Mirov li welatê bavê xwe ne sêwî ye
Ozan SOLHAN - Zekî AKDAG"
Romana lêgerîn û vegerîna welêt, zimên û evînê Bîr.
"Jehr ava zemzemê ye, bi destê yarê."(r:65)
Birek heye di hundirê herkesî de serê wê di mêjiyê mirov de, lêbelê ber bi dilê mirov ve kûr û dûr dibe. Dawiya dawîn mirovên ku dixwazin pêrgî xwe werin, xwe bibînin vedigerin ber bîra xwe. Dengek û nêrînekê diþînin ji kûriyê re. Ev bîr çiqas kûr û tarî be eksa deng jî ewqas ji dûr ve olan dide. Reng ewqas þolî û mat dibin. Mirov ne dengê xwe, ne jî reng û dirûvê xwe nas dike. Ev di Kûristana mirov de dibe yeka/î din. Yan jî dibe aliyê wê/î yên hundirîn.
"Biþkokên vekirî di pêsîra demê de."(r:72)
Bîr pirsiyariyek e, pirsiyariya derbareyê reh û riçikên mirov de. Ev Kûristan dê çawa bê ronîkirin, ev valahî dê çawa bê dagirtin? Kevzên di bin bîrê de dê çawa bi kok bibin û axê hembêz bikin? Dibe ev bi rêwîtiyekê re mimkûn be. Rêwîtiya berev hundirîn…
"Tu bîrekî û di bîreke dî de yî"(r:22)
Romana Bîrê ya nivîskar Nûdem HEZEX di 2018an de ji weþanxaneya Darayê derçû ye. Di heman salê de Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî wergirtiye. Qelîteya romanê têra xwe ye, dizayna pirtûkê jî herweha baþ e. Bicîhkirina navê roman û nîþaneya xelatê serkeftî ye û herweha tercîhên rengan jî wisa. Wêneyê bergê yekser bala meriv dikþîne. Siya destekî ku tiliya eþhedê rakiriye berev cama bûhargirtî de, þopek li ser tilî weke ku li ser siya kêzik/mêþ/perperikekê hebe xuya dike. Lê piþtî xwendinê meriv têdigihîjê ku ev sehneyek ji romanê ye. Ji ber ku wêne zelal nîn e û þolî ye, mebesta xwe jî di carekê de nade der. Mebesta wêneyê bergê ne bi nêrinê, bêhtir bi xwendine tê fehmkirin.
"Veguhestina demsalan dibîne eger li ber pencerê be mirov û hew"(r:25)
Nivîskar, xwendevanan li pêþ kevalekê dide rûniþtandin. Ev keval li pêþ temaþevanan tê çêkirin. kevaleke bênavber û herikbar. Di vê kevala dengdar de deng li ser rengan, reng li ser dengan tevlî hevdu dibin. Xêzên wê þêlû ne, weke ku di nav rastî û xeyalî de here û were. Di wê kevala surreal de mûzîkala deng û rengan diherike bi newaya jina rût û tût a çellojen. Ev mûzîkal bi dengê ‘’la’’yê destpê dike û diherike...
"Te behsa camê kiribû , ew tiþta duber a tu çiqasî paqij bikî ewqasî li ber çavan wenda dibe, tu çiqasî bilewitînî ewqasî xwîya dike. Ew tiþta dike du alî û nefesên herdû alîyan ji hev dibire qut dike. Wê tiþta efsûnî ya milek tarî bûbe eger, ji milê dî tu dikarî xwe lê bibînî"(r:30)
Di romanê de cam wek metafor carinan dikeve pêþiya bîrê. Her tiþtî dike du alî. Ji lehengên romanê bigrin, heta nivîskarê romanê jî kiriye dualî. Cam þeffaf e, ku paqij be meriv hebûna wê hîs nake. Piþtî qirêjbûyînê mirov bi hebûna wê qayîl dibe. Gelo em jî camên di dil û mêjiyên xwe de di nav alozî û tevlîheviyan de nabînin bêhtir? Ew cama ku þikestekên wê wek rastiyeke canê mirov diêþîne.
"Min çavên xwe li tiþtên heya îro rûyê xwe li wan nedayî didan. Hinavê xwe li bîreke heya îro bi çavên serê xwe nedîtî vala dikir"(r:42)
Karakterên romanê di demên cihê de ne. Jixwe hîmekî romanê jî akronîkiya demê ye. Aras/Sara karakterên rojane ne, kesayetiya wan nêz û nas e. La/Lî/Lûl di sînora rastî û xeyalî de ne, karakterên hundirîn in di nav eþqekê de. Keçika bikezî/Kurikê bigulî ji nav çîrokên sedsalan derdikevin, ya rastî çi eslî ne kes nizane. Zend/Mah karakterên nîvdîrokî-nîvmîtolojîk in ku di demên dagirkeriya Mongolan de derdikevin pêþberî me. Hin karakterên din jî hene ku ji aliyê nivîskêr ve þifrekirî, ango em dikarin bibêjin ji alî camê ve dubeþkirî ne. Aliyekî rastî, aliyekî xeyalî … Ev karakterên demcihê li ber bîrekê rastî hev tên.
