên din Kamuran Poyraz ku li girtîgeha Kepsutê bû, ji ber îdareya girtîgehê destûr neda nekarî were.
STENBOL, ÎZMÎR
Li gelek navçeyên Stenbolê yên wekî Ftih, Başakşehir, Esenyurt, Gaziosmanpaşa, Sultanbeyli, Esenler, Sariyer, Beylikduzu, Kuçukçekmece, Bagcilar, Bakirkoy, Arnavukoy, Eyup, Beyogluyê gel daket kuçeyan, daxuyanî da, kujer şermezar kirin. Gel dengê "Em li vir in, em natirsin" bilind kir.
Li aliyê din Seroka CHP'ê ya STenbolê Canan Kaftancioglu ji bo sersaxî çû HDP'ya Stenbolê. Hevserokê HDP'ya Stenbolê Erdal Avci û Elif Bulut pêşwazî li Kaftancioglu û heyeta pêre kirin.
Her wiha Serokê Gelecek Partisi Ahmet Davutoglu telefonî Hevserokê HDP'ê Mithat Sincar, jina wî Sare Davutoglu jî telefonê Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan kir û sersaxî xwest.
Rêxistina CHP'ê ya Îzmîrê û Rêxistina Gelecek Partisi ya Îzmîrê jî çû serdena HDP'ya Îzmîrê.
AMED
Li Amedê Platforma Jinan Dîcle Amed Li Parka 8'ê Adarê ya li Kayapinara Amedê hatin ba hev. Mebûsên HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Pero Dundar, Şevin Coşkun û gelek jin amade bûn. Jinan diruşma "Şehît namirin", "Em ne di şînê de ne, em serî hildidin" bilind kirin.
Li Deriyê Çiyê jî endamên Meclisa Ciwanan a Amedê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin ba hev, çalakî lidar xistin û diruşma "HDP gel e gel li vir e, "Em huş nabin, natirsin, îtaetê nakin" bilind kirin.
Duh bi dehan saziyên sivîl ên Amedê jî hatibûn ba hev û daxuyanî dabûn çapemeniyê.
GÎRESUN
Li Girêsûnê î endamên Platforma Demokrasî û Kedê li Platforma Şaxên KESK'ê ya Gîresûnê hatin ba hev. Li wir daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta "Li hemberî faşîzmê mil bi mil" hat vekirin.
ENQERE
Li Enqereyê nûnerên DÎSK, KESK, TMMOB û ATO'yê (Odeya Tabîban a Enqereyê) li hemberî êrîşa li ser HDP'ê hatin ba hev û banga îstîfaya Midûrê Emniyetê û Waliyê kirin.
WAN
Li Wanê Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ya Wanê wêneyeke mezin ku li ser wêneyê Denîz Poyraz hebû û li ser nivîsîbûn "Denîz Poyraz Bêmirin e" lbi Keleha Wanê ve daliqandin.
AJOKARÊ TEQSIYÊ AGAHÎ DA
Li aliyê din îfadeyên ajokarê teqsiyê ku kujer Oner Gencer anîbû ber avahiya HDP'ê derket holê. Di îfadeya ku ajokar daye emniyetê de gotiye ku wî gelek caran Onur Gencer ji rawestgeha teqsiyê ya Gazîemîra Îzmîrê girtiye birin ber avahiya HDP'ê, hin caran biriye Manîsa, Termal Otel a Balçovayê jî. Nava rojê derket holê ku
MÊRSÎN
Hinan peyamên tehdîdwarî ji bo Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê şandin. HDP'ya Mêrsînê li ser van peyaman li cem Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê gilî kir.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Çapemeniya tirk kuştina Poyraz wekî "Pevçûn" bi nav kir
- Mithat Sancar: Civîna me hebû, qetlîam hatiye plankirin
- Agahiyên berfireh li ser kuştina Deniz Poyraz