Diyarname
Çapên nû yên du romanên nivîskar Yaqob Tilermenî "Qerebafon" û "Bavfileh" derketin. Weşanxaneya Lîs çapa nû ya romanan gihand ber destên xwendevanan.
"QEREBAFON"
Romana Yaqob Tilermenê "Qerebafon" yek ji beşa "Sêbareya Mêrdînê" ye. Çapa wê ya yekem di sala 2009'an ji aliyê Weşanên Do ve hatibû weşandin. Niha Weşanên Lîs çapa wê ya nû weşand.
Qerebafon di dema ku Tilermenî wekî mamoste ji bo Yozgatê hatibû sirgûnkirin li wê derê nivîsandibû û bi van gotinan dest pê dike: "Bermahiya ji ber tîtavikan... Rengê şîrê qusiyayî di pêsîrên dayikan... Bişkokên spî ji qîlên fîlan ku li ser piyanoyan... Hêla eşkere ya dîrokê... Dijberê hêla tariyê... Ronahî... Ango ez.
Ez, hîna nû vegeriyabûm welêt. Ew welatê ku jidûr ve tim bi hesreta wê dişewitîm. Şewta canê mih ku min dixwest bi vegerê re roj berî bi rojekê bikewînim. Piştî ku min malê welêt, min çêtir fahm kir: Ji bo jiyîna li welêt, dilekî ji pola pêwîst bû."
"BAVFILEH"
Romana Tilermenî "Bavfileh" jî ji "Sêbareya Mêrdînê" ye û pirtûka dawî ya vê beşê ye. Di "Bavfileh" de gelek nav, gelek bûyer, zimanekî serketî... Tilermenî bi romanê wêneyan cihêreng pêşkêşî ber deriyê fikrê xwendevanê xwe dike. Carinan lehengê wî li Navenda Çanda Mezopotamyayê nîqaş dike, ciranan diçe Giravê Heybelî, carinan bi sernavê rojnameyekê re derbasî xeyaleke din dibe. Bi kurt û kurmancî bergeheke fireh pêşkêş dike "Bavfileh".
Wekî pirtûka yekemîn a "Sêbareya Mêrdînê" romana wî "Kitim" derketibû. Tilermenî heta niha bi ser 10'an de çîrok û roman nivîsandine û her wiha hin pirtûk jî wergerandine kurdî.
- Qerebafon / Yaqob Tilermenî / Weşanên Lîs / Roman / 239 rûpel / Çapa nû 2021
- Bavfileh / Yaqob Tilermenî / Weşanên Lîs / Roman / 312 rûpel / Çapa nû 2021
Ji bo agahiyên li ser jiyana Yaqob Tilermenî:
-‘Nivîskarê Zimanê Kurdî’ Yaqob Tilermenî