Recep ÎÇEN
Berfin Zenderlioglûyê di salên 2004-2008’an de li Tîyatroya Seyrî Meselê perwerdehiya lîstikvanîyê wergirtiye û wisa dest bi şanogeriyê kiriye. Wê tevî Mîrza Metîn di cotmeha/kewçêra 2008’an de Şermola Performansê -bi navê xwe yê berê Theatreya Destar ava kiriye.
Pêşî di Şermola Performansê de, her wiha wê di Seyrî Mesel, Îkîncîkat, Şanoya Emekê ya Kadikoyê, Şanoya Şaredariya Bakirkoyê, Galataperform, Sahneya Boayê ya Kadikoyê, Aysa Tiyatro, Kûmbaraci50 û Fringe Ensembleyê da wekî derhêner û lîstikvaneke kar kiriye. Lîstikên wê ji aliyê gelek saziyan ve hatine xelatkirin, an jî bûne berendamên xelatan. Zenderîlîoglu di Kargeha Nivîskariyê ya Royal Courtê da bi nivîskarên girîng ên wekî Mark Ravenhill û Zinnie Harrisî re xebitiye. Di wê kargeha nivîskariyê de wê lîstika xwe ya bi navê “Dengê Li Pişt Derîî (Kapinin Ardindaki Ses)” nivîsandiye. Du salan li Galata Performê di nav perwerdekarên Kargeha Derhêneriyê da cih girtiye. Nivîsên wê û rexeneyên wê yên derbarê lîstikan da li ser T24, Gazete Duvar û Kovara Tiyatroyê hatine weşandin.
Lîstikên wekî yên wekî “Antigone2012”, “Palyaço’nun Maceralari” û “Reşê Şevê” li Şermola Performansê derketin ser dikê. Lîstika Reşê Şevê ku bi Mîrza Metînî re nivîsandiye ji Weşanên Avestayê wekî pirtûk jî hat çapkirin.
Berfîn Zenderlîoglû aniha xebatên xwe yên şanoyê wekî lîstîkvan, dramatûrg û derhêner didomîne û wê beşa “Rexnegiriya Şanoyê û Dramatûrjiyê” ya Zanîngeha Stanbolê qedandiye. Ew niha di Zanîngeha Aydinê de beşa Hunera Sehneyan de mastera xwe dike û di heman demê de li zanîngehên taybet wekî akademisyen dixebite û dersên lîstikvaniyê dide.
Niha em mafê gotinê didin Berfîn Zenderlîoglû ku ji bom e qala xwe bike…
***
Di sala 2004’an de min li Seyr-î Meselê dest bi şanoyê kir. Nasîna min bi Erdal Cevîz re çêbûbû û her çiqasî pêşî min nexwestibe jî pişt re bi xêra wî min xwe di hundirê xebatên şanoyê de dît. Heta wê deme jî di hişê min de şanogerî tune bû. Carinan wekî temaşevan diçûm temaşekirina lîstîkên şanoyan. Bêhtir li ser jixweberiyê disekinîn û vî tiştî pir bala min dikişand. Pişt re min xwe di hundirê xebatên wan de dît. Pêşî min bi xebatên reqsê dest pê kir, pişt re min lê nerî ku di hundirê lîstikê de me û herî dawî min çavê xwe li Mîhricana Mûnzûrê li ser sehneyê vekir… Nasîna min a bi şanoyê re wiha çêbû.
BANDORA BELGEFÎLM
Min di zaroktiya xwe de belgefîlma “Sarya”yê temaşe kiribû. Wî belgefîlmî bandorek pir mezin li ser min hiştibû. Jiyana wê, berxwedana wê û reqsa wê pir bala min kişandibû. Di zaroktiya xwe de tiştên ku tê bîra min, wê demê malbata min bi dizî li hin vîdeoyan temaşe dikirin: Şîvan Perwer, Melîke Demîral û konserên din… Bavê min pir zêde li dengbêjan guhdarî dikir û pir ji wan hez dikir lê ez pir ji wan eciz dibûm. Di jiyana min de şikestinek herî mezin di sala 1996’an de qewimî. Malbata min bi temamî hate derdestkirin. Ez sê rojan di nezaretê de mam. Hêj zarok bûm. Heta wê demê jî ne polîtîk bûm. Heta kesên li derdora min gava ji min re digotin, “tu naşîbî kurdan” pir kêfa min jê re dihat.
