logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Ser xêrê: BDP diçe meclisê

Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li Amedê piştî civîna komê ragihand ku ew di 1'ê kewçêrê de beşdarî xebatên meclisê

  • Dîrok: 28/09/2011
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li Amedê piştî civîna komê ragihand ku ew di 1'ê kewçêrê de beşdarî xebatên meclisê dibin.

BDP'ê di hilbijartina 12'yê pûşperê de 36 mebûs bi dest xistibû, ji ber mebûsên ku hatibûn hilbijartin ew serbest nehatibûn berdan û ji ber betalkirina mebûsiya Hatip Dicle çûyîna meclisê boykot kiribû.
Di ev çend mehên borî de gelek tişt guherîn. Piraniya rewşenbîran neçûyîna meclisê ya BDP'ê mafdar dît. Di vê dema dawî de jî hem ji nav raya giştî ya kurd (her çiqas hê jî hin nexwazin BDP here meclisê jî), ji raya giştî ya Tirkiyeyê jî piraniya rewşenbîr dixwazin ku BDP'ê di 1'ê kewçêrê de beşdarî vekiriba serdema nû ya meclisê bibe û xebatên xwe di meclisê de bidomîne. Her wiha ji ber ku di vê payîzê de nîqaşa li ser çêkirina Zagoneke Bingehîn a nû jî dê çêbe, raya giştî dixwaze BDP jî di nav vê xebatê de be.
Ji bo biryar bidin ku mebûsên BDP'ê herin meclisê yan na koma BDP'ê îro li Amedê civiya. Di civînê de gelek nîqaş kir.
Berî civînê Kongreya Civaka Demokratîk bang li BDP'ê kir ku here meclisê.
Piştî civînê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş derket pêşberî çapemeniyê, metna ku navê "Ji bo gel deklerasyona me ya eşkere ye" xwend. Demirtaş got ku di 1'ê kewçêrê de ewê beşdarî xebatên meclisê bibin.

Vane hin gotinên Demirtaş:
- Digel hemû zehmetî, îşkenceyên li kuçeyan, bindava hilbijartinê ya sedî 10, digel rezaleta vetoyê jî gel bi şev û roj xebitî û 36 mebûsên xwe hilbijartin.
- Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê di kurtedemê de bû hêviya Tirkiyeyê. We wekî Halli İbrahim Oruç hewce bike jiyana xwe jî da, ji bo vê em careke din sipasî dikin. Piştî hilbijartina 12'yê pûşperê hêviya zagoneke nû û aştiyê ew qas mezin bûbû, lê destên qirêj careke din ketin nav tevgerê. Mebûsiya Hatip Dicle hate betalkirin. Berdama mebûsên girtî hat redkirin. Protokolên Ocalan hatin redkirin. Gava tasviyekirinê dan dest pê kirin. Berpirsê vê yekê hikumeta AKP'ê ye.
- Biryara boykotê ku me girtibû mafdar û meşrû bû, loma derdora blokê ev yek bi awayekî erênî qebûl kiribû. Ji dêvla ku AKP êrîşa BDP'ê bike, gavên pratîk biavêta dê baş ba. Ji bo şer ji nû ve dest pê neke, hikumet gavan bavêje BDP'ê biryara boykotê da. Lê AKP cidî tevnegeriya.
- Digel hemû kêmasiyên me em ji her kesê ku piştgirî dan boykota me re sipasiyên xwe pêşkêş dikin.
- Em hemû nîqaşên ji bo vegera meclisê fêm dikin, hemû metirsiyên neçûna meclisê jî fêm dikin û qîmetê didinê. Ji bo em soza hemû derdorên bi me bawer in, ji bo em soza ku me daye kedkaran baştir bînin cih,j i bo em eniya berxwedanê xurt bikin, ji bo azadiya Hatip Dicle û hemû girtiyan, digel AKP'ê û ji bo em AKP'ê ber bi paş ve dehf bidin ji 1'ê mehê ve em dest bi xebatên meclisê dibin.

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Darizandina Tugluk rawestandin

ad

KNK’ê ji bo Prof. Dr. Wanlî peyama sersaxiyê weşand

ad

Ji Beşîkçî mînaka Bangladeş û Pakistanê

ad

Hasip Kaplan 7 wezîrên AKP'ê guhartin!

ad

Festîvala Cazê dest pê kir

ad

Bloka Aştiyê: Têkîliya gel bi dewletê re di asta qutbûnê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname