'Rexne û Rexnegirî' derket
Diyarname
Pirtûkeke nû ya nivîskar Çorê Arda bi navê "Rexne û Rexnegirî" derket. Pirtûka ku ji Weþanxaneya Belkî derketiye nivîsên rexneyî yên li ser gelek pirtûkan di nava xwe de dihebîne.
Nivîskarê malpera me Diyarnameyê Çorê Arda bi pirtûkeke xwe ya nû li pêþberî xwendevanan e. Pirtûk ji Weþanxaneya Belkî nû derket. Arda ku berê du romanên wî bi navê "496" û "Roman" ji Weþanxaneya Belkî derketibûn vê carê pirtûkek rexneyî weþand.
REXNEYÊN XWESER
Rexnegir barê zanînê û teoriya zanînê, barê heqîqetê, rastiyê, objektîfbûn û sûbjektîfbûnê hildigire ser milê xwe û vediguheze hîmekî qerase yê teoriya þîrovekirin û zanînê. Rexnegir xwediyê otonomekê ye. Bi vê xweseriyê nivîskar Çorê Arda bi zimaneke rexneyî pirtûk girtine dest û nirxandine ku ew vê xebata xwe didomîne jî. Arda bi vê xebata xwe dilopek din a rexneyî xistiye nava qada pirtûkên rexneyî yên kurdî ku di vî warî de valahiyeke mezin heye.
Çorê Arda ku ev demek dirêj e nivîsên xwe yên nirxandinî yên li ser gelek pirtûkên cur bi cur di Diyarnameyê di diweþîne, ji wan nivîsan ev pirtûka rexneyî amade kir û da ber xwendevanên eleqedarên mijarê.
Di pirtûkê de bi dehan gotarên ku wî serê xwe pê êþandibûn, nirxandibûn û dabûn ber bala xwendevanan, vê carê wekî pirtûk dixe nav arþîva kurdî û dide ber eleqedarên ku niha û dema bê dê li ser bixebitin.
NIVÎSKARÊN PIRTÛKÊN WAN HATINE NIRXANDIN
Di pirtûkê de pirtûkên nivîskarên wekî Asya Xerzan, Alî Duran Topuz, Bahoz Baran, Bajar Mîrzeman, Berken Bereh, Berfo Barî, Bextiyar Elî, Ciwanmerd Kulek, Cîhan Roj, Çîya Mazî, Dilawer Zeraq, Elîxan loran, Emerîkê Sidîqayê, Fatma Savci, Fýrat Cewerî, Fewzî Bîlge, Gulîzar, Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Hesen Kizilcî, Hiþyar Aydin, H. Kovan Baqî, Îrfan Amîda, Îlhamî sîdar,Îsmaîl Dîndar, Jan Dost. Janez Sar, Kîbar Krîstîn Ozbey, Lokman Polat, M. Zahîr Kayan, Meral Variþli, Mirad Bayram, Mervan Serhildan, Mihemed Mukrî, Mihemed Ronahî, Nûdem Hezex, Omer Dilsoz, Receb Dildar, Rêdûr Dîjle, Rênas Jiyan, Rizgar Elegez, Sadiq Ûskan, Selîm Temo, Sîdar Jîr, Þener Ozmen, Þêrzad Hesen, Þêxo Filîk, Tahir Taninha, Tosinê Reþîd, Yaqob Tilermenî, Yeqîn H., Yildiz Çakar, Welat Dilken hatine nirxandin û kirine mala qada rexneya kurdî.
ÇORÊ ARDA KÎ YE?
Çorê Arda di sala 1979'an de li Herêma Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û l îse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beþa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor de derketine. Arda ji destpêka 2019'an di Diyarnameyê de qunciknivîkarî dike. Ew di quncikê xwe yê bi navê "Bêwate" de nivîsên xwe yên nirxandinî pêþkêþî xwendevanan dike.
Berhemên wî
- 496, Weþanên Belkî, 2016, Roman
- Roman, Weþanên Belkî, 2017, Roman
- Rexne û Rexnegirî, Weþanên Belkî, 2021, Teorî