Piştî derdestkirinê derdor hemû ji me reviyan. Jixwe li Bilîsê mîna malbata me pir zêde malbat tunebûn. Em bi tena serê xwe mabûn. Piştî derdestkirina bavê min ji min tirsiyan û xwestin ku ez ji Bedlîsê herim. Bifikirin, bavê min ê ku nedihişt ez biçûma mala apê xwe, ez şandim Stenbolê.
TRAVMAYA ZAROKATIYÊ
Gava hatim derdestkirin ez 13 salî bûm lê tiştê ku ji min dipirsîn ne li gorî temenê min ê 13 salî bû. Behsa cîhaneke din dikirin… Hê zarok bûm. Ew qasî çavê min tirsandibûn ku, min xwe bi xwe digot, ez ji vir derkevim ez ê tu carî bi siyasetê re eleqedar nebim… Jixwe berê jî eleqeya min bi siyasetê re tunebû lê piştî wê bûyerê serê min jî hêdî hêdî tevlîhev bibû. Piştî derdestkirinê nesekînin û bi awayekî berdewam kirin ez aciz dikirim. Hê jî gava telefonê min lê bide lê yê hember deng bi xwe ve nîn e, yan derî bi kutekut bê lêdan, ditirsim û ew roj têne bîra min. Ji bo min travmayek mezin bû. Mixabin min tu carî xwe aîdî axa xwe nedît. Helbet belkî ji ber travmayan bû…
Ez li gund hatibûm dinê pişt re em nava Bedlîsê belkî jî ji ber vê yeke bû, min ji gund hez dikir lê ne ji Bedlîsê…
Di zaroktiya min de gelek tişt bi mecbûrî dihatin guhdarî kirin, dihatin temaşekirin û ji ber wan ez gelek eciz dibûm. Di televîzyonê de her tim nûçe hebûn.Carina tiştên din derdiketin û belgefîlmê “Sarya”yê jî yek ji wan deman bû. Min ji tiştên çandî hez nedikir lê tiştê nûjen hêdî hêdî bala min jî dikişand. Ji dengbêjan bêhtir bala min li ser Agirê Jîyan, Koma Wetan, Rotînda bû.
SERDEMA NÇM’Ê Û KOVARA JIYANA REWŞENÊ
Piştî dibistana amadehiyê min berê xwe da Stenbolê. Beriya wê min li Wanê xwendina beşa mamostetiyê bi dest xistibû lê malbata min ji ber ku ditirsiyan destûr nedan ku ez biçim li Wanê wê beşê bixwînim. Malbatê qaşo ez şandibûm cihekî “ewle” li Stenbolê cem xalê xwe. Û xalê min jî rasterast ez birim NÇM’ê ya Stenbolê. Wê deme qursên NÇM’ê dest pê kiribûn, min jî ji bo elektro gîtarê serî lêdabû lê mixabin qursa elektro gîtarê tune bû û digotin ew ê vebe. Min bê dilê xwe dest bi qursa tembûrê kir û hînî noteyan bûm. Şeş meh derbas bibû lê hê jî qursa elektro gîtar venedibû û wê venebûya… Pişt re jî ez çûm qursa gîtarê jî. Û li aliyekî jî min dixwest ku kurmancî hîn bibim.
Wê deme Kovara Jiyana Rewşen hebû û ji bo ku hînî zimên bûbûma ez şandim wê derê. Min li wê derê Kawa Nemir nas kir. Di nav xebatên kovarê de tirkî ji aliyê Kawa ve hatibû qedexe kirin. Ji bo ku hînî zimên bibim bi rastî jî biryarek pir baş bû ji bo min. Bi xêra Kawa Nemir kurmanciya min pêş ket. Pir wext derbas nebû kovara Jiyana Rewşen ji ber hin probleman hate girtin û pişt re çend meh bi şûn de kovara Rewşen-Nameyê dest bi weşana kir. Mixabin wê demê bandora polîtikayê pir zêde li ser NÇM’ê hebû. Rêvebirên NÇM’ê hemû hatibûn guhertin û helbet polîtîkaya kovarê jî guherîbû. Ne tenê ji bo me, ji bo hunermendên din jî heman tişt hebû. Wê demê Tiyatra Jiyana Nû amadehiya lîstika “Moliere” dikir lê mixabin rêveberan destûra pêşandana lîstikê nedan, lîstik têk çû. Di sala 2003’yan de hem endamên kovara Jiyana Rewşen hem jî şanogeran tekîliya xwe ya bi NÇM’ê re bi dawî anîn. Nêzî 30 kesî dev ji xebatên bi NÇM’ê re berdabûn.
LÎSTIKA YEKEM
Min jî wê demê dev ji NÇM’ê berda û dest bi sazkirina grafikan kir. Hevalên şanoger ên ku ji NÇM’ê veqetiyabûn çûn Seyr-i Meselê ava kirin. Ji ber ku piranî hevalên min bûn ez jî carinan tevlî xebatên wan dibûm lê weke temaşevan. Di sala 2004’an de ez jî tevlî xebatên wan bûm. Lîstika pêşî ya ku min di nav de cî girtî “Kemer û Bask” a bi kirmanckî bû.
Min lîstikvaniya xwe bi beşdariya lîstikan bi pêş xist. Di sala 2005’an de me dest bi amadehiya lîstikeke nû kiribû. Hema hema du salan me li ser lîstika “Mesela Ne Kadar Uzag”ê xebitîn. Ev xebat ji bo min bûbû xebata lîstikvaniyê jî. Lîstik ji sedî bîst bi tirkî bû û ji sedî heştê jî bi kurmancî bû. Di wan salan de têra xwe pirsgirek hêbûn lê em kêfxweş bûn. Ji bo hunerê ez pir çavbirçî bûm. Min dixwest muzîkê hîn bikim, dansê hînî bikim, hînî lêdana amûrên mûzîkî bibim… Piştî min tehma şanoyê girt ew ji bo min bû weke stargehekê. Şanoyê hemû dîsiplînên hunere di xwe de dihewandin. Di nava wê de helbest, wêne, mûzîk û her tişt hebû… Jixwe piştî vê yekê ez piçekî aram bûm û tenê bi şanoyê re eleqedar bûm.
Her çiqas malabata min welatparêz jî bû, ez di hundirê otoasîmîlasyonê de mezin bûm. Malbata min nedixwest ez jî wekî wan zehmetiyan bikişînim. Li mala me kurmancî an kirmanckî pir zêde nedihat axaftin; tenê dema meseleyeke wan a nedixwestin ez bibihîsim kurdî bi kar dianîn…
Heta çar saliya xwe jî min bi tirkî nizanîbû… Ji tirsa dibistanê malbata min di nav malê de kurdî qedexe dike û ji bo min jî têkçûyîna zimên destpê kir, min kurdiya xwe jibîr dikir. Gava min dest bi xebatên NÇM’ê kir ji nû ve min dest bi kurmancî kir. Min lê nerî ku ew peyvên zaroktiyê, ew çîrokên zaroktiyê di mêjiyê min de winda nebûne. Dilrehetî dikarim bibêjim ku min zimanê xwe yê jibîr kiribû bi şanoyê re bibîr dianî.
‘KES LI VIR LI ŞANOYÊ TEMAŞE NAKE’
Wê demê li Seyrî Meselê çûyîna cihên din a lîstîna lîstikan min bi rê ve dibirin (organîze dikirin) Di wan çûyînan de carekê em çûn 24 yan jî 25 cihan. Wê demê ez gelek zîrek bûm. Belkî ji bo cihekî min deh caran bi telefonê danûstendin pêk dianîn. Û bersiva herî zêde ya ku min dibihîst, digotina “kes li wir şano temaşe nake…” bû! Lê min zor dida û bi awayekî ew qeneh dikirin, an jî ew aciz dibûn û digotin temam. Cizîr, Farqîn, Şirnex heta wê deme jî li wan bajaran lîstikek bi kurdî nehatibû peşandan.
