Diyarname
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) li ser girtin û cezakirina rojnamegerên Behdînanê nameyek ji bo nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî re şand. Rêxistinê xwest di demek zû de rojnamgerên hatine girtin bên berdan.
Roja 16'ê rêşemiya 2021'ê Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê ceza li rojnameger û aktîvîstan birî bû.
Amnesty İnternational li ser wa nameyek şand û got: “Kesên hatine girtin divê bê şert werin azadkirin. Kesên hatine girtin, di cihek qerebalex de têne ragirtin û cihek nîn e ku lê xew bikin. Di nava 100 girtiyên din de dimînin, metirsiya nexweşiya vîrûsa koronayê li ser wan heye.”
Her wiha di nameyê de wisa hat gotin; "Hêzên asayîşê bi ser mal û cihê kar yê rojnameger û çalakvanên hatine girtin de girtine û ew bi darê zorê binçav kirine. Dest û çavên Guhdar Zêbarî girtine û bê ku belgeyek dadgehê hebe ew binçav kirine."
**
Nûçeyê Eleqedar:
- PEN'a Kurd li ser rojnamegerên li Behdînanê daxuyanî weşand