Xelata Aþtiyê dan dayikên arjantînî
Diyarname
Xelata Aþtiyê ya Rêxistina Çand, Perwerdehî û Zanistê ya Neteweyên Yekbûyî dan dayikên arjantînî.
Di navbera salên 1976-1982'yan de generalên ku bi derbeyê rêveberiya Arjantînê girtibû destê xwe bi deh hezaran kes girt bin çavan. Li gor agahiyan 30 hezar kes di vê serdemê de hat windakirin. Dayikên arjantînî ji bo dîtina xizmên xwe yên winda bi salan li "Plaza del Mayo" ya paytexta Arjantînê çalakî li dar xistin.
Dayikan yekem car di sala 1977'an de li wê meydanê çalakiya xwe li dar xist. Her ku çû hejmara wan zêde bû, lê di heman demê de bi zordariyên hikumetê re jî rû bi rû man. Wan qet dev ji çalakiyên xwe berneda û ew li dinyayê jî ji bo gelek gelan bûn mînak.
Niha UNESCO'yê (Rêxistina Çand, Perwerdehî û Zanistê ya Neteweyên Yekbûyî) Xelata Aþtiyê dan van dayikan.
Ji bo dayîna xelatê li avahiya UNESCO'yê merasimeke hat li dar xistin û Estela de Carlotto wekî Seroka Saziya ku bi navê "Dayikên Meydana Gulanê" tê zanîn girt
Digel madalyayeke 150 hezar dolar pere dan Estela de Carlotto.
Serokê Komîteya Xelata 'Felix Houphouet-Boigny Xelata Aþtiyê' Mario Soares di meha adarê de dabû eþkerekirin ku ew vê xelatê didin van dayikên ku 30 sal in bêyî aciz bibin çalakiyê li dar dixin.
UNESCO'yê xelata aþtiyê ya "Felix Houphouaet-Boigny" yekem car di sala 1989'an de da. UNESCO xelatê dide "kes û saziyên ku ji bo sazkirin û berdewamkirina aþtiyê xebatê dikin".