Tiştê ku bala min dikişand tecrûbeya wan a temaşekirinê tune bû. Dev ji şanoyê berdin, çanda temaşekirinê hê rûneniştibû. Me gav bi gav zor da. Lîstikên ku me dilîstin bêtir derbarê tiştên gelerî de bûn. Me bi carekê re nedikarî Sheakspeare, Çêxov, Îbsen an klasikên din bilîstana.
Wê deme me lîstika “Qal û Qir” dilîst. Cihê ku lê sehnê tune bû me xwe bi xwe sehneyek çêdikir û carina li derve jî dilîst. Lîstik hem kirmanckî bû hem jî bi kurmancî. Me forma epîk bikar dianî. Temaşevan pir xweş nezikî me dibûn. Dema ew kêfxweş dibûn em jî kêfxweş dibûn.
‘EM DIKARIN BI ZIMANÊ XWE LÎSTIKAN TEMAŞI BIKIN’
Lîstika “Sînor” hebû. di Sînor de du malbat hebûn, malbateke kurmanc û malbateke kirmanc. Li ser zeviyan li hev nedikirin. Tiştê ku li ser sehneyê diqewimî çîroka temaşevanên me jî bû. Her çi qasî cara pêşî temaşe kiribin jî, ji me re digotin, bi xêra we em dizanin ku em dikarin bi zimanê xwe şanoyê lidar bixin… Hemû temaşevanên me di lîstikê de tiştêkî aidî xwe didîtin û ev tişt ji bo me hem kêfxweşiyek mezin bû hem jî em bi hêzdar dikirin. Em mîna Don Kîşot tevdigeriyan.
Me di Seyr-î Meselê de lîstika zarokan jî amade kiribû. Helbet ev tişt ji bo aborîyê bû, ji bo Seyr-i Mesel neyê girtin û ji bo ku li ser piyan bimîne me bi Alîşan Unlu, Saniye Tunç, Mîrza Metin, Nurten Demirbaş, Guler İnce, Hamdi Kahraman re lîstikek çêkir, a rast me lîstik ji bo zarokan veguherand. Lîstika Bertolt Brecht bû. Du salan li dibastanan me ew lîstik ji bo zarokan lîst.
Li Seyr-i Meselê ji sala 2004’an heta 2008’an ez bawer im di hundirê yazdeh lîstikan de min wekî lîstikvan cî girt. Di sala 2007’an de min dest bi perwerdehiyê kiribû…
Serê sibê me destpê dikir heta evarê jî em dixebitîn. Ji bo deng, ji bo laş, ji bo ritim; xebatên jixweberî û xebatên din. Bi gelemperî xebatên me bi rêk û pêk dimeşiyan. Roj hebû heta nîvê şevê jî em li ser dikê bûn. Wê demê malbata min dizanibû ku ez bûme muhasebecî. Diya min û birayên min dizanibûn ez bi şanoyê re eleqedar im lê bavê min nizanîbû. Gava haya bavê min jê çêbû raste rast ji min re got, heke tu dev iî şanoyê bernedî ez te red bikim. Li hemberî wî sekinim û nêzîkî şeş mehan me bi hev re xeber neda. Pişt re ez û bavê xwe me li hev kir lê bi dudilî bi min re xeber dida. Hê jî wî digot qey ez muhasebici me û wekî hobî diçim şanoyê.
Wê demê komê alikariya me dikir lê tiştê ku me qezenç dikir têra aboriya me nedikir. Diya min û birayên min gelek caran ji aliye aborî ve alîkarî didan min. Piştgiriya wan ji bo min pir girîng bû. Heta Şermola Performansê jî, ez nikarim bibêjim ku min karê xwe bi temamî bi profesyonelî bi rê ve bir. Di wan salên dawî de min ji xwe re digot, ez şanoger im, ji ber ku min êdî bi profesyoneltî karê xwe pêk dianî.
