Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises li nexweşxaneyê bi Ayşegul Yildiz zewicî.
Hunermend Îbrahîm Tatlises li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin bi awayekî surprîz, bêyî haya kesî jê hebe bi Ayşegul Yildiz (30 salî) ku ji zû de ye bi hev re bûn re zewicî. Mehra wan Şaredarê Şîşliyê Mustafa Sarigul birî û şahidiya wan jî karsaz Yuksel Caglar û Teknîk Dîrektorê Galatasarayê Fatih Terim kir.
Piştî birîna mehrê Sarigul wisa got: "Duh bi şev saet 22.30 de ji bo birîna mehrê li min geriyan û di nav rojê de jî belgeyên xwe temam kirine. Di saet 20.45'an de bi beşdariya hindik kesan me mehr birî."
Sarigul got ku rewşa Tatlises baş e û ew kêfxweş e jî.
Leza Tatlises çi bû em nizanin lê li nexweşxaneyê zewicîn rewşeke awarte ye.
Me zewaca li girtîgehê, li dêre, li salonên sporê, li cihên wisa bihîstibû, niha jî em zewaceke li nexweşxaneyê dibihîzin. Em çi bêjin: Xwedê miradê wan bike.