Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global di navbera 16-27'ê mehê de online li dar ket û bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Fîlmê Mehmet Ali Konar ê bi navê "Hewno Bêreng" xelata Fîlmê Serketî Roja Zer bi dest xist.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal ligel 12 festîvalên din ên kurdan îsal bi navê "Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global" wekî online li dar xist. Di festîvalê de beşek ji fîlmên kurdî yên 20 salên dawî hatin neqandin û hatin pêşkêş kirin. Festîval bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.
Di warê filmên metrajdirêj de fîlmê derhêner Mehmet Ali Konar "Hewno Bêveng" ku heta niha li hin festîvalên din jî xelat girtibû di vê festîvalê de bi xelata Roja Zer hat xelatkirin. Xelata Mehmet Aksoy a Belgefîlm ê Serketî dan belgefîlmê "Holy Bread" ê Rahim Zabirî, xelata Yilmaz Guney a Kurtefîlmên Serketî dan "The Order" ê derhêner Ako Zandkarimi û Saman Hasaninpour.
Xelata Taha Kerîmî ya Kurtebelgefîlmên Serketî dan belgefîlmê "Hell" ê derhêner Borhan Ahmadi. Di warê xelata lîstikvanan de jî Arina Mirzaei Xelata Lîstikvana Herî Serketî bi rola di fîlmê "Believe" de, Fereydoon Ansari jî Xelata Lîstikvanê Herî Serketî bi rola di fîlmê "The World's Last House" de girt.
Xelata Fîlmên Serketî ya temaşevanan bi rêzê dan van fîlm û belgefîlman: 1- "Zer" (Derhêner Kazim Oz), 2- "Bakur" (Derhêner Çayan Demirel, Ertugrul MAvioglu), 3- "All my Mothers" (Derhêner Ebrahim Saedi).
Her wiha derhêner Mano Xelîl bi belgefîlmê xwe "The Beekeeper" bi Xelata Rûmetê ya FFKL'yê hat xelatkirin. Li aliyê din FFKL'yê ji bo herî zêde hatiye temaşekirin xelateke taybet da belgefîlmê Şêro Hindê ê bi navê "Evîn Di Rû Yê Qirkirinê De".
***
Nûçeyên Eleqedar: