Diyarname
Pirsa "Dê kengê qiyamet rabe?" yan jî bi gotineke din "Dê kengê dawî li dinyayê bê?" her dihat kirin. Îslamiyan li gor xwe şirove dikirin. Niha jî NASA'yê şiroveke kir û dîroka bidawîbûna dinyayê eşkere kir. Komek ji xebatkarên NASA'yê gotin ji ber radyasyona ji Rojê tê Dinya dê mîlyarek sal paşê têk here.
Komê eşkere kir ku Roj bi demê re dê aksîjena li dinyayê dê têk bibe û êdî li dinyayê dê jiyan nemîne. Ev koma lêkolîner dibêje mîlyarek sal paşê dê qiyamet rabe.
Di gotara ku van lêkolîneran belav kiriye de tê gotin tîrêjên rojê bandor li dinyayê dikin Lê ji ber ku ev yek hêdî hêdî diçe bandorê li jiyana rojane nake. Makale dîroka mîlyarek sal paşê, yanê di sala 1,000,002,021'ê de êdî asta oksîjenê dê dakeve asta ku mirov êdî nikaribin bijîn.
Ji koma lêkolîner Kazumi Ozaki gotiye ku ew li ser vê modela pêş xistine 400 hezar car xebitîne.
Tê gotin 2.5 mîlyar sal berê dinya dewletê oksîjenê bû. Her çiqas qala mîlyarek sal paşê bê kirin jî li aliyê din tê gotin talûkeya mezin germa global û guherîna kişwerê dê vê dîrokê nêztir bike.