VEQETÎNA JI SEYR-Î MESELÊ
Di Seyr-i Meselê de xebatên me bêtir li ser jixweberîyê bûn. Û mirov dikare bibêje şanoya Seyr-i Meselê şanoyeke derhêneriyê bû. Wê demê gelek kesên baş hebûn pişt re em belawela bûn. Newroz Baz, Nazmi Kırık, Mîrza Metin, Yıldız Gultekin, Alîşan Unlu, Feyyaz Duman, Nurten Demirbaş, Guler İnce, Hamdi Kahraman, İbrahim Turgay, Bedriya Aydemir, Baran Demir. Derhêner digot, “ha ji we re hêmayek” li gor wî me prîvîzasyonan çêdikir û lîstikên me wisa derdiketin holê. Carinan me tiştek nedikir û sal derbas dibû lê me nizanîbû ji bo çi em disekinin…Ev tişt pişt re bo me bû problem. Ji ber ku me jî dixwest binivîsînin an perwerdeyekê bidin an ji bo lîstikekê derhenerîyê bikin. Me lê nerî ku li Seyr-i Meselê derfetek wisa êdî tune ye; ji bo me pêşî ne problem bû. Lê pişt re Seyr-i Meselê têra me nekir. Me dixwest ji bo hin tiştan xwe biceribînin. Ez û Mîrza Metin her tim li wê bûn. Me dev ji zaningehê, dev ji karê xwe berdabû. Ew der bûbû mala me. Me dît ku tiştek naguhere û pêşî Mîrza Metin dev ji Seyr-i Meselê berda piştî sê çar meh şûn de jî ez jê veqetiyam. Bi rastî jî ev veqetîn ji bo me ne kefxweşiyek bû. Wê demê armanceke me ya avakirina komekê tune bû. Me tenê dixwest em di nav şanoyê de bin. Wê deme Tiyatro Sîmûrg hebû cihê wan hebû. Me ji wan rica kir û me dest bi xebata xwe kir. Me ji xwe re mijarek hildibijart û li ser wê mijarê tişt diafirandin. Lîstika Reşê Şevê wisa derket holê. Lê beriya wê me Qeşmerên Apoletî amade kir. Lîstîka Destar Theatre a pêşî Qeşmerên Apoletî bû. Kurtelîstikek bû, nêzîkî panzdeh deqeyan dajot. Ji bo mîhricanekê me amade kiribû.
SERDEMA THEATRA DESTAR
Di sala 2008’an meha cothmehê de me Destar Theatre ava kir. Her çiqasî pêşî armanca me ne avakirina komekê jî bûya, em piçekî neçar man. Li derdora me gelek hunermend hêbûn û me dixwest bi hev re tiştinan biafirinin û sohbetan bikin. Komeke me hebû em li hev dicivîyan û li ser meseleyan em digengeşiyan. Piştre malbata me jî mezin bû. Me dest bi hin xebatan jî kir û me nihêrî ku waye lîstika Reşê Şevê derdikeve. Tiştên ku em di nav şanoyê de eciz dikirin, me nedixwest li Destarê heman tişt biqewime. Hin kesan tiştin diceriband û li aliyekî jî me atolye birêve dibirin.
Ji 2008’an bigir heta niha jî ez dikarim bibêjim, ez tenê karê şanoyê dikim û debara xwe bi şanoyê pêk tînim. Wek derhêner, weke lîstikvan, weke dramatûrg, weke sazkirina sehneyan…
Rojekê malbata min li malê televîzyonê temaşe dikin. Di televîzyonê de li ser lîstika me nûçeyekî heye. Bavê min ji diya min re dibêje, Ev keçik çiqas dişibe Berfînê. Diya min jî wekî ku nizane dibêje, na yaw, çi karê Berfînê bi şanoyê re heye… Lê ji pişt re pêşkeşvan navê min dibêje. Bavê min hem ecebmayî dimîne hem jî kefxweş dibe ji ber ku di televîzyoneke tirkî de qala me dikirin.
‘REŞÊ ŞEVÊ’
Ew lîstika me cara pêşî bi awayekî fermî li Wanê li ser sehneya şanoya devletê hatibû lîstin. Lîstik Reşê Şevê bû. Reşê Şevê sê sal hate lîstin. Wê demê em ew qasî nedihatin nasîn û çapemeniyê jî pir zêde behsa me nedikir. Reşê Şevê belkî 150 pencî carî hatiye lîstin. Pêşandanên me pirî caran li Stenbolê li sehneya Su Gosteri Merkeziyê çêdibûn û her carê jî eywan tije dibû. Her carê nêzî 250-300 kes dihatin li lîstika me temaşe dikirin. Piştre bi daxwaza temaşevanên me yên biyanî me dest bi jornivîsê kir. Di lîstika Reşê Şevê de me dest bi jornivîsa tirkî û îngîlîzî kir û pişt re wiha jî berdewam kir.
