Amed TÎGRÎS
Armanca hemû dê û bavan ew e ku zarokên xwe bi kesayetiyeke pak û serbilind, zana û bixwebawer perwerde bikin. Zarokên wan di jiyana xwe de her serkeftî, xwedî pêşeyeke payebilind, karekî baş û bextewar bin. Di nav heval û civaka xwe de mirovên qedirşînas û serbilind bin.
Berpirsiyariyên dê û bavan yek jê jî ev e ku ew bixwe ji zarokên xwe re bibin rêber û nimûneyeke baş. Bi helwest û pratîka xwe dirustî û rastiyê nîşanî zarokên xwe bidin û baweriyê bidin wan.
Rê, şans û derfetan ji bo zarokên xwe pêk bînin, kêmasî û şaşiyên xwe sererast bikin. Dersên erênî bi dest bixin.
Divê dê û bav li gotinên xwe dîqet bikin, zarokan nexapînin, dirust bin û nehêlin ku zarokên wan jî derew bikin. Ji xalan xaleke girîng jî ev e ku divê dê û bav li ba kesên din dilê zarokan nehêlin, biçûk nexin. Lê şaşiyên wan bi zimanekî xweş bi wan bidin zanîn û sererastkirin.
Derew û xapandin bandoreke gelek neyînî li ser giyan, jiyan û karakterê zarokan dikin. Ev ji destpêkê heta dawiya jiyanê form, kesayetî û karakter dide zarok ku pişt re guhertina karekter û kesayetiya formgirtî gelek zehmet dibe.
Di mijara derew û xapandinê de, dê û bav pêwîst e zana û serwext bin. Zarok her tim dê û bavê xwe teqlîd û kopî dikin. Çi dibe bila bibe, dê û bav divê rastiyê ji zarokên xwe re bêjin û wan nexapînin. Zarokên biçûk wekî temenmezin qebûl bikin û ligel wan rastiyê bêjin. Nebêjin ku ew biçûk in, baş tênagihîjin, divê ez wê bixapînim an bi vê metodê amoş û îqna bikim.
Zarok dema dibîne ku dê û bav rastiyê nabêjin û derew dikin, ew jî ji dê û bavên xwe hînî derew û xapandinê dibin. Wekî nimûne dema zarok ji dê an bavê xwe dixwaze pêlîstok, xwarin, sol an kinceke bikire û dê û bav bêjin,“niha pereyê me tune, dema pere ket destê me, em ê bikirin.” Zarok dibîne an dizane ku di berîk an çenteyê wan de pere hene, lê derew dikin û dixapînin. Ew zarok êdî ji dê û bavê xwe bawer nake. Bandoreke neyînî li ser zarok dihêle. Heke dê û bav nebêjin “pereyên me tune”, lê bêjin,“ev pere ji bo mesrefa me ye, piştre ku ket destê me, em ji te re bikirin,” wê demê zarok rastiyê hîn dibe. Nimûneya duyem: Li Tirkiyeyê zarok dema dest bi dibistanê dike bi îdeolojîke nîjadperest tê perwerdekirin.
Li malê dê û bav, li dibistanê mamoste û medya rojane dibêjin û dinivîsin ku “li Tirkiyeyê her kes tirk e. Ne Kurdistan heye û ne jî kurd û gelen din.” Ew bi vê perwerdeya nîjadperest û derew mezin dibe. Ew jî wekî mezinên xwe dibin parêzvanên vê îdeolojiya nîjadperest û derew. Nimûneya sêyem jî: Malbat bi otomobîla xwe diçin, bav otomobîlê dajo û bi paş ve li otomobîla li pêş xwe dixe û qeza çêdibe. Polîs tê bav dibêje,ne xetayê min bû, xetayê şoferê din bû.”
Halbûkî zarok bi çavên serê xwe dibîne ku bavê wî derew dike. Li vir dê û bav ji zarokên xwe re dibin nimûneyeke xerab. Zarok jî di proseseke dûr û dirêj de hêdî hêdî exlaq û karakterê dê û bav kopî dike.
Pêngava duyem dema zarok piçek mezin dibe û dest bi zarokxane an dibistanê dike, mamoste, heval û civat jî dikevin nav wê qad û hejmara teqlîd û kopiyan.
Zarok dibîne ku mamoste û hevalên wî jî wekî dê û bavê wî rastiyê vedişêrin û derew dikin. Ew her ku mezin dibe ferq dike pirtûkên ku dixwîne jî li ser derew û xapandinê hatine amadekirin. Li medyayê dinêre bûyerên ku li derdora wî dibin, rastiyê nabêjin û nanivîsin. Her ku mezin û kamil dibe, dibîne ku dîrok, cografya, çand, ol li ser bingehê derew, înkar û xapandinê hatine avakirin. Serok, wezîr, mirovên payebilind û bawerhişk ji her kesî bêtir derewên herî mezin û bêbinî dikin û ji bo berjewendiyên xwe xelkê dixapînin.
Li ser lingekî hezar derewî dikin û sond dixwin. Bingehê sîstemên otokratîk, nîjadperest û paşverû li ser derew, xapandin, xurafe û mîtolojiyan hatine avakirin. Li welatên wiha divê berî her tiştî sîstema perwerdehiya mal û dibistanê ji binî ve werin guhertin. Ji mirovên azad, dirust, dadmend û rastgo civat û sîstemên demokratîk tên sazkirin. Li ser bingehê perwerdeya otokratîk, derew û xapandinê hemû ferdên civatê xwenda û heta ji çend zanîngehan mezûn bin jî, bi kesên wiha demokrasî, dadmendî û wekhevî nayê avakirin. Îro li Rojhilata Navîn gelek civat û dewletên paşverû û otokratîk hene.
Ji Xwebûnê hatiye girtin