Diyarname
Bifikirin ku sedî 300 meaşê te zem dikin lê dîsa jî tu bi wê nikarî çayek vexwî...
Em qala Venezuelayê dikin. Li welat meaşê herî kêm ê mirovan hat zêdekirin. Yanê zem hat ser. Hem jî sedî 300 lê. Ligel vê jî meaşê nû hema bû bi qasî 2 dolar û nîv.
Li welat meaşê herî kêm 1.8 mîlyon bolîvar bû, ev kirin 7 mîlyon bolîvar.
Wezîrê Xebatê Yê Venezuelayê Eduardo Pinate gotiye di çarçoveya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê de ligel bilindkirina meşaê, dewlet dê dayîna xurekê jî zêdetir bike.
Li Venezuellayê hîper enflasyon heye. Li gor daneyên IMF'ê li welat sedî 5500 enflasyon heye ku ev yek enflasyona herî bilind a dinyayê ye. Du sal berê kontrola aborî hatibû sistkirin û bi dovîz kar û bar dihat kirin lê dîsa jî gelek karker bi pereyên wan, bi bolîvarê meaşê distînin.
Di nav 7 salên dawî de aboriya welat sedî 90 biçûk bûye û qeyraneke mezin didome.