Ji bo lîstika Cerbê, bi lîstikvanan re nêzikî şeş mehan em xebitîn. Me tiştin diceribandin û hêdî hêdî ceribandinên me bala temaşevanên tirk jî dikişand. Û me bi lîstika Cerbê re Xelata Lîstika Xweser a Herî Serketî ya Salê (Yilin En İyi Ozgun Oyunu*), derhênerê lîstikê Mîrza Metîn bû. Di wê navberê de 2010’an de li Beyogluyê me sehneya xwe ava kir û me navê Şermola Performansê lê kir. Heta dawiya 2016’an li wir me lîstikên xwe lîstin.
DÎSKO 5 NOLU
Pişt re lîstika Dîsko 5nolî. çêbû. Bi rastî jî em ne li hêviyê bûn ku temaşevanên me wê ew qasî biecibînin. Di Reşê Şevê û Dîsko 5 Nolîyê de ji çîrokan bêtir performans berbiçav bû û xebatên me bêtir li ser laş derbas dibûn. Me li gelek cihan lîst. Li Amedê çar roj li ser hev lîstika Dîsko 5nolî hate lîstin. Em komeke serbixwe bûn û helbet zehmetiya vî tiştî jî hebû. Lê axir me karê xwe bi tena sere xwe çêdikir. Qet nebe me li gorî dile xwe tişt in çêdikirin û tişt in diafirand. Helbet ji bo me ev lîstik ji bo mijarên bi xetere bûn lê tiştekî ku em jê bitirsin tunebû. Yan na lîstik bi têra xwe polîtik û mîna documenterekê bû.
Di vê navberê de me ji bo beşdarîbûna mîhricanan jî serlêdan dikirin. Wê demê mîhricanek li ODTU’yê çêbûbûya. Me serî lê da lê wan serlêdana me nepijirandin. Ji ber ku hem em pir zêde ne li berçav bûn û li aliyekî jî ji bo şanoya kurdî pir pêşdarazî hebûn. Min bi awayekî jûriya festîvalê qeneh kir û em tevlî festîvalê bûn. Piştre wan ji me leborîn xwestin. Piştî vê bûyerê her sal wan telefonî me dikir. Heman tişt ji bo ÎKSV’yê jî qewimî. Me serî lê dida wan digot na, lê sedem jî tune bû, tenê hincet hebûn. Min ji wan re nivîsî, hûn ji bo çi red dikin? Pîvana we çi ye? Her çiqasî me bi prosfesyonelî serî lê dida jî her tim hinceteke wan hebû. Lê xuya bû ku ji ber zimên nedixwestin û hinceta wan jî “arstistik geçmiş” bû. Sal derbas bû me dîsa serî lêda. Dîsa gotin na, serlêdana me nepijirandin. Wê salê lîstika Henrik Îbsen a “Boyali Kuş” (Çivîka Boyaxkirî) hilbijartibûn. Tê de wekî lîstikvan Aydin Orak jî hebû. Min dîsa telefonî wan kir û min got, yanî hûn dixwazin şanoya kurdî jî bila komeke tirkî çêbike? Pişt re sal derbas bû û em bi lîstika xwe ya bi navê “Serencama Qijişkan” tevlî Festîvala Şanoya ya Stenbolê ku İKSV’yê çêdikir bûn. Vê carê hem bêgav mabûn û hem jî rêveberê wan guherîbû. Kesî tiştek neda me, me bi keda xwe bi dest xist.