"Ha di xewê de, ha mirî, ma tu nizanî mirin û xew yek e"(r:64)
LÎLÎSTAN
"La tu welatê Lî yî"(r:67)
Lîlîstan ev welat e ku xewnên Lî’yê mimkûn dike. Bedena La’yê ji xwe re kiriye welat, kiriye erdnîgariyeke ku arezûyên wî tenê li wir pêk tên. Dixwaze bi pevþabûnê kaniyan biherikîne ji bedena wê, hilatina rojê bibîne, li stêrkan temaþe bike, di nav çol û çiyayên wê re derbas bibe... Erotîzmeke kûr bi vegotinên helbestî tê zimên.
"Jin bi nefesa xwe germ dikin maran û mêran"(r:73)
LA
"Tiþtên ji xwîyanga wan gelekî nêzîk lê bi eslê xwe gelekî dûr."(r:29)
La newayek e, welatek e, ji kaniya miçiqî re av e. Mebesta romanê bi wê digihîje armanca xwe. Ya ku êþa xwenebûyînê dicebirîne ev e. Ev e piþtî mirina bav, bavê Aras û Aras li hev tîne, li hevdu dide nasîn. Ev e destê wan digre û tîne ber bîrê. Ber bîra xwe. Ev e hêzê dide kevzê ku wê bike xwedî reh û bigihînê axê. La riya xwebûnê ye.
ZIMANÊ BAVÊ MIN
"Hin mirov diþibin daran. Þîn dibin, mezin dibin, çar demsalan li pey hev dijîyin. Ger koka wan ji axê dûr bikeve, hiþk dibin, dimirin"(r:103)
Bîr romana xwebûnê ye. Xwebûyîn armanca sereke ya lehengan e. Aras jî yek ji wan e. Ji welatê bavê xwe dûr, bajarekî din çêbûye û mezin bûye, çand û zimanê wî bajarî xisletek nû ava kiriye jê re. Ev yekî din e êdî. Zimanê ku bavê wî pê þad û xemgîn dibe, zimanê bavê wî ye. Dengê wî zimanî jê re dûr e, naxwaze ku dengek be jî bi wî zimanî nekeve guhê wî, jê nefret dike. Çûnkî ev deng tiþtekî jê re vedibêje. Naxwaze dengên zimanê bavê wî di bîra wî de olan bidin. Tiþtên bavê wî dibêje qet naxwaze bibihîze. Ji ber wê jî bavê xwe nas nekiriye. Nexwestiye nas bike jî. Serpêhatiya Aras arîþeyeke kronik e, psîkoya bindestî û kompleksa bêreh û kokbûyînê ye. Belê dibe sedema xerîbbûyîna bav û kurekî ya li hemberî hevdu, dibe sedema perçebûyîna malbatekê.
"Tu heya demeke nêzîk jî weke kevzê bûyî. Rayên te nebûn, kokên te nebûn, kokên tu xwe bi wan axa xwe ve bigire, çiqilên te nebûn biþikin. Hema niha tu dizanî êdî. Te kokên wî dîtin. Bi çi hatibû xwedîkirin, bi çi þîn mabû dara canê wî, te bi çavên serê xwe dîtibûn."(r:115)
Divê bê gotin ku peyvên herêmî di romanê de bi hostatî hatibûn þuxilandin, bêhna dengbêj û þairan ji nivîsê dihat, ya rast kûrbûna mijarê ketibû pêþiya zimên û þêweya bikaranîna zimên, belam divê bê gotin nivîskêr peyvên ku kêm û zêde standardiya wan hatine qebûlkirin jî li gora fikra xwe nivîsîne, û standardî xera kiriye. Helbêt dibe ku fikrên nivîskaran ên derbarêyê ziman û rêzimanê de yên cuda hebin. Lê li gorî me heta ku nîqaþ kêm û zêde gihîþtine astekê û ji aliyê raya giþtî ve hatine qebûlkirin, divê nivîskar standardiyê qebûl bikin. Cihên van nîqaþan ne roman in, divê dezgehên din bin.Ya din jî, divê bê gotin ku gelek xeletiyên rastnivîsê hebûn. Wan xeletiyan û xerakirina standardiya hin peyvan bandoreke neyinî li ser xwendin û fehmkirina berhemê dikir.
*Li ser navê Koma Xwendinê ya Bismilê... Ev nivîs berî bê weþandin ji aliyê endamên din ên komê ve hatiye xwendin û erêkirin.