Diyarname
Kovara bi navê “Şermola” ku bi kurdî û erebî wekî kovara demsalî derdikeve hejmara xwe ya zivistana 2021’ê derxist.
Şermola li Rojava derdikeve, kovareke çandî û wêjeyî ye û niha hejmara xwe ya 9’an pêşkêşî xwendevanan kir.
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser “Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî” ye. Ji ber girîngîya mezin a salonên wêjeyî di pêşxistina wêjeyî û çandî de, ev mijar wekî dosyaya hejmarê hate destgirtin. Kovarê li ser vê yekê ev gotiye: "Çalakîyên salonên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê di çarçoveyeke teng de têne lidarxistin û tenê di warê xwendin û nirxandina pirtûkan de ma ye, tevî ku ew jî çalakîyeke girîng e û pêwîst e, lê di bizava çandî û wêjeyî de ne ew qasî bi bandor e, nemaze piranîya pirtûkên ku têne nîqaşkirin ên nivîskarine ji derveyî herêmê ne, ji ber vê yekê berhemên wêjeyî yên herêmî ji derveyî xebatên rexneyî dimînin. Lewma gelek salon karên wan radiweste çimkî ji vê çarçoveyê dernakevin û rewşa çandî û wêjeyî ya giştî nagirin dest. Lewma pêwîst e berpirsiyar û kesên ser van çalakîyan disekinin, mijarên girêdayî rastîya wêjeyî û çandî ya ku li herêmê tê jîyîn bigrin dest, rewşa heyî nîqaş bikin, kêm û kurtiyên heyî derxin holê û çareseriyên guncaw ji wan re deynin, da ku bi awayekî aktîv çand û wêjeyê bi pêş ve bibin, her wisa divê aliyên peywendîdar di rêverberiya xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê projeyên vekirina salonên wêjeyî destek bidin û piştgirî û alîkarîya pêwîst pêşkêş bike.".
Di dosyayê de Biradostê Mîtanî bi ser nave “Salonên Wêjeyî û Rola Wan Di Civakê De”, Ahmed Kanî jî “Salonên Wêjeyî Li Bakurê Welêt” nivîs nivîsandiye.
Ji nivîsên lêkolînî Darwîn Darî “Qelen û Baviksalarî”, Elîf Gun jî “Di Dengbêjiyê de ‘Naverok’” nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Kovarê ji bo beşa hevpeyvînê di vê hejmarê de nivîskar Kamran Simo Hedilî kiriye mêvan.
Ji bilî van çîrok, helbest, analîz, werger, nivîsên serbest jî hene.


