Diyarname
Belê rojek wisa jî heye, Roja Nekişandina Cixareyê ya Dinyayê. Bi rojek helbet tiştek naguhere lê îhtîmala "îro tu cixareyê nekişînî, belkî êdî tu dev jê berdî" jî heye. LOma îro Roja Nekişandina Cixareyê ye.
Rêxistina Tunduristiyê ya Dinyayê (WHO) di sala 1987'an de ev biryar girtiye. Ji wê rojê de her sal vê rojê balê dikişînin ser aliyên neyînî yên cixareyê û mirovan ber bi dest jê berdana cixareyê ve dikişînin.
Vane hin îstatîstîk:
- Li gor WHO'yê li dinyayê salê dor 4 mîlyon kesî ji ber nexweşiyên cixare dibe sedem dimirin. Ev rêje li Tirkiyeyê 100 hezar e.
- Di navbera salên 1960-2000'î de li welatên pêşketî kişandina cixareyê sedî 23 daketiye, lê li welatên ku pêşdikevin her sal sedî 3,4 kişandina cixareYê zêde dike.
- Li Tirkiyeyê rojane 70 mîlyon TL ji bo cixareyê tê xerckirin.
- Li nav welatên EWropayê de Tirkiye di warê kişandina cixareyê de di rêza 3'yemîn de ye, li dinyayê jî di rêza 7'emîn de ye.
- Yên ku cixareyê dikişînin li gor yên nakişînin 15-25 qat zêdetir bi qansêrê dikevin û dimirin.
- Her cixareyek 12 deqe ji jiyana mirovan dibe.