Bedran DERE / Cemil OGUZ
24'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay îro dest pê dike û heta 20'ê mehê dê bidome. Di festîvalê de fîlmê derhênerê kurd Mano Xelîl "Neighbours" jî heye û di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de ye. Li ber fîlm pêşî navê "Kurdistan"ê hat nivîsîn, dûre jê hat rakirin.
'KURDISTAN'A "NEIGHBOURS" jÊ BIRIN
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay îro deriyên xwe vedike. Fîlmekî kurdî di pêşbaziya sereke de ye. Ev pêşbaziya sereke ku wekî Pêşbaziya Navneteweyî jî tê zanîn fîlmê serketî hildibijêre û bi Xelata Qedeha Zêrîn wan xelat dike. Fîlmê kurdî yê bi navê "Neighbours" (Cîran) ku ji aliyê derhêner Mano Xelîl (Khalil) ve hatiye kişandin di vê beşê de ye. Xelîl ku heta niha beşdarî gelek festîvalan bûye, vê carê fîlmê wî li Şangayê ye.
Fîlmên diçin festîvalan li ber tê nivîsandina ji aliyê kîjan welatan ve hatiye kişandin. Di fîlmê Xelîl de "Swîsre/Kurdistan" hatibû nivîsandin. Festîvalê pêşî bi vî rengî li ser malpera xwe belav kir, lê paşê ew navê "Kurdistan" rakirin, tenê Swîsre hiştin. Li ser meseleyê derhêner Xelîl ji bo malpera me got, "Ez li wan geriyam, xeber şandin ji min re, gotin pirsgirêkên siyasî derketine, loma Kurdistan jê derxistine." Xelîl diyar dike ku di festîvalê de fîlmekî tirkî jî heye, dibe ku ji aliyê wan ve hin destwerdan hatibin kirin.
'FÎLMEKÎ ÎNSANÎ YE
Mano Xelîl pêşî qala girîngiya beşdarbûna festîvalên wisa mezin dike û paşê li ser fîlmê xwe wisa dibêje: "Di dîroka kurdan de ev fîlmekî girÎng e. Fîlm zordariya li ser miletê kurd tê kirin tîne ziman; fîlm tiştek însanî ye, drama ye, hunerî ye, lê belê tiştek polîtîk e jî ku nîşan dide kurd çawa hatine parçekirin, çawa sînor di nava wan de hatiye avakirin."
Fîlmê Mano Xelîl li ser sînor derbas dibe. Bi ser çîroka zarokekî re êşên her du aliyên sînor pêşkêşî temaşevanan dike.
Mano Xelîl derhênerekî kurd e û li Swîsreyê dijî. Heta niha wî gelek fîlm û belgefîlm kişandine û di qada navneteweyî de hin xelat jî girtine. Heta niha wî 13 kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj kişandine. Belgefîlmê wî "Mêşvan" (The Beekeeper) li gelek welatan xelat girt.
Her wiha Derhêner Xelîl agahî dide me ku yek ji festîvala navdar a dinyayê jî fîlm qebûl kiriye, lê niha qedexe ye ku navê wê bêje, lê serê meha pêşya me dê bê eşkerekirin.
FÎLMÊN PÊŞBAZIYA SEREKE
Di beşa pêşbaziya sereke, Pêşbaziya Navneteweyî de ligel fîlmê Mano Xelîl 12 fîlmên din jî hene ku yek jê jî ji Tirkiyeyê ye. Ji Tirkiyeyê fîlmê Necip Çaghan Ozdemîr ê bi navê "Pure White / Bembeyaz" di festîvalê de ye. Ji bilî van ji Îran, Rusya, Çîn, Polonya, Malezya, Romanya, Almanya û Amerîkayê jî fîlman di pêşbaziya sereke de cih girtine. Roja 19'ê mehê bi merasimek fîlmên serketî dê bêne xelatkirin û festîval 20'ê mehê ji bo salek din dê xatir bixwaze.
Vane fîlmên di pêşbaziya festîvalê de:
PÊŞBAZIYA SEREKE YA NAVNETEWEYÎ
- Amateurs / Iwona Siekierzynska (Polanya)
- Barbarian Invasion / Tan Chui Mui (Malezya)
- The Chanting Willows / Dai Wei (Çîn)
- The Conscience / Alexey Viktorovich Kozlov (Rusy)
- The Contrary Route/ Abolfazl Jalili (Îran)
- The Father Who Moves Mountains / Daniel Sandu (Romanya)
- Future Is A Lonely Place / Martin Hawie/Laura Harwarth (Germany)
- The Grace Ends / Wu Di (Çîn)
- Manchurian Tiger / Geng Jun (Çîn)
- Neighbours / Mano Khalil (Switzerland / Kurdistan)
- Pure White / Necip Caghan Ozdemir (Tirkiye)
- Since August / Diana Zuros (DYA)
- To Feel / Vitaliy Saltykov (Rusya)
BEŞA ANÎMASYONÊ:
- Even Mice Belong In Heaven / Denisa Grimmova/Jan Bubenicek (Komara Çek/France/Poland)
- Gulliver Returns / Ilya Maksimov (Ukrayna)
- New Happy Dad And Son: Perfect Dad / He Cheng/Liu Kexin (Çîn)
- Realm Of Terracotta / Lin Yongchang (Çîn)
- Tarsilinha / Celia Catunda/Kiko Mistrorigo (Brezîlya)
BEŞA BELGEFÎLMAN:
- All In / Zhou Hao (Çîn)
- Fort Apache / Ilaria Galanti/Simone Spampinato (Îtalya)
- Kodokushi / Ensar Altay (Tirkiye)
- Mayor, Shepherd, Widow, Dragon / Eliza Petkova / Germany
- Sisyphus / Santiago Mohar Volkow/Nicolás Gutierrez Wenhammar (Meksîka)
Fîlmê Mano Xelîl "Cîran" di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de ye.
Fragmana fîlm:
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.