‘BRAVO GENÇLER’
Hezkiriyên me hêdî hêdî berbiçav bûbûn. Li Şermolayê di hundirê heftê de me sê caran lîstikek kurdî dilîst. Em di sehneya xwe da xwedî prensîp bûn. Baweriya me ji ber vê yekê hebû, em çiqas bi profesyoneltî tevbigerin temaşevanên me jî ew qasî dihatin wê radeyê. Min zimanê Mîrza fam dikir, Mîrza jî ji zimanê min fêm dikir. Ev tişt di xebatên me de jî berbiçav dibû. Ne ku me her tim lihev dikir, pirî caran me ji bo lîstikekî şer jî dikir. Lê piştî wan şeran lîstik çêdibû û rûdinişt. Karê me bi pistepistê belav dibû. Û bêtîr ji aliyê akademiyan ve dihat hezkirin lê hê jî bawer nedikirin ku kesên ku “alaylî” û lîstikvanên kurd karên bi vî awayî çêbikin. Pişt re digotin “Bravo gençler” û diçûn.
Em di karê xwe de her tim bi rik bûn. Ne li gorî dilê wan, li gorî dilê xwe me karê xwe çêdikir. Ji bo her du alî jî wiha bû, Kurd jî tirk jî. Rika me hêza me xebata me dîtin û dev ji ambargoyan berdidan û dev jî qedexeyan berdidan.
Gava sehneya me hebû helbet her tişt ji bo me jî hêsan bû. Gava me sehneya xwe ji ber aborî û ji ber hin tiştên polîtîk girt me lê nihêrî gelek kes me wekî “Şermola Performans”ê bi nav dikin, me jî navê “Destar”ê guherand û wiha berdewam kir, 2016. Piştî bê sehne manê me dest bi lîstika Balansê kir, ev nebûna derfetan bi rastî jî ji bo me pir zehmet bû.
Niha em li ser projeyan dixebitin. Gava em projeyekê diyar dikin dest bi odetiona (bijartina lîstikvanan) dikin an jî bangewaziyekê didin. Lîstikvan û xebatkarên me bi vî şiklî diyar dibin. Jixwe xebatkarên amadehiyê diyar in. Me di Şermolayê de gelek tişt diyar kiribûn. Derhêner diyar bû, nivîskar diyar bû, ronahî, asîstan… Bi her awayî bi profesyoneltî em tevdigeriyan û me debara xwe jî bi şanoyê bi dest ve dianî.
DERSDAYÎNA LI ZANÎNGEHAN
Piştre me biryara perwerdehiya Dramaturjiyê da. Min dixwest ku hinî teoriye jî bibim. Belê, me tişt in dizanibûn lê têra me nedikir. Piştre min dest bi hîndekariyê kir û li zanîngeha Kadir Hasê min dersa lîsikvanîyê da. Piştî Kadir Hasê ez çûm zanîngehên din jî. Tiştê ku min dikir ne wekî kar bû, perçeyekî min bû. Niha di vê pandemiyê de ez û Mîrza Metîn ji bo şanoya kurdî li ser platformên dijital xebatên online çedikin. Hem li ser lîstikvaniyê hem jî li ser teoriyê em xebatan pêk tînin. Ji her derê xwendekarên me hene. Ji bo ruhiyeta şanoya kurdî ev ji bo min şanaziyek e.
Min pir bêriya lîstikvaniyê û nivîsandînê kiriye lê ji bo derhêneriyê dikarim bibejîm ku ev hêzek û kelecaneke pir xweş e. Hebûna şanoyê hebûna min e jî. Gava bi şanoyê re eleqedar dibim, bi rastî jî şa dibim. Êşa hêrî mezin a hişmendiya neteweperestiyê ye ku ew di nav me de tune ye. Ji ber ku hê jî em pê fraksiyonan îdeolojiyan tevdigerin. Hewceye ku kurd êdî xwe biparêzin… Wekî din hêza me, xeyala me, rika me hê jî heye û rê jî li ber me vekiriye. Bê Şano Nemînin!
***
Nivîsên Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Dildar û hunermendekî şanoya kurdî: Ferhad Feqî
- Hafizeya Şanoya Bakur: Kemal Ulusoy
- Şanoyek û Serpêhatiyek: Umît Aktaş
- Çîroka şanogerekî pênaber: Aram Taştekîn
- Şanoger û pêşmergeyekî: Teyar GERMAVÎ
- Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”
- Ji Akademiyê Re Raporek
- "Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe